hawînan le ḧacî omeran

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  806 views

le fiřgey beynelmîllelî qahîre dabezîn. hemû zewq û xoşîy dîmenî parîsyanim le bîr çowe. garson be kirasî şořî ’arebî, řeş wek qîl, bo qaweyek debû le çwar cê fîş îmza ken. kemal kîf destîyekî kiřî be pênc dînar; min nemkiřî. ke hatîne beẍda nirxî ḧevde dînar bû.

îḧsan şêrzad û çend le hawkaranman le fiřge çawenořman bûn; cige le mał û mindałî xoşman. be derdî kurd gutenî zor be destî piř hatbûynewe û zoyan keyf be behrey seferekeman hat û kořî zanyarî qedirzanî lê kirdîn. çûm xeberî kilîsay ’alemîşim be barzanî da. fermûy karêkî be faydet kirduwe û peywendîyan degeł degrîn. ke bîstimewe le babet derman û komekî tirewe zoryan çake kirdibû.

le beẍdawe hatuçoy kwêstan û şořşim zor dekird. demdî ke ewaney dwênê hawsengerî pêşmerge bûn û êsta le dewłet damezrawin û pile û payeyan dest kewtuwe, çon hemû şitêkyan le bîr çotewe û her ḧewlî pûł û maşîn û qesir peydakirdinî xoyanin.

şî’rêkim be nawî «ḧelleq melleq» nûsî le mecelley «hewlêr»da - ke le hewlêr derdekewt û kak miḧemmed mewlûd (mem) serperistîy dekird çap kird. herçî wezîr û estandar û fermandey hêzî kurd bûn û milyan le dizî û pûł kokirdinewe û pêşmerge lebîr çûnewe nabû. zorî pê tûře bûn. ḧîzb le kobûnewekanî xoyanda, dagîrker û ’ereb û îstî’maryan le bîr kirdibû; ders ewe bû: «dujminayetîy hejar degeł ḧîzbiman!». estandarî hewlêr «’ebdulwehab utruşî» şikayetî lay îḧsan şêrzad kird. kak miḧemmed mewlûdyan mu’elleq kird. peřî şî’rekanyan le mecelleke diřandibû. pitir le sed şikayetim le la

mela mistefa lê kirabû. barzanî gutî: ewe çit nûsîwe? bom xwêndinewe; gutî: to nawî kest nebirduwe. dyare herçî dize û ḧîze wa dezanin degeł ewante... neqłêkî gêřawe ke kabrayekî mûsłî kełebabêkî dizîbû; kes şikî lê nekirdibû. serbexo le bazařda tûşî her kes debû deypirsî: neqłî kełebabeke çi bû?! gutî: hêndetan dizî û fizî kirduwe, taqetî bîstinî lomeyekî çikołeştan nîye, ba nawî kesîş nebrabê...

řojêk le ḧacî umeran zor lew pyawe zilane le dîwexan bûn. «fars bawe» - ke fermandey hêzî hewlêr bû - gutî: kak hejar! to cinêwîşim pê bidey qibûłme. bełam dîtim yek le pêşmergekanî hawkarim be maşînî marsîdis řabird. kabrayek le qawexane pêkenî, gutî: eweta be marsîdis be cêt hêştim!debwaye bîkujim; bełam serim daxist û be serşořî řoyştim. gutim: kak fars! be şer’î îslam qap û qaçaẍ û nałî esp le zêř û zîw ḧerame; bo ewe feqîre bêbeşeke zigî be xoy nesûtê. êwe ke şukur pûłtan zore, le bankî dabnên! xotan le ser ew pêşmerge azayaney - ke her ewan le sengerda bûn û êwe berî fîdakarîy ewantan xwarduwe û êsta xotan lê buwarduwe û karî quřekarîşyan dest nakewê - menwênin û giz û fityan meden! newek dîsan kartan bikewête ewan û be dengitanewe neyen...

«nafîz» ke kirabuwe wezîrî kiştukał, gutî: ew şî’ret her degeł min buwe! ke xanûm le beẍda dirust kirduwe. gutim: kakî xom! çend sał pêkewe jyawîn; hemîşe pêm gutûy şî’ir boye nabê to qisey lê bikey. lew bareda zor kewdenî!