ger ji wê ḧorîsiriştê ’işweyek izhar bit

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  1264 views
ger ji wê ḧorîsiriştê ’işweyek izhar bit
dê bibit narê xelîlullah û dojeh sar bit
wer ji ber perdê yedê beyza bi mu’ciz bête der
şems û kewkeb dê hilên ’alem tejî enwar bit
wer ji ’eksa xemrîyan qewsê qezeḧ dit yasemîn
dê gul û reyḧan bibarin têk û têk gulzar bit
şem’ dê can dit ji şewqê bête ber subḧê nefes
narit axir ger bi mûyek beḧsê zulfa yar bit
silsila beḧsê ji xwîna dilber an zulfa biçîn
dê xeta bit navê misk er nafe’ê tatar bit
toqê gerden ḧelqeyê zunnarê zulfa yarê min
dê kilîta kelbê ’işqê ḧelqeya zunnar bit
’eqdê iḧramê di ’işqê da ku pîrê ’işqê best
dê çi ẍem ger xerqe rehnê xane’ê xemmar bit
gezmeyek qewsê şevên ’aşiq bi nîva dil kevit
dê ji can destan bişût xasma kevan nûbar bit
wer ji qewseynan bi mîzan bêne der cotek xedeng
dê ceger bit pare pare sîne tar û mar bit
xwîn ji mîlakê bi derba xencerê ger bête der
bo şehîdê ’işqê êdî dê ji kû hişyar bit?
dê ji wan le’lan şifayê dil bi qanûn telbe kit
da işaret xweş bikin herçî kesê bîmar bit
bulbulê mecrûḧê ’işqê taqeta xaran nehin
dê kulafa rîşê sîne bişkowek bê xar bit
her dilê bazîsfet dê seydê teyẍûnek we bê
firir û perwazê humayî penceyê şûnqar bit
yar dê ḧakim bitin qewlê reqîban guh nekit
şahê mulkê dilberî dê fa’lek muxtar bit
dil bi zulmê nasojî, ẍenc û xet û xaln di dil
xeyrxiwahên dewletê mîrî ji wan guhdar bit
teyrê dil bê tem’ekê nayête dest şehzadeyan
qûşçîyê şahîn di destê wî di bê azar bit
bende’ê baxwey bivêt dê meylê sîm û zer nekit
da ’etaya padşahan bê ḧed û ejmar bit
sar dibit dil ma bi sed cewr û cefayan zerreyek
’işq teb’etnare hingî dê biçit dijwar bit
leşkerê ’alem meger yekser te dijmin bin melaPen name
ẍem bi mûyek nakşînî ger te dilber yar bit