lîlh alḧemd ji yarê me di dest came lebaleb

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  1098 views
«lîlh alḧemdArabic» ji yarê me di dest came lebaleb
ji lebê noşê peyapey di dil ilhame lebaleb
di rya wan xet û xalan ku ne ḧerfên qelemê ne
me ji feyza te ye mestane rewan ça me lebaleb
mestê şehkasê meya cezbeyên rûḧî didîn
rûḧ dizanit ku ji ber lezzetê ’işq mame lebaleb
nêrgiza mest ji bala çemena sunbul û gul tê
qedeḧê taze bi destê xwe meşî da me lebaleb
weḧdetê sirfe me meşreb te çi iksîrê wicûd
em lebaleb çi lebaleb bi xwe hem came lebaleb
şem’ û perwane bi zatê xwe ji ḧalê me di dûrin
ateşek sirfe ji ’işqa te vewesta me lebaleb
qedeḧek taze ji ’işqê di ezel da me ḧekîmî
jê dinoşîn hey û hey hê bi xwe cama me lebaleb
carekê gohte nişanî ne mela yî were banî
ev dixiwast me ji dil û can dehen û kame lebaleb
te dizanim te dibînim ku tu yî nûra wucûd
ellah ellah ji çi nûre di seraya me lebaleb
ji ’inayet nezerê xasse ku her mesre’ û beytek
qedeḧên aba ḧeyatê ne di şi’ra me lebaleb