nîgayekî şîn
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
2 minutes
1347 views
çingêkî asnînî řeş; řaykêşawim
leçwar dîwarî qûç û keş; xizênrawim
ewendey kelley bêjnî; asmanî şîn
çawî wek kunî sûjnê; piř qarin û qîn
arastey nawçewanim û; dû çawme
řêgrî şî’rekanim û; hengawme
wêł’im be dûy pirşingêka; geş û ałe
be dûy awazî zengêka; zor zołałe
lêm dyar nîye pirşingekey; nagate cêm
lêm wine ziřey zengekey; nayete gwêm
lew dîw dîwar lew dîw dîwar; katê gizing
ekewte ser mêrgî binar; legeł awring
lew kateda nîgay çawî; ser gêjkerim
yaxo bonî zułfî xawî; aga berim
day’exurpan diłî sûtaw; tasey be guř
serî ekird le her dû çaw; firmêskî xuř
lew kateda min petyarey; şêweyî bûm
boyey sûrî ew nîgare; têy heł’esûm
lew kateda min emewîst; ew awaze
ewey be gwêy diłim embîst; ew perwaze
her le dûrewe nîgarî; wek giřî sûr
wek estêrey gwêy kenarî; asmanî dûr
taw taw be cirîwey dûrî; bimlawênê
diłî řahatûy řencûrî; bihajênê
binałênê ta dwa nûzey; germ û bê bak
ta awat ew korpe û çûzî; ekird be xak
wa min kewtûme ew dîwî; dîwarî qûç
ew awatey hembû řoyî; ewîşim pûç
lêm nageřê.. lêm nageřê; yadî dengî
geyşte gwêçkey dił keřê; şêwey şengî
ewa nîgayêkî tazey; şîntir le ew
piçřanî loloy desřazey; aram û xew
lêm nageřê.. min nazanim; penay sirwet
bo gwê barî şanim; destî řêkewt
hestêkî bał şikawim bû; ewîş nema
kuncêkî piř le dawim bû; ke çî řima..!
ey nîgay mengî bê dengî; dû çawî şîn
tîrî birjang û xedengî; piř tab û tîn
lêm geřê beşqî ew destey; toy wa xułqan
ew destey ew bała û cestey; toy wa nexşan
ta le naw zîndanî tara; dûrî le aso
legeł dirêjey şewgara; be yadî to
key tarîkî ya şewezeng; şebeqî sûr
kirdî be řojgarêkî şeng; to dûr be dûr
bîtrî û kîne şînî nîgay; beramberim
bîke be qîble û sucdegay; gyan û serim