lîsteyekî hemû nûsrawekanim

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  779 views

le ’umirimda bo yekem car em nawem le pêşmergeyekî kurdî ’êraqî bîst, gutî:

- le şarî kerec qetarekeman hêndêk ma.

- le kwêye?

- çil kîlomîtir le taran dûre.

- lay ẍerbî taran yan şerq?

- le şerq(!)

wek bas kira, le paş şikanî şořş hatme taran. le kerec xanûyêkî şêr û xurşîdî ewsa yan hîlal eḧmerî êstayan bo desnîşan kirdim û çûme têy. karêkim le «pejûhşî êran zemîn - fe’alyethay ferhengî» diraye. le ser pêşnyarî duktur ferehweşî sê řoj deçûme taran û sê řoj be tercemey qanûnî îbnî sînawe sergerm bûm. cizmî yekemî sałî 1357y şemsî le danişga çap kira. carî dûhem dam be sirûş û ta êsta sê cira çap kirawe. îtir tercemey qanûnîş her bû be erkî îdarey «fe’alîtehay ferhengî». cizmî dûhemîş çap û tecdîd çap kira. cizmî sêhemî wa êsta le seretay sałî 1987da, sał û nîwêke le çap derneçuwe! dełên kaẍezman nîye! ca nazanim bo cizmî çwarem û pêncem - ke min tewaw tercemem kirdûn - çon debê, ya ’umir!

ferhengêkî farsî be kurdîm nûsî be xetî latînî bawî êran, le paşan gutyan ferhengî kurdî be farsî binûse. mawey çwar sałêk degełya mandû bûm. ferhengêkim nûsîwe pitir le 55 hezar wişey kurdîye û le axryanda farsyekem nûsîwe. ewîş le ser taqe dandirawe û sirûş dełê çapî dekem û min biřwam nekirduwe. tarîxî erdełanim le çend tarîxêkî be farsî nûsraw kirdote kurdî û ewîş çap nekirawe. wek basîşim kird dû kitêbî ’erebî be nawî «tarîxî suleymanî» û «řewabîtî ferhengî êran û mîsir»m le ’arebyewe kirde farsî û çap nekiran û her wa bêkes manewe. tenanet «řewabîtî ferhengî» yekem her zîraksîşim des nekewtewe!

le kitêbî «asaralbilad û axbarali’bad» te’lîy «miḧemmed meḧmûd elqezwînî» ke cuẍrafyay tarîxî dinyaye û le zemanî xelîfey ’ebbasîda nûsraye, herçî derbarey êran buwe kirdûmete farsî û ewîş leber bê kaẍezî! çap nakirê.

«çwarînekanî ḧekîm ’umer xeyyam», dûsed û pencam lê kirdûne kurdî, her le ser kêşî farsîyeke. carêk le ’êraq le çapxaney şořş le çya çapim kird. lew demewe le êran le layen «seydyanî mehabadî» ke qedîm be «abin alşîtan» meşhûr bû, dû caran bebê pirsî min çap kirawe. dû carîş le sine her bê pirsî min le çap dirawe û biław kirawetewe. bełam dewłet îcazey be xom nedawe çapî bikemewe!