III

From the Book:
Bizey Jyan
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 10 minutes  596 views

deng nakem, cilubergekanim le xurcînêkî denêm, qubad û ḧemo deçin espekan bênin, be derfetî dezanim, zêř û dirawekan le binî xurcîn denêm, be swarî weřê dekewîn, ḧemoşman legełe, qubad dełê:

- řûy xot dapoşe, eger kesêkit dî, dengit lêwe bê bem xencere encin encinit dekem.

řêga hemûy kêw û keje, êsta çêştangaye, geyştîne çomêkî, ḧemo dełê:

- qubad! mandû nebûy tawêkî biḧesêyewe?

- ba....

le řêga ladeden, deçîne nêw mêşey, êre gořayîye, dadebezîn, ḧemo zor bêşermane dełê:

- emin deçim degeřêm, xotan xerîk bin.

dezanim peleqaje sûdêkî nîye, dengê nakem, em car norey ḧemoye. dway îstêk weřê dekewînewe, geyştûyne řasteřêyek, çend kes le dûr dyarin ke bo lay ême dên, qubad dełê:

- dengit der neye dena henaset lê debiřim.

řêbwarekan degene ême, řojbaş deken û deřon, emin nawêrim hawar bikem.

- amanictan kwêye, deçne kwê?

- deçîne meraẍey.

- ḧemotan her legełe?

- na, le řêga lêman hełbiřa, çû bo sayînqeła, ber le řoyîn mał’awayî kird, wełamim nedawe.

- le meraẍe çi debînî?

- çûyne karwanserayek, qubad emnî birde hodeyek û xoy espekanî dakird, hatewe lam û dełê:

- dwayîn care pêkewe debîn, hîwadarim dirawêkî zor bikey, le jûrê karî nemawe, dełê:

- cwantirîn cilkit le ber ke, em xurcîneş legeł xot mehêne, cilkekanit de buxçeyekî binê.

qubad weder kewt, buxçeyekim hêna, zêř û dirawekem lenêw cilkekanim nan û pêçamnewe, qubad çaweřême. deçîne meydanêkî, xełkêkî zorî lêye, le layekî bargîn û hêstirêkî zor bestirawnewe, lew latir çend kejawe řagîrawin, sekoyek le nêweřastî meydanekedaye, kabrayekî qełewî simêł estûr dê bo lay qubad, qubad řûbendekem ladeda û dełê:

- nawî xeyałe....

kabray qełew çawim lêdeka û dełê:

- şitêkî başe.

em car qełewî simêł estûr weser sekokey kewt, sê car destî lêk da û dełê:

emřokeş şeş kiçî cwan, şeş perîman hen, zarkî hegbeketan bikenewe, ta êsta berdey watan nedîwe. kê daraye bête pêş. le destitan deçê, taze şitî awatan weçing nakewê. her êsta pêşantan dedem, cwan çawan bikenewe, hîç ’eybyan têda nîye, yek le yek cwantir û lebartir û le berdiłantir, ewa yekemyan dête ser seko.

kiçêk weser seko dekewê, kabray qełewî simêł estûr řûbendî le ser řûy ladeda, kiçêk le temenî pazde şazde sałaneda, goştin û sipîkełe û mû zerde.

qełewe dełê:

- em gułe nawî şîrîne, nawekey xesar nekirduwe, le penca sikkey zêřweşênewe dest pêdekeyn, penca sikke... penca sikke...

yekêk hawar deka:

- şêst sikke.

qełewe dełê:

- şêst sikke... şêst sikke

yekî dî dełê:

- ḧefta sikke.

yekî dî dełê:

- heşta sikke.

qełewe dełê:

- heşta sikkey zêř... heşta sikkey zêr... heşta sikkey zêr... kes zyadî nekird? lêt pîroz bê.

kabrayekî tengezlî geřawe deçête pêş û heşta sikke bo qełewey dejmêrê û destî şîrînî degrê û legeł xoy deyba. qełewe dełê:

- êsta gułêkî cwantir, kiçêkî lebartir, mindałêkî tazeřesîwtan pêşan dedem, bełam ewey deykiřê debê le ser destanî berêtewe, çunke dejakê.

bew qiseye cemawer pêkenîn, qełewe dirêjey da:

