II

From the Book:
Bizey Jyan
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 31 minutes  1005 views

daykim berew derkey çû, serim hełêna çawim be gizînkî kewt, firmêskî le çawan deřjane xwarê, legeł eweş bizey le ser lêw bû. hestam le amêzim girt, yektirman řamûsî, zyatir le caran xoşim lêy hat, detkut deyan sałe pêkeweyn, hestim kird hêzêkî nihênî bo lay yektirman řadekêşê, ta ewdem awa lêy xurd nebbûmewe, zorim aşna hate ber çaw, wîstim lêy bipirsim: gizîng! eto kêy, le kwêm dîwî? le piřřa daykim heray jîroy kird û gutî:

- jîro! zû were demewê mizgênîyekit bidemê.

jîro wejûr kewt, wek caran mend û hêdî leserexo bû, daykim gutî:

- jîro were danîşe.

jîro serî sûř mabû, le daykî pirsî:

- daye gyan! ewe bo giryawî?

daykim gutî:

- řołe le xoşyan, eger ta êsta be sedan car firmêskî xembarîy minit dîwin lemewla naybînîyewe, eme firmêskî şadîme.

jîro ḧebesabû, neydezanî çi qewmawe, be sersûřmanewe danîşt û çawêkî le min û gizîng kird, hemûman çaw be firmêsk, bełam dem bebze bûyn, daykim gutî:

- jîro gyan! zor caran pêm gutûy kiçêkim hebû le destim da, zor caran bo ledestiçuwekem giryawim û henasem hełkêşawe, gelêk car bûme hoy xembarîy to, řenge pêt seyr bê ke biłêm emřo kiçekey xom dozîwetewe!

jîro çawî lê zeq bû û gutî:

- jwan...!? neka em jwane....

daykim gutî:

- ba, hewe, eme xuşkite....

jîro çawî le min biřîbû, xom pê řanegîra û le amêzim girt û gutim:

- jîro... jîro... biray xoşewîstim....

jîroş be germî le baweşî girtim û gutî:

- jwan...! take xuşkekem... bo zûtir nedehatî? nazanî daykim le dûrî to çî kêşawe....

danîştin, gutim:

- xudaye zor şukur... nozde sałan be bêkesî jyam, bełam êsta daykîşim heye û biraşim heye.

lew demeyda webîr daye şem û kak pîrot kewtim û gutim:

- herçend le êwe dûr bûm, bełam gořyan piř bê le nûr, daye şem û kak pîrot cêgey êweyan le jyanmida piř kirdibowe, dyare êwe şitêkî dîken.

daykim hesta şîrnî û şerbet û mîwey hênan daynan û be jîroy gut:

- jîro heste sazeket bêne, emřo gewretrîn cêjnî jyanmane, hewayekî şadmanîman bo lêde.

jîro hesta sazêkî hêna û herçende temenî nebbuwe hejde sał, zor be karameyî û lêzanîyewe dengî sazekey berz kirdewe û hewayekî şadî lêda. gizîng be byanûyekî bo lay hodekeman çû û bê ewey daykim û jîro têbgen be ser emnî bang kird, çûm, gutî:

- jwan gyan pêm xoşe be şadî êwe goranîyekî biłêm, bełam pêm şûreyîye.

destim le ser şanî dana û gutim:

- bo şûreyîye gizîng gyan, huner nabê bişardirêtewe, debê hemû kes kelkî lê wergirê, taze emřoke xoştirîn řojî jyanmane, eweş bizane ta demirim dest le to hełnagirim û man û nemanman pêkeweye, were danîşe, xom pêşnyar dekem û dawat lêdekem boman biłêy.

hatînewe, ew hewayey ke jîro destî pêkirdibû tewaw bibû, gutim:

- daye gyan! gizîng dengî xoşe, demewê daway lê bikem be goranîyek şadtirman ka.

daykim be bizewe gutî:

- zorim pêxoşe, gizîng gyan etoş kiçî xomî, emřo xuda tołey bo kirdûmewe, le cyatî kiçêk dû kiçî dawmê, êreş małe xote, eger be goranîyek mîwanman bikey zorit sipas dekem.

gizîng le şerman sûr hełgeřabû, serî berdabowe, bo ewey şermî bişkê gutim:

- gizîng gyan çiman bo dełêy?

- nazanim... çi biłêm?

- çit pê xuşe bîłê.

gizîng çawêkî le jîroy kird û gutî:

- bazî bêryan xoşe?

jîro be bizewe gutî:

- zor xoşe...

dengî asmanî û diłinşînî gizîng têkełî dengî sazî jîro bû, çi dengêk! zayełey le dił û gyan denîşt, mirovî debirde dinyay xeyałewe, dengî bêwêne bû... hemûman pêman seyr bû, jîro tewawî bîr û hoşî xistibuwe ser sazekey, be çazanîyewe hunerwerî dekird, dû hunerwer geyştibûne yek, goranîyeke tewaw bû, sipasman kird, daykim pêy gut:

- wa be hasanî destit le yexey nakeynewe, em car çiman bo dełêy?

gizîng gutî:

- le şadîy êweda goranî çi nîye, gyanîşim fîda dekem.

daykim gutî:

- gyanit siłamet bê, pêm xoşe «sewze hay sewze» yekîşim bo biłêy.

