ałekok

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 4 minutes  1430 views

edebî kurdî her çend derfetî ewey nebuwe ke wekû pêwîste bibûjêtewe û bigeşêtewe, bełam meydanêkî zor berîn û berbiławî heye û dekirê deyan û sedan şa’îr û nûser û lêkołîner karî le ser biken û şitî tazetir û cwantirî lî weder bixen û pêşkêşî edebdostanî biken.

ferheng û edebî kurdî le dû beşî gewre û girîng pêkhatuwe. yekem ew hełbest û nûsrawaney ke şa’îr û nûseryan dyarin kên. dûhem ewaney ke řêkxer û nûser û daneryan nenasrwan ke beşî dûhem birîtîn le beyt, goranî, mesele, hetełe û metełe, şê’ir û çîrokî folkilorîk û... çîrokî folkilorîk cor be corin, beşêk lew çîrokane hêndêk kurteçîrokin ke be boney nuktey wirdî şa’îrane yan be hoy pendêkî lêyan werdegîrê û le nêw xełkida biław bûnewe. zorbey ew çîrokane kurtin, bełam piř bayexin wek çîrokî «xew û ba» ke xew û ba pêkewe qisan deken, emyan dełê emin behêztirim û ewyan îd’a deka ke ew twanatre. bu ewey sûrî kenewe ke kamyan řast deka û behêztire le ser mindałêkî biçûk ke kutenanêkî pê debê ezmûn deken. le pêşda «ba» dest be kar debê û be tundî dê û mindałeke bem la û ew la dadeda ke kutenanekey lê bistênê. her çî le twanayda debê be karî dênê, bełam serkewtû nabê û mindałeke be tundî we derk û dîwaran dekewê, ke çî paruwenanekey bernada. emca norey xew debê ke deçê le çawî mindałekewe û xewî lêdexa û be sûk û hasanî kutenanekey le destî ber debêtewe.

dyare le layek mebest lew çîroke eweye ke bo karî bûn le ser kesêk, pelamar birdin bu ser ’eqił û mêşk û hoşî wî akamî zyatre le hêrş birdine ser leşî. le layekî dî eme degeyênê ke mirov ta wişyare û bexebere û agay le xoyetî şiksitê nahênê, bełam her ke bê xeberî û xewî be serda hat zor be hasanî debezê û têkdeşkê. be kirdeweş dîtûmane ke zor şeřkerî bwêr û aza hebûn ke kes neytiwanîwe başaryan bika, bełam her ke xafławin û xewyan lê kewtuwe be dîl gîrawin ya kujrawin.

çîrokî ałekokîş yekêke lew kurteçîrokaney ke pend û ḧîkmetyan têdaye. ałekok gyayekî çikołey kułkine ke pitir le kwêstanan deřwê; le hêndêk cêga pêy dełên «ałeqoq».

le barey ałekokda meselêkman heye ke dełê: «dyarî şwanî ałekoke», mamosta hejarîş ew meseley le şê’rêkda hênawe û dełê:

be kurdî pêt biłêm lêm megre îrad
dyarî şwanewêłey ałekoke

her weha mamostay nawbiraw kitêbeşê’rêkî heye be nawî «ałekok».

le çîrokî ałekokda, serebeharê ke wirdewrde gyawgoł le bin befir le erdî ser dênne der, ałekokîş şîn debê. befir ke be ser tewawî dinyada załe û katî birewyetî, denêrête serî û daway lê deka şûy pê bika. ałekok ke le heřetî lawî û cwanîda debê û fîz û hewa wek perdeyek ber çawî degrê û dwařojî le ber çaw nabê û pêy wa debê ke ew lawî û cwanîye hetahetaye her demênê, byanûy bo dênêtewe û dełê:

- carê hawałanim çûnete hewaran, ba ewan bigeřênewe ca mêrdî pêdekem. (hêndêk kes le cyatî «hawałanim» dełên «birakanim».

maweyek řadebrê, ałekok gewre debê û berew pîrî deřwa û ew cwanî û gencî caranî namênê, hest be ewe deka ke řoj be řoj jakawtir û sîstir debê. le kirdewey xoy pejîwan debêtewe û wiłam denêrîte lay befir û dełê hawałanim le hewaran hatûnewe û êsta ḧazirim şûy pê bikem. lem laweş befreke dekewête jîr hêrş û pelamarî şemał û lengêze û baran û dwayîn peleqajey jyanî debê, wiłamî bo denêrêtewe û dełê:

- ałekokey kułkine (pirçine)

çořawkem kewte bine,

bo çîme mał û jine,

bew core dwahîway ałekok debřê û nahumêdî û dax û pejîwanî bo demênêtewe.

dyare mebest le çîrokî ałekok emeye ke mirov nabê be hêndêk serkewtinî katî û napayedar heway lê peyda bê û le xoy derçê. dena wek ałekok pejîwanîyekî bê sûdî bo dimênêtewe û hîçî dî.