- ew kiçołeye nawî zêřne û be řastî zêře, ca zêřekantan fîday zêřnê biken, pejîwan nabnewe.

kiçołeyek weser kewt, qełewe řûbendekey lada, temenî her dwazde sałe, řeş esmer û çawkejałe, xwênşîrîn û řezasûke.

qełewe dełê:

le ḧefta sikkey zêřewe dest pêdekeyn, ḧefta sikke... ḧefta sikke...

yekêk dełê:

- heşta sikke.

yekêkî dî dełê:

- set sikke...

le dwayîda pyawêkî kełegetî şan panî kose dełê:

- sêset sikke

kes leserî zyad naka û deykiřê. sêyemîn kiç, kiçêkî řeqełey feqîrokeye, kes le bîst sikkey zyatir pê nada. çwaremînyan jinêkî sî û pênc sałaney bałaberzey dem be bizeye, be şêst sikke defroşrê. pêncemîn berde, jinêkî bîst sałaneye, zor cwan û xwênşîrîne, nawî «şaşan»e, ne kize, ne qełewe, sipî û çaw û biro řeşe, her ew kabrayey ke zêřnê dekřê, ewîş dekřê be dûset û penca sikke.

em car norey mine, qełewe le wanî dîke zyatir pêm hełdełê û basî cwanî û xwênşîrînî û řêkupêkî û diłřifênîm deka û dełê:

- nawî xeyałe û be řastî xeyał pyawî debate nêw dinyay xeyałewe, qabîlî şazadane.

řûbendim le ser hełdedatewe. deng û heray xełkî berz debêtewe, yek siławatê denêrê, yek dełê cil alxalqArabic, yek dełê maşałła... qełewe řûbendim ladeda û dełê:

- bo cwantirîn gułî zewî le set sikkewe des pêdekeyn.

- hêşta qisekey be tewawî le dem dernehatbû ke yekêk hera deka:

- dûset sikke...

sêyemî dełê:

- sêset sikke...

- çwarset...

- pênciset...

qełewe sê car destî lêk deda û dełê:

- pênciset sikke... pênciset sikke... pênciset sikke, zyatir heye...?

yekêk gaz deka:

- heştiset sikke...

hera denêw xełkî dekewê, hemû pêyan seyr debê, heştiset sikke?! kes le serî zyad naka û her ew kabra koseyey ke zêřn û şaşanî kiřîbûn, emnîş dekřê. hersêkman swarî kejawey deka û weřê dekewîn. nîzîkey şêst swarman legełe. pêş ewey řêga dabgirîn, kabray kose serî dênête nêw kejawekeman û dełê:

- zor bexêr bên, bextitan yare ke emin êwem kiřî, êwem bo ḧakmî tewrêzê kiřîwe, deçne nêw ḧeremê û qerewaş û destupêwendêkî zor xizmettan deken. le nêw kejawekey êmeda her emin û zêřn û şaşanîn, dest dekeyn be wituwêj, şaşan dełê:

- emin taze şûm kirdibû, degeł şuwekem deçûynewe małe bawkim, cerdan hêrşyan bo kirdîn, dest û pêy şuwekemyan best û be cêyan hêşt û emnîşyan dizî, serokî cerdekan dû mangî řagirtim û katê lêm têr bû, emřo firoştimî.

zêřn dełê:

- emin kiçî kabrayekî hejarim, pareke pyawêkî nenasraw hate xwazbênîm, bawkim le ber nedarî û hejarî dûset sikkey lê wergirt û emnî pê firoşt, ewdem emin yazde sałim bû, kabra sałêkî řagirtim û emřu firoştimî û set sikkeşî sûd kird.

emnîş beserhatî xomyan bo degêřmewe....

azad dîsan le xewî hestandim, pêy wa bû bo emřo bese. beserhatî jyanî pêşûy xomim pê seyr û semere bû. çendim kwêrewerî û çermeserî dîbû. daykim û gizîng bom degryan, jîro xembar bû, azad gutî:

- mamend ya qubad heqî xoy bû be destî min bikûjrê, hoy tewawî ew çareřeşîyane ew dêwezmeye bû. hîwadarim le jyanî dahatûyda bibête mirovêkî baş.