- be çawan.

dîsan ême bûyn û xuday deng û mosîqa... ême bûyn û dengî sazî bilawênî jîro û zayełey dengî diłřifênî gizîng. ew řojem qet le bîr naçê, hîçman xemman nebû, le ber çawman derk û dîwar pêdekenîn, le asman şadî debarî, le diłmanda gułî awat xemłîbû. lay êwarê daykim be jîroy gut:

- jîro gyan! maşêneket hełke deçîne bazařî.

le bazařî daykim bo min û gizîng yekî dû dest cil - wiberg û yekî milwankeyekî zêřî kiřî û dway geřan û pyase geřaynewe małê. wîstim le barey bawkimda le daykim pirsyar bikem, bełam nazanim bo nempirsî, dway dû řojan xom pê řanegîra û le daykim pirsî:

- daye gyan! edî bawkim..., bawkim kêye..., mawe...?

daykim henaseyekî hełkêşa û gutî:

- nazanim řołe....

- edî bo pêkewe nîn, lêk cya bûnewe?

- pêkewe nebûyn ta lêk cya bînewe!

- çon...?

- çit lê bişarmewe, her debê řojêkî hemû şitêkî bizanî, le êsta baştir nîye.

be tasewe çawim le demî daykim biřîbû, jîro le mał nebû, gizîng le laman danîştibû, daykim gutî:

- emin kiçî pyawêkî cûtbende bûm, wekû deyangut zor cwan bûm, ew zewîyey be dest bawkimewe bû hî aẍakeman bû, aẍa pyawêkî zordar û be desełat bû, bîruřay derebeganey hebû, tenya kuřêkî hebû be nawî řêbwar.

řêbwar wek bawkî nebû, kuřêkî hêdî û têgeyştû bû, be temen pênc sał le min meznitir bû, çarde sałane bûm ke gîrodey yektir bûyn, yektirman zor xoş dewîst, řojêk çawman be yek nekewtiba oqreman lê hełdegîra, herçî zeman řadebird agirî ewînî ême tunditir debû, řoj be dway řoj têdepeřî û ême be hîway jyanêkî têkřayî bûyn. ḧevde sałim bû ke řêbwar pêy le bîst û dû sałey temenî nabû, bawkî pêşnyarî pêdeka kiçî biray xoy bo bixiwazê, řêbwar mil nada û řadespêrête lay bawkî ke eger jinim bo dênê kejałim bo bixiwazê. bawkî ke êmey hawşanî xoy nededî, tûře debê û dełê her ewe mabû le lay aẍawetan serşoř bim!

maweyek bêdengî lê deken, lew maweyeda ême zyatir le caran gîrodey yektir bibûyn takû řojêk be derfetman zanî û le nêw mêşey małe aẍay legeł řêbwar danîştîn û xerîkî řazunyaz kirdin bûyn, herdûkman law û sermestî ewîn û xoşewîstî, herdûkman gîrodey yek, ewîn û xoşewîstî weha çawî kwêr kirdibûyn ke dwařojman nededî, ewe bû ke bedaxewe ewey nedebû biqewmê qewma... katê zanîm mindałim wezgî kewtuwe, emnîş û řêbwarîş şêwayn û şemzayn, bełam kar le kar tirazabû, řêbwar dîsan tikakarî narde lay bawkî ke emnî bo bixiwazê, bawkî milî her neda. lew maweyeda bawkim beserda mird û tenya emin û daykim maynewe, daykî kiłołim katê zanî zigim piře, be çepokan wergeřa serugwêlakî xoy. daykim bo ewey abřûy neçê emnî narde şarî, małe destexuşkêkî xoy be nawî yay pîroz. řêbwar her hatûçoy dekirdim û pêy lê nedebřîm. le mang û řojî xomda bûm ke bo dwayîn car denêrête lay bawkî diłřeqî ke emnî bo bixiwazê. bawkî em car tûře debê û dełê eger carêkî dîke ew qisey bibîsmewe be destî xom řêbwar û kejałî dekûjim. bawkî qisey yek bû nedebû be dû, pyawkuştin û awxiwardinewey bo yek bû. dway çend řojan eto le dayk bûy, nawman nay jwan.

