ey mah cebîn, afetî dîn, diłberî ’eyyar

From the Book:
Dîwanî Edîb
By:
Edib (1874-1932)
 2 minutes  1210 views
ey mah cebîn, afetî dîn, diłberî ’eyyar
řût řewzeyî řîzwan û ne’îmî gułî dildar
piř ’ebher û řeyḧan û semen, sunbulî gułnar
qurbanî qedit bim ke dełêy serwe be řeftar
takey le xemit derbeder û sîne birîndar
lew řoje ke amancî şehî sext kemanim
demzanî le hîcrî elemit nabê emanim
çun medḧî sîfatî tuwe her wîrdî zimanim
bakim nîye bew şuhrete bednawî zemanim
ey way le dest cewrî to û te’neyî eẍyar
sewdaserîy û goşenşînîy û selamet
daxî ẍemî me’şûqe, nîhanîy û şehamet
bê nałe biřîn girye debê eşkî ’elamet
bew xwaye nîye řûyî to bê sengî melamet
cebranî deka ẍemzeyî du nêrgisî xemmar
ḧaşa le ser û qewm û le eḧbab û birader
ger ḧukmî suleyman le ser em mułke seraser
ya destiřesim bê be hemû mułkî sikender
bê fa’îdeye bo minî miskênî qelender
nîsarî dekem pakî lebo yek deme dîdar
ey xusrewî xuban sebebî şîn û girînim
bo ẍemzeyî şîrîne, ke wa goşenşînim
daym be umêdî nezerit mat û ḧezînim
wa çatre em ḧusne ke carcare bibînim
xewfî serme hełbigrê perde le řûy kar
ta ’îşq nebê, mescîd û meyxane betałe
’aşiq çi ẍemî mîḧnet û fewtî ser û małe
bo aşqî řûy yar, demî zewq û pyałe
muftî ẍełetî kird ke nełê bade ḧełałe
baweř ke ḧełałe, ke ḧerame le řyakar
tenbûr û def û berbut û peymaneyî mezher
ya misk û bixurat, le kaşaneyî mecmer
sed neẍme û sed pend, le meyxane û mînber
’îziz û ḧeşem û řutbeyî şahane û efser
nabê be sefay zewqî ḧuzûrit, demî efkar
bê ta’et û piř me’sîyet û řût û ’ecîbim
bê serwet û bê toşe û muḧtac û ẍerîbim
daxwazî mey û muflîs û bê hoş û şekîbim
ḧacet be mu’eřřef nye wa dyare edîbPen namem
řûm nawete ser xakî derit, ’aciz û naçar