emin gêj û wiřî beserhatî xom bûm, axo le dwayeda çim be ser dê? daykim hewday xeyałmî lêk piçřand û gutî:

- le dirêjayî mêjûda her jinî bestezmanyan çewsandotewe.

jîro gutî:

- le pyawanîş zułim kirawe, hezaran berdey pyawîş hebûn.

azad gutî:

- jin û pyaw ferqî nebuwe, hemîşe zordaran be ser bêdesełatanda zał bûn, herçî dest řoywitir buwe, bo ewey mał û dirawî xoy zyatir bika, destî be ser mał û gyanî bêdesełatanda dagirtuwe û bo geyştin be amancî xoy hemû cînayetêkî kirduwe. be kurtî cyawazîy çînayetî bote hoy hezaran kirdewey dijî mirovayetî wek pyawkujî, be berde girtinî jin û pyaw û mindałan, małwêran kirdin û... pêtan wa nebê êsta ew zułim û zorîye nemawe, êstaş heye, bełam be řengêkî dî û be şêweyekî dî.

jîro pirsî:

- key tewaw debê?

- katêk ke her kes be berhemî şan û bahoy xoy beřê çû, wek miłozmêk řeg û řîşey kesanî dîke nefroşê, ewdem komełêkî yeksan dademezrê. ewdem ewey zortir kar bika beřêztire, keçî êsta bedaxewe ewey dewłemenditre be řwałet řêzî zortire.

daykim pirsî: biłêy řojêkî wa bê?

- a..., çi bimanewê û çi nemanewê debê. ewe řewřewey mêjûye deçête pêş û berew ew komełe deçê. bo nimûne êsta ew berde firoştin û berde řagirtinî çend set sał pêş nemawe, ewdem jyanî xełkî leser ajełdarî saẍ bibowe û ajełdarî pêwîstî be destupêwendîyekî zor hebû ke be řagirtinî berde nebaye beřê nedeçû, bełam êsta ajełdarî be şêwey řabirdû nemawe, zeman, zemanî maşên û têknîke. dyare êstaş çewsandinewe heye, bełam nek be şêwey berde řagirtin, be şêwey nedanî heqî kirêkar be tewawî, wata xawen karxaneyek le cyatî ewe ke be tewawî nirxî karî kirêkarêk le ber çaw bigrê û bîdatê, kemtirî pêdeda, eger debê hezar timenî pêbda, şeşset timenî wêdeda û çwarsetî bo demênêtewe, ew çwarset timenane debne hoy zyatir dewłemend bûnî xawen karxaneke û le akamda kirêkarî çewsawe her hejartir demênêtewe û xawen karxaney dewłemend, dewłemenditir debê.

emin be wirdî gwêm dabuwe qisekanî azadî. wêřay wêçûyî û mendî û cwanî, pyawêkî zana û hêjam hate ber çaw, pêm xoş bû her qisan bika, be dengî pyawaney oxjinim dehatê.

gizîng keşefêkî ça bo hênayn, le pêşda bo azadî řagirt ta êstîkanêkî hełgirê, dwaye bo daykimî řagirt û emca bo minî hêna û le dwaye bo jîroy bird. daykim û azad xerîkî qisan bûn, emin le jêr çawmewe demřiwanîye gizîngî, gizîng keşefekey birde pêş jîro, her ke jîro wîstî çayekey hełgirê gizîng kişandîyewe, jîro be mendî çawî hełêna û çawêkî le gizîngî kird, herdûkyan pêkenîn, hestim kird diłyan be řisteyekî nadyar lêk girê dirawe, serim berdawe, daway bextewerîm bo kirdin.

azad nanî nîweřoyey le małî ême xward û dway nîweřoye daykim le gizîngî wîst ke goranîyekî biłê, jîro sazekey amade kird û gizîng be dengêkî birîndar destî pêkird:

- ewîn mayey jyan û bûn û mane

ewîn řaygirtuwe çerxî zemane

jyanî bê ewîn deştî nebûne

le sayey ’îşqe em dinyaye řûne

dełên yarê gutî carê be yarê

geřîdey şarezay zor gund û şarê

le hemwan xoştir û cwantir çi cêye?

gutî ew cêye xoşe yarî lêye