çiman pêdekira, ta key demtiwanî le małe yay pîrozê hełkem? řêbwarîş řoj le řoj zyatir têkdeçû û detwayewe, xemî xom nebû, xemî řêbwarîm bû, daykim legeł yay pîrozê sirteyan kird û le akamî wituwêjekeyan be min û řêbwaryan gut pêman başe ew mindałey řanegirin çunke debête hoy abřûçûnî kejał, le ber derkî mizgewtêy danên xêrxiwayek bîbatewe... emnîş û řêbwarîş destiman kird be giryan, bełam çar çi bû, debwaye ew kareman kirdiba. řêbwar de sikkey zêřî le nêw melotkekey na û emnîş dû dest cilkî mindałanim legeł xist, řêbwar le ser kutekaẍezêk nawî to û pîtî hewełî nawî xoy û minî nûsî û le ser sîngî danay û beyanîyekî zû birdî le ser sekoy ber derkî mizgewtî gewrey danay û xoy ḧeşar da û çawî lê dekirdî ta kak pîrot dê û hełtidegrêtewe. řêbwar weşwênî dekewê û małekey fêr debê, hemû şewî heynîyan besteyek diraw le małe kak pîrot dawê.

le dway yek dû mangan daykim û yay pîroz her le gwêyan dexwêndim ke řêbwar natwanî to bênê, bêt û karî wa bika le teşqî asmanîş bê, bawkî her dûktan dekûjê. baştir emeye lêre biřoyn, biçîne şarêkî dî ta bizanîn xuda çiman be ser dênê, xuda hełnagrê řêbwarîş gunahêkî nîye, her ke çawî be to dekewê demrê û dejîtewe. çarim nebû, geyştibûme xałî dwayî ewînêkî nakam. lew laşewe bezeyîm be daykî çareřeşmida dehat, her çonêk bû řazî bûm, hatîne şarî «bi», le qeraẍ şar hodeyekî feqîraneman be kirê girt û legeł daykim karî małanman dekird û xoman be řê debird. hewałî řêbwarim lê biřa, mangêk têpeřî, řojêk pyawêkî mend û wêçû hate małekeman û gutî:

- nawim kaweye, le kesêk degeřêm ke bibête binawanim, êweyan pê nasandûm, eger pêtan xoşe werin agatan le małekem bê, emin be mang nayemewe małê û karekem corêke ke zortir le şaran degeřêm.

daykim řazî bû, gwêstimanewe. kawe wekû deygut sî - wiheşt sałî bû û jinekey taze le dest dabû, pyawêkî dewłemend û nawbederewe bû, dway ḧewtûyek pêşnyarî pê kirdim şûy pê bikem. emin weha destařî zeman hařîbûmî ke gêj û kas bibûm, serim berdayewe û çim negut, kawe legeł daykim qisey kird, daykîşim be minî gut:

- řołe çarenûs wa buwe, êstaş nabê xot firîw dey, be qisey min dekey şûy pêdekey, pyawêkî başe, mend û leserexoye, sorewtoreşt nîye.

milim da û şûm pêkird, dway sałêk xuda jîroy pêdayn, jîro pêřewke bibû ke daykim beserda mird, hêşta xemî jînî řabirdû û le destidanî daykim wazî lê nehênabûm ke řojêk be daxewe hewałî mergî kaweyan bo hênam. maşênekey hełdêrabû û xoşî we jêr maşênekey kewtibû... emin mabûmewe û jîro û çarenûsî nadyar. kawe miłk û małêkî zorî le paş xoy be cê hêşt, be seryan řageyştim û jîrom gewre kird. le małî dinyaye hîçim kem nebû, bełam hemîşe be yadî to bûm, hemîşe degryam û desûtam ta xuda bezeyî pêmda hat û tom dîtewe.

- edî bawkim çî be ser hat?

- nazanim, hewłim deda feramoşî kem, her boyeş eme nozde sałe neçûmewe şarî «k».

her çend diłim bo bawkimî lêdeda û boy desûtam, be daykim gut:

- îdî dewranî naxoşî û çareřeşîman tewaw bû, lemewla řû dekeyne xoşî, debê karêkî bikeyn ke xemî řabirdûman le bîr biçêtewe, řabirdû řabird, debê çaw le dahatû bibřîn û berew ḧesanewe biçîn.

daykim gutî:

- şukirî xuda be awatim geyştim, tom dîtotewe, hîç xemêkim nîye, bełam pêm xoşe toş beserhatî xotim be wirdî bo bigêřîyewe.

gutim:

- ewendey le bîrme jyanim le şarî «k» û le małe kak pîrot dest pêdeka. daye şem û kak pîrot be řastî dû firîşte bûn, emnyan le çawî xoyan pitir xoş dewîst, dway mawyek małman çû bo şarî «s».

pêm xoş nebû basî azarî mindałan û besê řeşê bo daykim bigêřmewe, gutim ba neşemzê. bêcge lewe hemû şitêkim be wirdî bo gêřawe ta katê legeł azadî aşna bûm, daykim qisekanî azadî lê bîstim gutî:

- biłêy azad şêt nebê...?! çon gutûyetî sêset sał lemewpêş pêkewe bûyn?

daykim herçend zor jîr û têgeyştû bû û zyatir le pêwîstî temenî, zanistî hebû, bełam legeł felsefey jyanewe (tinasix) aşna nebû, be wirdî û be şêneyî hemû şitêkim bo gêřawe û ewendey pêwîst bû têmgeyand, be tasewe gwêy dabuwe qisekanim û be şikewe bîrî le jyanewe dekirdewe, le dwayeda gutim:

- sibeynê azad degeřêtewe.

daykim gutî:

- pêm xoşe ke hatewe teleyfûnî bo bikey bê bo êre legełî aşna bim.

sibeynê ke teleyfûnim bo azad kird le małê bû, dway řojbaş û lêkpirsîn gutî:

- zorim pê xoş bû ke teleyfûnit bo kirdim, se’atêke hatûmewe û her çaweřê bûm teleyfûnim bo bikey.

gutim:

- detwanî bêye êre?

