beserhat

From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 2 minutes  1192 views
polekotrêk bûyn,
bê xem,
bê xeyał
şew le nêw hêlaney awatêkî berz,
her yekî çawî le estêrey geşî umêdî xoy,
zor be nermî her wekû řewtî şemał,
řûbeřûy tîşkî beyanî arezû pêşwaz
berbeyanan,
mestî xewnî xoşî şew bûyn
şew debowe,
řoj debowe.
polekotrêk bûyn,
bê xem,
bê xeyał
çel çele dengêkî xoşî aşna
lewberî dîwarî berzî danraw
 
::hestî mestî řadejandîn
katêkîş ew denge debřa,
xo firîw dan xo hebû
 
polekotrêk bûyn,
bê xem,
bê xeyał
cwantirîn mêrgî xudaman bû
takû řojê, daxekem:
yek le ême hełfiřî,
řoyî,
hewałî lê biřa
çunke řawker şwênî hełgirtibû
ême wa mes bûyn ke ta beynêkî biřwaman nekird
paşî çendê:
sirit wixurtin kewte beynê,
kořî xoşin lê biław bû
maweyek řabird,
yek yek û dû dû û sê sê kořman best
kořêkî nwê
- lêy nełêm başe!
taze řawker kotrî dîbû,
fêr bibû pêman
taze bê û dest hełgirê lêman?
- daxekem hey hû!
 
sałêkîş řabird
çendêkî dîş
takû yek şew,
- yek şewey řeş,
herwekû naxî diłî dêw û dirinc -
daxekey gewre û giranim:
mêrg û hêllanen nema, têkçûn
mêrgî ême û çendî dîke,
kořî ême û çendî dîke
gişt biław bûn
ew şewe řawçî lepiř hatin be ser werbûn...
yan weçeng kewtîn û gîrayn,
yan fiřîn bo ewberî dîwarî berzî danraw
 
serguzeştey ême wa bû...
yek weber kewt,
yek le des çû,
yek fiřî,
yek ma,
yek le kotrî destî şuşt û bû be
qaławêkî řûřeş,
yek netirsa
 
serguzeştey ême wa bû
êstê ême û sîse’estêrey humêd,
polêkî dî û kořêkî dî,
řewtî nêw şêwerdêkî dî