min û kerec

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  903 views

demewê biřêk be qisekanim bidem û ba bidemewe ser dû hewałî sê tifengidareke ke birîtî bûn le qizłicî û zebîḧî û hejar:

lew serdemaneda ke mela mistefa le řûsyawe geřabowe beẍda, qizłicî serukelley peyda bowe. dway geřanewey le taran, mawey dû sał le hełebce le małî şêx eḧmed, nuştenûsî kirduwe û řîşî hêştotewe û nan û doy tekyey xwarduwe. hatewe beẍda. mela mistefa birdye lay karbedestanî dewłet, desteber bû ke em pyawe ’iraqîye; tirsî nema. ewîş wek basim kird ’ekasîy dekird û ’erebîşî bo řadyo denûsî.

le sałî 1961da ke barzanî degeł qasim têk gîran û şeř hełgîrsa, qizłicî zor detirsa ke her çunke barzanî ewî be dewłet nasanduwe, bîgirin. minîş taze le mosko geřabûmewe. ḧîzbî komonîstîy ’êraq be min û qizłicîyan řageyand ke eger pêtan xoş bê le ełman dademezrên û dekirêne mamosta le danişga. min qibûłim nekird; gutim: eger le ełman bam û barzanî le dewłet hełgeřabawe, lewêwe dehatmewe. qizłicî qibûłî kird û nardyan. bełam lebatî ełman birdyane bulẍarya. witarî tûdey dekirde kurdî û degeł kerîm ḧîsamî tescîlyan dekird û leser řadyo «peykî êran» le ełmanî řojhełatewe dexwêndirayewe. demêk bû řadyoke nemabû, hîç xeberman le qizłicî nebû. lepiř serukelley le taran peyda bû; ke paş serkewtinî înqîlabî îslamî, degeł «îḧsan teberî» hatbowe. leser řoznamey «mirdim»y tûde damezra; beşe kurdîyekey bo denûsîn. car car dehat le kerec serî dedam, çend řojêk pêkewe dejyayn. bełam qet adrês û telefonî xoy nedamê! ḧîzbî tûde kirdibûye kandîday bokan le întîxabatda; lewê sernekewtibû. ta lepiř xeber hat ke herkê denke coyekî tûdey xwarduwe gîrawe. bîstimanewe ke qizłicî degeł «’elî gelawêj» gîrawin. ta le řojî 27y siptambirî 1984da bîstiman ke le zîndanî «êwîn»da wefatî kirduwe û tenanet nemanzanî qebrekeşî le kwêye...

«zebîḧî» - wek bas kira - degeł komełî biraym û celal karî dekird. ke ewanîş bûne hewałî dewłetî be’sî, zebîḧî řêgey derk û dîwanî bo kirayewe. geyşte řadeyek ke hatuçoy qesrî cimhûrî dekird. carêk - nemzanî çon bû - bêseruşwên bû; dû sał xeberîm nezanî. lepiř hatewe ser dinya û gutî le małêkda ḧepsyan kirdibûm. dîsan weqedir kewtewe. «bextyar» - ke serokî emnîy êran bû - le dijî şa çûbuwe der û lewêwe hatbuwe beẍda. zebîḧî kirabuwe wekîlî dewłet û yarîderî bextyar. ke bextyarîş be fîkî şay êran kujra, dîsan her hatuçoy jinî bextyarî dekird û karî le dewłet bo pêk dênan. řojêk be nîwe gałtewe gutim: ew bextyare feqîrit çon be kuşt da! tûře bû, ḧaşay kird. gutim: kake to detgut her kes le êranewe bête lay bextyar, ta min qołî leser nekêşim û nełêm başe, qibûłî naka. deysa çon maşînnûs û xizmetkarî berdestî qibûł kirabûn! ke her ewanîş sawakîy bûn û le deşt bextyaryan kuşt.

min le şořş û ew le beẍda xeberman lêk nema. paş şikanî şořş û hatniman be dîwî êranda û paş înqîlabî îslamî û şa řûxan, gutyan: zebîḧî hatote mehabad şêx ’îzzedînî dîtuwe. řojêk be telefon qisey degeł kirdim, gutî: nazanim çonit bibînim? gutim: eger natwanî bêyte kerec were şare gewreke... paş maweyek şewêk le beẍdawe telefonî kird; ḧałî pirsîm: gutim: ewe em hatuço û hełbez hełbezet le çîye? bo ferhengeket çap nakey?, gutî: em zistane çapî dekem. gutyan hatote lay biray şêx ’îzzedîn (şêx celal), le řêge dîmukirat girtûyane û çek û pareyan lê girtuwe û beryan dawe. îtir nawî nema. paşan gutyan le ’êraq be’sîy kuştûyane. ewîş zor eseḧ nebû. ta xeberî eseḧim des kewt ke hatuwe bo êran û le nizîk tewrêz gîrawe. îtir lew sawe ewîş wek wefayî: axrî xêr bê, demêke bêseruşwêne...

le sê tifengidaran carê her min mawim. kwa bizanîn min çon şirit û gum debim? xwa eyzanê...

meḧuyî şa’îr defermiwê:

becê mawim le yaran, nabecê mawim; ecel zû be!

be mirdin lem qusûrî jîne îstî’fa nekem, çibkem?

şa’îrêkî ’erebî ber le îslamîş dełê: «be bîrî min mirdin kwêrêke dest dekutê. eger kesêkî we ber nehat, ta zor pîr nebê namrê...».

lem şêst û şeş ḧew sałey temenim eger be barî asayîda lêkî demewe, řenge debwaye sed car bimirdimaye. ewaney be mindałîy nasîwmin, lew şwênaney lêm xwêndûn, lew gundaney lêyan jyawim, lew seferaney kirdûmin û lew hemû bełayaney be serim hatûn, hezaran kesim nasîwin ke êsta depirsim - taq û wazêk nebê - nemawin û hemûyan mirdûn. keçî wa min her mawim û be derdî şêx řeza gutî: «seg mergim û gyan sext...».

bełê cige le dû tifengidarî hewełim, sedan řefîqe řêgem dinyayan becê hêştuwe. xom le berd û hełemût hełdaştuwe, nemirdûm. birsîyayetî zorim kêşawe, be nexoşîy sîl û dîq û çendîn nexoşî tûş bûm, sedan car gulle top û bombam be serda hatuwe, xeterî tir tûş bûm û êstaş her mawim. ca çon nełêm merg kwêre û pel dekutê? ba bizanîn key, em jyane guwawye debřêtewe...