- le kwêy, le małe xałtî?

- na le małe xomanim.

- małe xotan? eto detgut małman le şarî «s» ye û deçme małe xałim...?

- bêye êre hemû şitêkit bo řûn debêtewe.

azad hat, hemûman danîştîn û destiman be qisan kird. azad gutî le zanistigey felsefe dexwênê û le barey bîruřay jyaneweda be zimanêkî sakar dwa û daykim û jîro û gizîng bewrdî gwêyan bo hełxistibû. azad zorî nimûne hênawe ke sûrî dekirdewe jyanewe řaste û gyanî ême le pêşda leber leşêkî dîkeda buwe û dway mirdinîş gyanî ême namrê û deçête nêw leşêkî dîkewe.

katê qisekanî azad tewaw bûn pêm gut:

- ew řojey ke tom dî be minit gut xeyał... gutit jyanî řabirdûman têkeław buwe, dekirê lew barewe herçî dezanî pêm biłêy?

- her debê pêt biłêm, wekû ew řoje pêm gutî, sêset sał lemewpêş min hebûm, toş hebûy, to kiçî derebegêkî lay sine bûy, bawkit zor be desełat û xawen destupêwend bû, le mełbendêkî gewreda ḧukmiřanî dekird, kes neydewêra xoy le qerey bida. emin xełkî hewraman bûm, feqê bûm, řojêkî to legeł binemałeket hatî bo ew gundey emnî lê bûm, miłkî xotan bû, to zor cwan bûy, wek êsta, her em řwałetet bû. emnîş be carêkî aşqit bûm, toş ke çawit be min kewt wek askołêk siłêkit kird û be bizeyek hestî derûnit derbiřî, toş ḧezit lêm bû. emin temenim bîst û sê sał bû, etoş ḧevde sałit bû, çend caran yektirman dî û řazî nihênîy xoman bo yektir dirkand. min feqêyek bûm û to kiçî gewretrîn derebeg û ḧakmî kurdistan bûy. gelêk lêk dûr bûyn, bełam ewîn û ewîndarî hêł û sinûrî çînayetî nanasê. bełênîman be yektir da ke mirdin û jyanman pêkewe bê. nedekira binêrme xwazbênît, basî ser bû. demanzanî bawkit mil nada, bê şik serîşim têda deçû. çon debê feqêyekî řûtełe binêrête xwazbênî kiçî ḧakim û gewretrîn derebegî kurdistan? le layekî tir zêde le řade yektirman xoş dewîst û hîçman nemandetwanî bê yek hełkeyn. le tom pirsî:

- çare çîye?

be bwêrîyewe gutit:

- deřoyn... lem şare hełdêyn deçîne tewrêz û ser pêkewe denêyn. dway çend řojan geřayewe bo sine. be pêy qerarêkî damannabû weşwênit kewtim. nîweşewêk be swarî hełatîn û be teqłekut le şarî sine dûr kewtînewe. řoyştîn, her řoyştîn, etu xurcînêk ciluberg û xwardemenî û zêř û dirawêkî zorit legeł xot hênabû, xoman le awayîyan nîzîk nedekirdewe, demanzanî bawkit şatran denêrête henderan û řadespêrê bimangirin.

dway çend řojan geyştîne mełbendî geřûs û dirêjeman be řêy xoman da ta geyştîne nawçey hewşar, diłnya bûyn taze destî bawkit wêman řanaga. êwareyekî lamanda aşêkî, aşewaneke pyawêkî řeştałey řezagranî çawsûr bû, dway řojbaş gutim:

- kake mîwanan řadegrî?

- mîwan bexêr bê, fermûn dabezin.

dabezîn û espekanî lê wergirtîn û gutî:

- êwe fermûne jûr emin deçim dayandekem.

aşeke dûre’awayî bû, koxêkî le tenîşt bû, çûyne nêw koxeke. aşewaneke ke nawî qubad bû be pirsyaran gêjî kirdîn: le kwêwe hatûn, bo kwê deçin, çone řêtan lêre kewtuwe? nemandezanî çî le barandaye. şew nan û jajîyekî le pêş řonayn û awxorîyekîş doy le la dana û gutî:

- bibûrin her emem heye.

be sipasewe nan û jajî û doyekeman xward û destiman kird be qisan, řêgam lê pirsî, gutî:

