to lelayêkî dełêy ehlî dił û wîcdanim

gileyî le qerenî aẍay mameş
From the Book:
Dîwanî Edîb
By:
Edib (1874-1932)
 1 minutes  1009 views
to lelayêkî dełêy ehlî dił û wîcdanim
xasse mensûbî zekî xakî şehî burhanim
eřşedî mukirî û begzadeyî ekřadî necîb
e’qelî menguř û pîran û şino û lacanim
piř xuşû’ û weře’ û řazîy û teslîmî qeza
sofîyî safî derûn, dûr le diro û buxtanim
munkîrî ta’etî to nîme, le qewl û ’emelit
ke munafîne le yek, meḧtel û sergerdanim
key minit dît be dû çawit, le xeta û curim û gunah
wa be teqlîd û hewa kewtye dûy xîzlanim
xizmetim kirdî zemanêke qedîm, hem bełedî
ba ḧuqûq û bewefa, xoş sîfet û însanim
sû’î zennî to le kem lutfîye derḧeqqî edîb
werne me’lûme «edîb»Pen name muxlîsî aẍayanim