çakî xałesûre

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 5 minutes  775 views

le ser gelêk tepik û kêwan, le berqed û lapałan, le deşt û gořayîyan tenanet le kûçe û kołananda giłkoy pyawxasan debînîn ke daryan le ser çeqêndirawe û hêndêk şał û ałebûkî řengawřengyan pêwe heławesrawe. ew giłkoyane ke pêyan degutrê «şexis» yan «çak», le seranserî kurdistanda weber çaw dên ke zorbeyan nasrawin û giłkoy ew pyawçakanen ke le temenî xoyanda her xerîkî ’îbadet û karî baş û xizmet be xełk bûn û dway koçî dwayîyan giłkokeyan bote zyartigay xełk.

hêndêk çakîşman heye ke be řwałet giłkoy lêye, bełam le řastîda hîçyan têda nîye û le layen hêndêk pyawî jîr û têgeyştû le ser kanî awan û betaybetî le lêřewaranda saz kirawin bo parastinî ew cêgayane. ke be řastîş be kelk bûn û xełk bo řêzdanan be ewan, dar û dewenî dewranberyan parastuwe û le kwêrbûnewey kanyawekan bergirîyan kirduwe.

şexsî waşman heye ke be hoy xewnî hêndêk kes saz bûn, wata yekêk xewnî dîwe ke pyawçakêk pêy gutuwe fiłane cêga giłkoy mine, agat lêbê û bimparêze. ew keseş be hoy bîr û biřway ayînîyewe çuwe perjîn yan pardey bo saz kirduwe û darêkî le ser çeqanduwe û dû kêlî bo danawe û hêndêkî gił lê hełdawetewe û bew core bote çak.

lêkołînewe le barey ew şexsaney ke êsta giłkoyan heye, řenge zor şitman bo řûn bikenewe, wek giłkoy xuda lê xoş bû «budaq sułtan» ke le gořistanî mehabaddaye û pyawêkî nawbederewe û xêrxiwa û xizmetkarî xełk buwe û nîzîk be çwarsed sał le mewber binaẍey şarî mehabadî danawe û «mizgewtî sûr» û «pirdî sûr» le asewarekanî nawbirawe. yan çakî «şêx wisû» le gundî laçînî mehabad ke seferî «nadirşay efşar» man dênête ber çaw ke katêk be leşkirêkewe le řêy mehabadewe berew ’êraq çûn, şewêk le laçînda mawnewe û şewê yeksimekanyan le dewranberî giłkoy şêx wisûda debestinewe û bê ewey bizanin çi pyawçakêk le wê nêjrawe. şêx wisû deçê le xewnî nadirşawe û xoy pê denasênê û lêy dewê ke bê ḧurmetî pê nekirê. nadirşaş sibeynekey destûr deda ke ew cêgaye xawên bikirêtewe û kêl û berdî bo saz bikirê û hode û nwêjxaney lê dirust biken ke bedaxewe êsta tenya hodeyekî biçûkî le ser mawe.

yekêk lew çakane ke êsta nemawe û le nêw çuwe, çakî «xałesûre» le şarî mehabadda buwe. xełkî mehabad, ewaney ke sałekanî pêş 1335y hetawîyan dîbê, le bîryane ke le geřekî «qułeqebran», le ser berzayîyek, le jêr sêberî darebûzêkî gewre û piř lik û poda ke be pilîkan boy weser dekewtin, çend giłkoy lêbû ke be berdiçin pawan kirabû. yekêk lew giłkoyane ke le ewanî dî berçawtir bû, giłkoy xałe sûre buwe ke xełk bo zyařet û be mebestî wedî hatnî nyaz û awatyan deçûne serî û çildaneyan degirtewe.

xałe sûre, pyawêkî çwarpel qaymî kełegetey sûrkałe buwe ke karî cerdeyî debê û boxoy û darudestekeyewe řêgrîyan kirduwe û dewłemendanyan řût kirduwetewe û beşî xoyan lê hełgirtuwe û ewî dyan dawe be hejar û nedaran.

xałe sûre, le sałekanî pêş şeřî nêwnetewayetî yekemda jyawe. le sałekanî şeřda kunsûlî řûsan le û - łatî êmeda dekujrê û řûsekanîş be tołey kujranî nawbiraw dest deken be kuşt û kuştarî pyawanî bê tawanî mehabad ta way lê dê ke nêrîne le şarîda namênê û ewey dekujrê, dekujrê û ewanî dî ya řadeken û şar be cê dehêłn yan xoyan le kun û kajêřanda deşarnewe. lew serdemeda xałe sûre û darudestekey be dizîyewe dênewe nêw şar û xoyan ḧeşar deden û le derfetêkda hêrş debene ser ḧewt kes le řûsekan û deyankujin. řûsekanî dî katêk bew karesate dezanin, gemaroyan deden û pelamaryan bo deben û xałe sûre û yaranî dway dest kirdineweyekî azayane şehîd debin û çend jinêk ke lew geřekeda mabûnewe deyannêjin û bew hoyewe giłkoy nawbiraw debête zyařetga.

le sałî 1335y hetawî le katî kêşranî şeqamda bedaxewe giłkoy xałesûre weber dekewê û le nêw deçê. êsta bew şeqame dełên şeqamî «silaḧ aldîn aywibî [selaḧeddîn eyyûbî]».

hîwadarim ewaney ḧez le karubarî lêkołînewe deken, be lêkołînewe le barey çakekanda be řûn kirdinewey řabirdûy dûr û nîzîkî wiłatekeman yarîde biden.