- lêrewe sayînqeła dûr nîye, lewêwe barîkeřêyek heye řenge be dû řoj û danêkî bigene meraẍey. ber le xewtin qubad gutî:

- deçim serêkî espekan dedem.

emnîş gutim:

- emnîş legełit dêm.

zortir mebestim ewe bû cêgay espekan bizanim. řoyştîn, emnî be nêw doł û xiřêkîda bird, mangeşew bû, tirîfey mang řêyekey řûnak kirdibûyn, hêndêk řoyştîn, geyştîne berdêkî gewre, qubad pirsî:

- dey kakî zawa! zêř û dirawêkî zortan pêye?

ew pirsyarem zor pê seyr bû, şikim boy çû ke debê mebestêkî xirapî hebê, řawestam, pałim we berdekey da û gutim:

- bo depirsî?

qaqayekî kêşa û gutî:

- ca çon wa debê, to jinêkî cwanit hebê û zêř û dirawêkî zor û emnîş hîçim nebê? le hemuwan beşim dewê....

be tûřeyyewe gutim:

- eto le lay xoy pyawî, debê şermê bikey, taze ême mîwanî toyn....

qubad xencerêkî le baxełî derhêna û heřay kirdimê û gutî:

- zorîş demřastî, way naxoy....

pêş ewey bitwanim xom biparêzim xencerekey ta deskan le sîngim řokird, nałeyekim kird û be lada kewtim, bezeyî pêmda nehat û weber xenceranî dam. bo hemîşe çawim wêkna û agam le to û le dinya biřa. nazanim îdî çî be ser to hêna...! ewey debê boxut řûn keyewe....

azad tawêk bêdeng bû û gutî:

- dezanî qubad kê bû?

- mamend...?

- a,... mamend bû. małe bawkim le dêyekî nîzîk gundî małe mamende, mindał bûm ke çawim pêy kewt, aşnam hate ber çaw û le xowe řiqim lêy hesta, ewdem nemdezanî bo xoşim lêy nehatuwe. katêk gewretir bûm, wirdewrde wek xewnêk řabirdûm we bîr hatewe, bełam diłnya nebûm, nemdezanî xewn û xeyałe ya řaste, ta legeł bîruřay jyanewe aşna bûm. řojêk le mamostakeman, ke hîpnotîzmî dezanî, dawa kird de xewm bika û bimbatewe jyanî pêşûm ta bizanim kê bûm û çim be ser hatuwe. hemû şitêkim bo řûn bowe û mamendim nasîyewe, tom we bîr hatewe, her çawim le kiçan û jinan degêřa ta beşkim to bibînmewe, ta xot hatî bo lam.

- ew dem nawman çi bû?

- emin nawim serdar bû, etuş xeyał.

- emnîş detwanim bigeřêmewe bo dwaye?

- bo natwanî, hemû kes detwanê, detgeřênmewe, hemû şitêkî řûn dekemewe.

- çon?

- hîpnotîzimit dekem, de xewt dekem û detbemewe dwawe bo sêset sał pêş.

- eto hîpnotîzim kirdin dezanî?

- a, hîpnotîzim hêzêke ke le çawî hemû kesda heye, bełam debê karî le ser bikirê. tenya hîpnotîzim nîye, manîyetîzmîş heye, eweş hêzêke ke le leşî mirovdaye, betaybetî le serî qamkekanîda, be yarmetî hîpnotîzim û manîyetîzim mirov dexew dekirê.

- key dexewm dekey?

- emřoke be řêgada hatûm, mandûm, yek dû řojî dî.

daykim û jîro û gizîng be tasewe gwêyan dabû be wituwêjî min û azad, dway tawêk daykim be azadî gut:

- bew qisane serim sûř mawe, zorim pê seyre.

azad wełamî dawe:

- em dinyaye şitî seyrî zor têdaye, debê çaw û gwêman bikeynewe û be sirincewe biřwanîne řûdawekan ta zor řazî nihênîman bo řûn bibnewe. eger her le řikey bîruřayekî teskida xoman bend bikeyn û hewł nedeyn pêman le ceẍzî jyanî asayî wawe binêyn, wek xulxule her le dewrî xomanda desûřêynewe û her beranberî xoman debînîn û hîçî dî. bîr kirdinewe û hewł û teqela bo pitir fêr bûn û zyatir zanîn gunah û tawan nîye, zorîş pêwîste. řenge êsta be şikewe em qisanem lê wergirin, bełam ba jwanî de xew kem û xotan le demî bibîstin ke kê buwe û jyanî řabirdûy çon buwe, em car biřwam pêdeken, nek be min, be bîruřay jyanewe.

daykim gutî:

- zorim pê xoşe, emřo sêşemmoye, řojî heynî her ser le beyanîyewe were le dewrî yek dadenîşîn û ewdem jwanî de xew bike.

azad řoyî û ême maynewe, daykim be gizîngî gut:

- gizîng gyan! dengî to le dił û gyanmida karîye, pêm xoşe be goranîyek bimanxiwênîyewe.

gizîng be şermewe gutî:

- be çawan, çitan bo biłêm?

