hemû řenge

tabłoyek le sałî 1344 y şarî mehabad
From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 1 minutes  1296 views
şeqam û bazař,
piř le ḧeşîmet,
nîwey xomane,
nîwey bêgane,
bêgane azîz,
xoyî bêqîmet
 
kurdî têdaçû:
yekêk bê’îman,
yekêk peşîman,
yek tewaw dořaw,
yek ser lê şêwaw,
yek têda sûtaw,
yek be firîwan xo firîw deda
yek têdekoşê xo le kes neda
yek kuřî başe,
yek dyare caşe,
yekêk wek nîske berupşitî nye,
yek kes nazanê le kam laye? çye?
yek gîrodey xem,
yek bê zyane ne zor û ne kem,
yek be hîwaye zû hełê, derçê
yek destewdu’a: qet şew laneçê
 
bełam bêgane,
mişkî hembane,
her zîtey çawe û bizey simêłe
le ser me gołe, her çende dêłe
eger bo ême, behar payîze,
 
:::xoşîn lê zîze,
bo wan payîzîş çeşnî behare
«takû em baye lew kuneyřa bê»
bêgane hemûy aẍa û sware
le layekî dî, ca megîm ba bê