nêrgizên şeng di mestin çep û rast

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  1374 views
nêrgizên şeng di mestin çep û rast
saqyan cam di destin çep û rast
rast û çep tên ceger û sîne kulab
’er’erên şeng di mestin çep û rast
tûx û ’ala ku xuya bûn ji ’ecem
’ereban tîp şikestin çep û rast
ber v şerqê di seḧer westayî yin
hindûyên rojê perestin çep û rast
qeyserê romê li serḧeddê firing
top û zincîr vebestin çep û rast
herdu destên xwe ḧema’il şevekê
me ji bo yarê dixiwestin çep û rast
ve melêPen name surperîya ḧorîsfet
sed melek dest bi destin çep û rast