- xot dezanî, her çî biłêy pêman xoşe.

gizîng be dengî asmanîyewe destî be goranî řawçîyan kird, dway tewawbûnî goranîyeke daykim pêy gut:

- gizîng gyan eto dengit zor xoşe, huner nabê bikujrê, pêm xoşe le lay mamostayekî fêrî goranî gutin be şêweyekî zanistî bî, jîroş deçête fêrgey mosîqa, bo etoş naçî?

gizîng bizeyekî hatê û çawêkî le jîro kird, jîro çawî le demî biřîbû, gizîng gutî:

- êwe řêtan dawim, be xêwim deken, deşminêrne fêrgey, çon cwabî çakey êwem pêdedrêtewe?

daykim gutî:

- em qisane çîye? xo pêm gutûy êre małe xote û etoş bo min kiçêkî wek jwan, pêm xoş nîye carêkî dî em qisanet lê bibîstim, êstaş hawîne û derfetî başe, her sibeynê legeł jîroy biço nawit binûse û fêre mosîqa be.

le jêr çawmewe çawêkim le jîroy kird, wek guł geşabowe, gizîngîş bizey le ser demî wela nedeçû, bîrim kirdewe gizîng kiçêkî başe, bełam carê kem temene, jîroş temenêkî way nîye dena....

le sibeynêwe gizîng û jîro be yekewe deçûne fêrgey mosîqa û le małîş jîro ke le mosîqada lêzantir bû, fêrî dekird. be zûyî wa ogrî yektir bibûn ke detgut sałanî sałe pêkewe jyawin.

jyanêkî xoşman dest pêkirdibû, wirdewrde karubarî małêm we esto girt, řojî heynî azad hat, le caranim cwantir û řêkupêktir hate ber çaw, bałaberz û sipîkełe, çaw û biro řeş, akarî pyawane, mend û leserexo. le diłî xomda gutim debê le jyanî pêşûşda awa bûbê ke emnî gîrodey xoy kirdibû. danîştîn çayekman xwardewe, be tasewe çaweřwan bûm ke azad pêm biłê were de xewt bikem, be dił biřwam pêy hebû, her çonêk bû gutî:

- emin amadem.

emin le beranberîda danîştim û daykim û jîro û gizîng be bêdengîyewe çawyan têbřîbûyn. min çawim le çawî azadî dekird, ta ewdem awa çawgelîm nedîbûn, detgut çawî mamze, nûrêkî seyrim têda bedîkird, hestim kird tîşkêk le çawanîyewe dête nêw çawanim û lewêwe deçête nêw mêşkim. zorî pê neçû xom pê řanegîra û xewm lê kewt, le dengî azad zyatir çim nedebîst, gutî:

- pêkewe degeřêynewe dwawe, emnî birde mangêk pêştir, pirsyarî lê kirdim:

- çi debînî?

- le şarî «s» êm, le małe mam ḧacî, legeł ḧacîjnê danîştûyn û çay dexoynewe.

em car birdimîye sałêk pêştir û herçî demdî bom gêřawe, birdimîye de sał, pazde sał, nozde sał lemewber û pirsî:

- çi debînî?

- melotkeyek le ber derkêkî gewre le ser xwacaney řonrawe, kabrayek lêy nizîk bowe û hełîgirt û řoyî..

- derkeke derkî kwêye?

- derkî mizgewtêye.

- pyaweke kêye?

- kak pîrote.

- melotkeke kêye?

- emnim.

- em car bo dwawetir biço, bo sałêk pêştir, çi debînî?

- hemû layek tarîk û tinûke çim lê dyar nîye....

- penca sałî dîke biço bo dwawe, çi debînî?

- her dinyayekî tarîkî tarîk, hîç dyar nîye....

- ewende berew dwawe biço ta şitêkî debînî.

- emnyan le qebrî nawe û xerîkin fatîḧem bo dexwênin.

- eto mirdûy?

- a...

- temenit çende?

- şêst û dû sał.

- çil û pênc sałî dîke biço bo dwawe, çi debînî?

- dû kejawe be řêyeda deřon, sî çil swarîşyan legełe.

- kê le kejawey pêşewedaye?

- bawkim û dû kesî dîke.

- kejawey piştewe kêy têdaye?

- emin û daykim û dû xuşk û biray le xom çûktir.

- eto nawit çîye?

- xeyał.

- temenit çende?

- ḧevde sał.

- her wa biço pêş bizane çi debînî?

- geyştîne gundêk, xełkêkî zor be pêşwazmanewe hatûn, meřêkyan le pêş kejawey bawkim le erdî da û seryan biřî, kabrayek hate pêş, bawkimî bexêrhatin kird, bawkim û dû pyawekan dabezîn. ême řoyştîn, geyştîne małêk ke le ber qedî kêwêkî berz saz kirawe. małekanî êre hemûy be lapałî çyawe dirust kirawin, le dûrewe dełêy leser yektirîn, çûyne małê, yek dû jin hatin êmeyan bexêrhatin kird, be zarawey hewarmî qisan deken, emin başî tênagem.

