13

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 2 minutes  737 views

kwêxa emer û ḧemedempel dway cêbecê kirdinî nexşey şeytanîy xoyan katêk diłnya bûn ke wirya engêwrawe û kewtote bin doł, berew mał geřanewe. le řêgada dîsan ḧemedempel pirsî:

- be řastî wirya kê bû..., le kwêwe hatbû..., bo hatbû êre...?

- řastîyekey boxoşim nazanim. dû sał lemewber hate kanîperî. le qisan be şwên kardozîneweda řêy lêre kewtuwe.

- ca bo zêde le hemû cêyek êre...?

- ca biłêm çê?

- řastit nawê, emin taqe carêkim qise legeł kird, wek kirêkarêkî sakar nedeçû. zyatir wek xwêndewarêk, wek...

- wek çî?

- axir dezanî çetekan be hemû wiłatda biław bûnetewe. yek le bergî melayanda, yek wek mamostayekî fêrge, yek wek kirêkar û her kam be çeşnêk. dełêm neka wiryaş lewan bûbê.

kwêxa emer çû le fîkirewe. pêy seyr bû be hemû zîrekî û wişyarîyewe çone lewbarewe bîrî nekirdotewe? bo ewe ke ḧemedempel be pyawîkî gêl û nezanî nenasê, qisekey gořî û gutî:

- herçî bû dwayî be jyanî hat. baştire basî xoman bikeyn.

- dey ca.

- be min, qederêkî bêdengey lê bikeyn, le dwayeda deykeyne qaw ke wirya le «dołeşîn» hełdêrawe û mirduwe. ca ke maweyek řabird û hemû baweřyan kird ke wirya hełdêrawe û estoy şikawe! emca wirdewrde dest pêdekeyn.