hewałî qizłicî û zebîḧî, dû hewał le sê tifengidareke

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  749 views

şewêkîş kak hêmnim mîwan bû, le naw qisanda gutim: kake min û to pîr bûyn; řenge berdawberd û jyanî çyaman le taqetda nemabê. ḧez dekem to le endametîy îftîxarîy ḧîzb waz bênî û biçî le małe xot edebyatî kurdîy binûsî; hemû kes ḧurmetit degrê. qibûłî nekird. dwayî degeł ẍenî bilûrî û sîracî û çendêkî tir le ḧîzb cwê bûnewe û ber neḧlet û cwênî ḧîzb kewtin û hêmnyan çend řojêk le çya gil dayewe û hatewe le gund bewpeřî perêşanîy dejya. hem tirs le ḧîzbî dîmukirat, hem tirs le dewłet, axrî çarî naçar hate mehabad û xoy daye dest dewłet û birdyane wirmê û govarî sirwey bo denûsîn. çwar jimare û nîwî nûsî û serencam le 1365/1/29 - ke debête 18y aprîlî 1986 - be sektey qelbîy mird û birdyanewe mehabad najtyan. beřastî be mergî hêmin xom zor betenya hest dekem. bedaxewe hêşta min mawim... lem beyneda ke le«wirmê» bû- cige be hoy telefon - çend carêkîş le wirmê dîtmewe. tenanet carêk pêkewe çûyne «řajan». małe barzanî û seranî partî zoryan ḧurmet girt û hîç be çawyanda nedawe ke řojgarêk zorî xirapey barzanî gutbû. tenanet pûłîşyan daye.