- lew řojey geřê, biço bo sibeynê, çi debînî?

- nanî beyanîman xward, emin dême der, şoř debmewe bo lay xwarê, êre dołêke, çomêkî řûn be naxîda deřwa. derewey awayî hemûy lêřeware, wirdewrde deçme pêş, kanyawêkî xoş debînim, deçme pêş, kuřêkî lêye, desrokeyekî sipî le serî bestuwe, kitêbêkî be destewe, zor cwane, çawanî mestî mirov mest deka, řojbaşî lêdekem, bebzewe wełamim dedatewe û bexêrhatnim deka, lêy depirsim:

- nawit çîye?

- serdar

- xełkî êrey?

- na... lêre feqêm, edî to nawit çîye?

- xeyał....

- çi nawêkî xoşe.

pêkewe qisan dekeyn, xoşman le yektirî hatuwe, se’atêk zyatre pêkeweyn, qerar dadenên sibeynê dîsan yektir bibînînewe, emin degeřêmewe bo lay małê.

- çend řojan lew gundey demênîyewe?

- mangêk zyatir.

- hemû řojê serdarî debînî?

- detwanim biłêm a.

- dwayîn řoj ke legeł serdarî, çone?

- le nêw lêřewar şwênêkman dyarî kirduwe, deçim, serdar çaweřême.

- çî pê dełêy?

- be giryanewe dełêm, serdar sibeynê deřom, serdar serî berdawetewe û dełê:

- le dway to şêt debim, bedaxewe eto le asmanî û emin le erdî, destim pêt řanaga, eto kiçî ḧakmî û emin feqêyekî řûtełe.

- çi dełêy wa bikem....

- ca çi biłêm?

- bo nayey hełmigrî û pêkewe biřoyn? biçîne cêyek ke kes nemannasê, biçîn û pêkewe jyan řabwêrîn, emin amadem dest le dayk û bawkim hełgirim û řegełit kewm.

- beřastîte?

- bo kam la deçin?

- berew mełbendî geřûs.

- le geřûsewe bo kwê deçin?

- be nawçey hewşarda deçîne meraẍe.

- le hewşar deçne kwê?

- deçne małe aşewanêk.

- nawî çîye?

- qubad.

- êsta nanî şewtan xwarduwe, çi deqewmê?

- qubad legeł serdarî weder dekewn ke serî espekan biden, bełam dway se’atêk qubad be tenyayî degeřêtewe û dełê:

- pyawî ḧakmî hatin serdaryan girt û legeł xoyan bird, êstaş le to degeřên, her ke gwêt le dengî simî espan bû biço bin em pêrge û xot bişarewe....

azad we xeberî hênamewe, ke hestam degryam, azad be bizewe çawî lêkirdim, gizîng şan û pîlî dademałîm, daykim û jîro ḧebesabûn û çawyan têbřîbûm.

azad dway îstêk gutî:

- be gêřanewey hewałî girtinî min têkçûy û le hoqey giryanit da.

nemdetwanî çî dîket lê bipirsim, emřoke bese, dwayîyekey ba bimênê bo řojêkî dî.

emin wek le xewêkî qurs û giran hestabim, kas û xewałû bûm, dway maweyek hatmewe serexo û gutim:

- zorim pê xoş bû řabirdûy xom be çawî xo dîtewe, xozge zûtir demzanî çi beserhatêkim buwe û jyanî řabirdûm be kwê dega?

azad be bizewe gutî:

- peley meke hemû şitêkî dezanî.

çawim le azadî nedetrûkand, serdarî sêset sał pêş her em azadey êsta bû, kełeget, řengipyaw, cwan û diłřifên, çawanî her em çawe mestane bûn ke be řwanînî mirov mest debû, dengî her awa pyawane û diłlerzên bû... demewîst le amêzî girim û hawar bikem:

- azad... serdar... serdarî dił û gyanim, çî dîke be cêm mehêłe, sêset sał le yek dûr bûyn bes nîye?

xom pê seyr bû, temenim geyştibuwe nozde sał, ta êsta bîrim le ewîndarî û diłdarî nekirdibowe, bełam êsta... hestim dekird azad hawbeşî jyanî řabirdû û dahatûme, dway sêset sał winbuwekey xom dîtbowe... taze nemdetwanî be hîç çeşnêk destî lê hełgirim. wa çûbûme nêw dinyay xeyałewe ke gwêm le witey daykim û jîro û serdar û gizîngî nebû, her bîrim le xoşewîstekey xom dekirdewe, le nakaw dengî daykim gwê lêbû:

- kak azad jinit nehênawe...?

bew pirsyarey hewday xeyałim lêk piçřa û ta azad wełamî dawe diłim daxurpa, bîrim le hemû şitêkî kirdibowe lewey nebê, neka azad jinî hebê? bełam bextewerane zû wełamî daykimî dawe û gutî:

- na....

ewey gut û çawêkî le min kird, emin geşamewe, be xom nebû bizem hate ser lêw, le hemû barêkewe diwayn, azad basî jyanî xoy kird û gutî:

- dayk û bawkim le gundida dejîn, emnîş sałêkim mawe zanistige tewaw kem, êsta be tenya dejîm.

le azadîm pirsî:

- kak azad! kengê dîsan de xewm dekeyewe?

le wey ke pêm gutbû «kak» qînim le xom hesta, bełam çarim nebû, azad gutî:

- her katêk amade bî.

