sed ḧatemî tayî be ẍułamit le sexada

From the Book:
Dîwanî Edîb
By:
Edib (1874-1932)
 3 minutes  1173 views
sed ḧatemî tayî, be ẍułamit le sexada
werqa û wefa xakî ḧerîmit le wefada
awêne meger wêneyî řûte le sefada
hawar û girînim bese îtir le xefada
toqîfî minit boçye axir le cefada
’uşşaq hemû şîfteyî ḧusnî tuwe yekyek
şeyda û perêşan û birîndare be nawek
şagirde le bo saḧîrîy to manî û mezdek
neş’ey diłî min bo nimî lutfî tuwe her wek
pişkûtnî gułxunçe le dem bayî sebada
cêy her seretîrî mujeket, xwêne decoşê
bem çawe biłê: çî dîke ’îşwe nefroşê
em tifłe le gehwarî bedenda dexroşê
her carê ke em perde be peşmîne depoşê
aşûbe diłim wek serî zulifit le hewada
dêwaneme bew piřtewet ey şem’î dił efroz
hatûme tewafit minî perwaneyî xudsoz
cergim hemû biryane be peykanî cîgerdoz
lew kunce ke papendî xemî tome şew û řoz
karim çi be ’eyş û teřeb û bezim û newada
mecnûn sîfet, zaru ẍerîbane leser řêy
çend muddete ’ezmim bû su’alêkî bikem lêy
emřoke le řûy lutfewe pirsî ke: eto kêy
řûm nayewe ser xakî berî pêy û witim pêy:
’eqił û beden û ’umrî minit bo çî bebada
fermûy ke: emin yeksere bê menził û bê cêm
cîsmî to eger ḧazrî qurbanîye bo řêm
kaşaneyê xałî bê le bêgane, bełê dêm
bê bake, xedengî le cîger dam û witî pêm:
ey eble were, cejnî wîsalit le fenada
bo badeyî me’na, le dem û qewlî lebîban
saqîy û ney û berbut û amêzî ḧebîban
emřo were em bezme be kwêrayî řeqîban
bê cê û cîhet memdene berdestî tebîban
kujrawî serî ẍemze çi dexłî be dewada
matî xemî ebro û du le’lî lebî ałim
cana çi debê carê, ḧezer key le webałim
řojêkî be serdan were bo dîdenî ḧałim
çend xoşe leber êşî birînit ke denałim
ẍim az dil û kim az sirim ayn sayh mibadaPersian
bulbul be hewayî gułî wa kewtuwe ḧeyran
ew mutrîbe cerg û diłmî kirduwe biryan
ew meclîse teşkîlî le mest û ’uqeła bû
qelbim be heway ’îşqewe sa kewtewe heycan
serxoşî du le’ilit çi de perwayî řewada
qurbanî sefay xorweşî pak siriştim
çendêke ke wa talbî esrarî beheştim
coya le hemû me’bed û dêr û le keniştim
biřwane qeza û qeder û esłî siriştim
dînim le behay cennet û fîrdewsî leqada
aware le me’way weten û koyî ẍerîba
wêney xet û xałit ke lenêw bade nedîba
ew şî’re perîşane çi asare ’ecîba
bo dîtnî zuhre û qemerî yare edîbaPen name
bałonî xeyałatî to řoyî be hewada