heray şî’rî «heleq meleq»
şewî çardey jûlay çûyne seyranî cêjnî azadîy feřanse. seyrî feware û top teqandin û bezim û şayîy ew gele serbiłîndeman kird. coys gutî:
- jenerał dîgol le nutqî cêjneda gutî meselêkî kurdan heye dełê: pyawan qełayan degirin, kilîleke be jinan û lewan kilîlî qeła kirdinewe werdegirin...
bîst û ḧewt řoj le feřense maynewe û berew beẍda geřaynewe. lem ser ke çûbûyn, le fiřgey qahîre pênc paket «lîpton» û çwar butił wîskîm be dyarî birdibû; destendêkî zêřîş bo coys. lew ser çemedanim piř kirdibû le cigerey «jîtan» û zor gorewîy jinane û pyawane û soẍatîy cwankîle bo małewe.
eweşim le bîr çû biłêm ke «pul» û «êdît» jin û mêrdêkî řojnameçî ke çend caran le kurdistan û le naw şořş dîtbûman û le beẍda de’wetim bo kirdibûyn, de’wetyan bo kirdîn; duktur qasmilûşyan mîwan bû. qertałeyekî piř le nanyan le pena danayn; gutyan kurd zor ḧez le nan deken! her ew pole kitêbêkî zor çakî - be nawî «kirîs kuçîra» leser kurd nûsîwe û kitêbeke meşhûre. jinekeşî ałbûmî zor gewrey piř le ’eksî pêşmergey nîşan dayn û yadgarîy seferekanyan bo kurdistan.
le jinêw dabezîn. be bin pirdikokêkda debû têpeřîn. minyan řagirt; leşim geřan. qutuwe sîẍarim pê bû. dezgay pişkinîn îşarey dabuwe asnim pêye; weyanzanîbû çekim hełgirtuwe. le îtalya le fiřge se’atêk maynewe. řwanîm le se’atêk nûsrabû nirxî heşt hezar lîre; fîteyekim bo lêda. kabrayekî ’êraqî lew lamewe gutî: fîtey nawê, bayîy çwar dînare, zor herzane!