- emin hemîşe amadem.

- emřo taze nabê.

- sibeynê çî?

- dekirê.

azad řoyî û ême le barey jyaneweda gelêk diwayn, le dwaye legeł gizîng bo pyase kirdin weder kewtîn, le řêgaye le gizîngim pirsî:

- fêrget pê xoşe?

- zor...

- pêt waye şitêk fêr bî?

- a..., betaybetî jîro zorim legeł xerîke, be başî têmdegeyenê.

- jîro kuřî çake, wa nîye?

- ba... kesim nedîwe wek ew mend û hêdî....

- zorîş cwan û xwênşîrîne.

- a....

çawêkim lê kird, le şerman sûr hełgeřabû. tawêk geřayn û geřaynewe, ta sibeynê her bîrim le azadî dekirdewe, katêk le derkey da zanîm ewe. be pîrîyewe çûm û xułqim kird bête jûr, mend û pyawane bû, çawekanî ke detgut çawî mamzin, her geş û mestîhên bûn. dengî, diłî we lerzîn xistim. le jûrê danîştîn û dway xwardinewey ça û xwardinî mîwe be tasewe gutim:

- emin amadem.

serdar bizeyekî hatê û gutî:

emnîş amadem.

le beranber yektirîda danîştîn û be şêwey dwênî de xewî kirdim û gutî:

- êsta to le sêset sał pêş day, le hewşarî û le aşî qubadî, qubad hewałî gîranî minî pêday, êsta qubad çi deka?

- qubad weder dekewê û dełê:

- deçim bizanim çi base?

- eto çi dekey?

- emin be helim zanî, zêř û dirawekem şardinewe, qubad geřawe, le tenîştim danîşt, dełê:

- taze çawit be serdarî nakewê, etoş weçnigyan kewî let letit deken, kesîş nanasî û hîç kwêşt nîye biçî, ca ke waye bo şûm pê nakey?

- eto nawî xot nawe pyaw, şerim nakey qisey wa dekey?

- dey herçî debê bîgêřewe.

- her ke wa dełêm qubad wek piłîngî engêwraw xom pêda deda. hawar dekem, dengim be hîç kwê řanaga. wek dêwezme kewtote serim, berberekanî legeł dekem, bełam dereqetî nayem. emin kiçêkim û ewîş pyawêkî fîleten. wirdewrde hêzim lê debřê, dest û pêm twanayan nemawe, natwanim destim hełênmewe. qubad be awatî xoy dega û çareřeşîy min dest pêdeka. qubad deçê bo lay xurcînekan, hełyandeřêjê, gîrfanî cilubergekan degeřê, le gîrfanî minda pênc sikke zêř debînêtewe, dełê:

- hemûy ewendet pêye?

wełamî nademewe, be şadîyewe de gîrfanî denê.

- le řojanî dwayî çi debînî?

- qubad pyawêkî bê namûse, şew û řojê her le lame û legełim řadebwêrê. em şo dostêkî lê wejûr kewt, nawî ḧemoye, ḧemo çawî be min kewt pêkenî, êsta legeł qubadî gałtey bêtam û qisey sûk deken, ḧemo dełê:

- qubad! dû şûşe awî ḧeyatim pêye, em şo dîkeyne keyf û neheng.

ewey dełê û le hegbekey dû şûşe şeřab derdênê, qubad be min dełê:

- heste sê çwar hêlkeman bo de řonî ke.

hêlkewřonyan bo saz dekem, le pêşyan dadenêm, be zor damdenîşênin, camêkim bo têdeken û pêm dełên:

- bîxowe!

- emin qetim şitî wa nexwardotewe, naxomewe.

qaqa pêdekenin û řamdekêşin û destim degirin û demim dekenewe û camekem be quřgîda deken, serim le gêjewe dê û hoşim lê debřê û xewm lêdekewê.

- dey dwaye çî?

- beyane le xew hełdestim, řût û qûtim, ḧemo le lam xewtuwe, deçim cilan deber dekemewe, ḧemo xom pêda deda û le erdîm deda. ḧemo deçête der, hêşta cilim deber nekirduwe qubad wejûr dekewê û nayełê hestim, êsta nanî beyanîman xwarduwe, qubad dełê:

- heste xot saz ke deřoyn?

- bo kwê?

- bo germênê.

- bo...?

- detfiroşim, dirawêkî başim we dest dekewê.