dûcar kêşe leser şafî’î

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  849 views

ḧasił be fermanî barzanî kak miḧemmed mewlûd řizgarî hat; bełam qibûłî nekirdewe ke serperistîy mecelley hewlêr bika.

carêk ber lew hera û çeqqeye, meqalêkim her bo mecelley hewlêr nûsî bew manaye ke:

«leber dûkanêkî beẍda řadebirdim, çeqełêkî mûmyayî kiraw lebnî nûsrabû nirxî bîst û pênc dînare. be bîrimda hat ke bê û nebê ew çeqełe be zîndûyî şa’îrî kurd buwe ke penca çeqełî zîndû qiranêk nayenê û be mirdûyî nirxî ewende bała deçê»! zor le şa’îr û hunermendanî kurdim be nimûney ew çeqełe bas kirdibû.

şî’rî «ḧelleq melleq»m bo «se’îd nakam» xwêndibowe; le beẍda zorî tarîf kird. ke hatme nawpirdan û dîtî duktur meḧmûd û mamostayan pêy qełsin, her xoy ke zorî tarîf kirdibû - gutî zor xirape û zyanî heye û nedebwaye şitî wa biłêy!

hawînan kořî zanyarî wiçanî bû. be mał û mindałewe dehatmewe kwêstan û le lay zînwê û ḧacî omeran dejyayn. řojêk seyd ’ubeydillay eyyûbîm lê peyda bû, pazde řojêk lam mayewe. le řêy turkyawe hatbû. le ser daway ew, degełî çûme lay barzanî. be barzanî gut: demewê biçim le feřanse bixiwênim. gutî: hejar to be mekteb syasî bispêre ke herçî deyewê boy biken. pêkewe hatîne nawpirdan. gutim seyd ’ubeyd nanî nexwarduwe. pêşmergeyek hat gutî: fermû nan bixo! ’ubeyd kirdye hawar:

- bo demkujin? çimkirduwe?!

zanîm new’ê nexoşî heye. xom degełî çûm ta nanî xward û kes neykuşt! kaẍezî le layen barzanîyewe bo duktur kamran ’alî bedirxan nûsra û çû. îtir nemdîtewe winemzanî çî kirdibû.

eḧmedî baram mîrza lew sawe fayq û cema’et çûbûne dîwî êran, cîpêkî peyda kirdibû; řannidegî dekird. eẍłeb le małe min denûst û deyxiward. şewêk nizîkî berbeyan sê swar lay xêwetekem dabezîn. le seyd řesûłî babî gewreyan depirsî. xeberim danê ke le «sergey nêł» dejî û řoyştin. eḧmed çûbû xeberî be mes’ûd barzanî dabû ke hejar çek bo çetekanî êranî denêrê û şew hatin û be bare çekewe beřêy kirdinewe! be řûmda nedayewe û her le ser min dejya. ta lepiř le řê girtyan û birdyane zîndanî beẍda û le paşan degeł casûsanî gîrawî xoyan gořyanewe û dayanewe be êran û kira be řannidey şarewanîy mehabad. êsteş le kerece û řannideyî deka û hatuçom her deka.

kak emîrî qazî zor car serî dedam û pêkewe dejyayn. beřastî zorim keyf girtibûy û hîç ’eybim têda nedît.

le koř mecelleyekman damezrand ke sałî carêk yan dû car derçê. le jimarey yekemda firya nekewtim çî bo binûsim. le jimare dûda meqalêkim nûsî derbarey wişey ’erebî ke řegezyan farsî, yan kurdî, yan zimanî tir bûn. meqaleke çil û çend řûpeřêkî girt. bû be heray mamostayanî «kořî zanyarîy ’erebî» ke em kufre bo kirawe. îḧsan şêrzadî ře’îsman zor tirsabû; giley lê kirdim ke çarî ew kare çon bikeyn? gutim ḧazirim bo miḧakme û cwabdanewe. meclîsêkî zilyan teşkîl da, pîre zanay, ’erebî zor řegezperistî mêşk wişk ko bibûnewe.