12

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 2 minutes  745 views

«wirya» û hawałekanî xerîkî nanuçay beyanî bûn. goran pirsî:

- dey wirya! ewa bo wat lêhat, kê pêwey nay?

- ewey bizanim dû kes bûn. le dû lawe teqeyan lêkirdim.

dway tawêk gutî:

- biłêy kwêxa û ḧeme nebûbin...? na... baş nîye pyaw le xořa kes tawanbar bika... nazanim... edî debê kê bin...? be řastî serim lê şêwawe... .

goran çawêkî piř le pirsyarî le hawałekanî kird û qisekey wiryay qostewe û pirsî:

- kwêxa û ḧeme kên?

wirya wełamî dayewe:

- beserhatî min dûrudrêje... .

hawałekanî be têkřayî dawayan lêkird ke be wirdî řabirdûy xoy bigêřêtewe. wirya çayekey xwardewe û destî be gêřanewey beserhatî xoy kird. lew katewe ke řaykirdibû û çûbû bo kanîperî ta katêk ke engêwrabû. goran ke be wirdî gwêy hełxistibû pirsî:

- edî namey kwêxa emer kwa?

wirya namekey le gîrfanî baxełî derhêna û day be goran. ewîş namekey bem core xwêndewe:

«biray xoşewîstim!

em kate û hemû katêkit baş. hełgirî em nameye ke nawî «wirya» ye her çonêk bê debê lenêw biçê. ca eger hat û be saxî geyşte lay to zor jîrane bê ewey kes bizanê dwayî be jyanî bêne... .»

çawêkyan lêk kird. wirya henaseyekî hełkêşa û be espayî gutî:

- namerd... .

goran gutî:

- dyare zor zîreke. nawî xoy û birakey nenûsîwe. êsta tenya şitêk mawe řûn bêtewe: ḧeme kêye?

wirya wełamî dayewe:

- nazanim. qederêke małî hatote kanîperî. le małe kwêxa emerî dan. taqe xuşkêkî heye ke binawanyetî.

katê wirya be wirdî nawwinîşanî ḧemey hełda derkewt her ew «ḧemedempel» eye ke lêy degeřên. emca goranîş bernamey karî xoyanî gêřayewe. le dwayeda wirya gutî:

- pêm waye hêndêk le karî êwem hasan kirdibê... .

le dwaye çonyetî teblîẍ le nêw xełk, dozînewey çend hawałî baş û dananî řemzî bo goran û ewanî dî gêrayewe. le paşan biřyaryan da kesêk binêrne kanîperî bizanin hewał çîye? bo ew kare «simko» yan dyarî kird, bełam wayan pê baş bû ke çend řojî dî biçê.