têhełkêş

From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 1 minutes  1518 views
gwê bigre bo hejarî
basêk le kurdewarî
řojêk kiçan, neşmîlan
«destey desmał tenzîlan»
 
çepkegułêkî řengîn
kejê û kejał û şîrîn
perî û řûnak û şîlan
«saz bûn biçin bo dîlan»
lepiř dengêk le dûr hat
şika nemamî awat
«bedbextî be pêy fîlan»
«nenge dîlan bo dîlan»