destê qudret ku hilavêt ji bejna te niqab

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  1125 views
destê qudret ku hilavêt ji bejna te niqab
bi cemala ceberûtî me neman perde û ḧicab
li gulên tey ter û nazk ku seḧer girtî xunav
di ebarîqê qinînan ji ḧesed sohtî gulab
’eynê kafûrî ye meşreb me ji ḧusna te ye saf
lew ji ’işqa te di dil da me vebû ’ilmê ’ubab
me ji ser çeşmeyê ḧeywan qedeḧek safî vexwar
naghî lezzet û zewqa me bi sed cildê kitab
lew di çengê me dixiwînî ku di ’işqa te bi saz
me bi bejna te dixiwînin ney û qanûn û rebab
qehweya telxê digel zehra helahil biderî
me ji destê te mubarek şekeramêze gulab
qulzemê ’işqê ji bayê xwe muxalf demekê
di hemamatê ’ecacê me li ser destê ẍirab
seḧerê xuzrê ’inayet ku birîn çeşmeyê dil
bi cehanê me nezer da ku cehan ’eynî serab
bi ḧebabê mebe meẍrûr wihe sergeşte mela
ba v ber keftye wê beyhude sergeşte ḧebab
we ye hudhud ji seba bêt û bizanîn çi ye ḧal
ku li ḧalê me ẍerîban ne su’al û ne cewab
herdu birhên te ne miḧrab çi yiman û çi kufir
bûd û nabûd ku yekin ev çi sewab û çi ’iqab
were nîşanê nişanî de xwe bêperde seḧer
lê ji xwînê bike perhîz ku şehîdan çi ḧisab