geştêkî şarî parîs

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 9 minutes  899 views

ca «ferdînand» hatuwe le parîs minî peyda kirduwe, hełîpêçawim debê biçîne luksemburg daykim şêwit bo lênê!

- kake ferdînand! pyaw şeşsed kîlomîtir bo şêwî daykit sefer naka!

ferdînand gutî: xerîkim farsî le luksemburg dexwênim ta biçim le efẍanistan bigeřêm. bełam mamostakeman kurdêkî bîjuwe!

- be çî dezanî?

- řojêk wişeyekî kurdî gut. gutim: ewe kurdîye, to kurdî? gutî: na, farsim; bełam tozêk kurdî fêr bûm. gutim: fars be layewe ’eybe fêrî zimanî kurdî bê. to kurdî û lat waye ’eybe řastî le xot biłêy. řastî ewîş berazeke!

řojanî dway kongire û řojanî pêş kongire be parîstida degeřayn. çûyne «burcî îvil», çûyne «katdiralî notirdam». le notirdam kotełî keşeyekim dît le zêř bû. be xuşkî coysim gut: ewe kotełî mamî xome! debê bîsênmewe! heray le coys kird:

- were! keşe fiłan mamî hejar buwe!

coys gutî: eḧmeq! hejar gałtet pêdeka; to lêt bote řast!

çûyne meqberey naplyon. le cyatî hełwa û xêrman bidenê, yekî sê firankyan pûł lê sandîn! řastî meqbereyekî dîdenîye. çek û espabî serbazanî ew zemane wek xoy řagîrawe. çûyne mûzey «lûvir», çend se’atêkî têda geřayn ke lêm řûne magêkî dewê ta ew aseware hunerîye bibînî.

řojêk tûşî karwanêkî qereçî bûyn le nizîk çomî «sên». çend kerêkî be kurtan û çwar espî çikołey topeł ke gewretrekeyan nedegeyşte estûrayîy řanim. espêkyan lewane ’erabeyekî têxrabû; pêyan bû. zorim la seyr bû. pirsîman, gutyan: em cinse espe hî sikotlande. ew ker û esp û ’erabe, parîsî bo seyran swarî debin û pûłyan dedenê.

be sadqim gut: dełên le lenden mûzey «mêw» heye; gutî lêre nîye. řwanye kitêbî şarezay parîs, gutî heye û min nemzanîwe. çwîne «mûzey mêw» ke be mûzey «madam bwarî» benawbange. heta biłêy seyr bû. yekcar zor le pyawanî tarîxî û destełatdaryan le mêw dirust kirduwe. tenanet şa û şajnî êranîşî lê bû. şa’îranî meşhûrî feřanse û zor le pyawanî tarîxîman dît. deçûyn serî komełêk bikeyn ke le pişt şûşewe bûn; pasewanêk lewê wêstabû; tewaw zîndû. tenanet wirde mûy piştî destî dane be dane dyar bû. zeq timaşay dekirdîn. keçî ewîş her kotełî le şem bû! kabrayek leser nîmketêk řojnamey dexwêndewe; sadiq lêy pirsî be kwêda biřoyn? ewîş her be mêw derçû! hemû şitman lê bibuwe mêw! ewcar bê pirs be lay kotełêkî mêwda řoyştîn. keçî gutî: bêreda qedeẍeye! ewîm pê zor seyr bû.

dar xeyzeranêkim dît le baxçeyekda, pitir le şazde mîtir berz û qef qef, kesk, qet řûşêkî têda nebû. darî dewrî xeyabanî şanzelîzem zor pê cwan bû. ke řwanîm hemûy darbeřuwe xasey xomaneye.

keşe yûsif zorî hatuço dekirdîn. kurdî silêmanî bû; çend sał pêşmerge bû; hatbuwe feřansa. le dû mangida twanîbûy pêşniwêjî sê kilîsa peyda ka. gutim: kak yûsif ta carêkî tir dêmewe, yan dûkanî ’eksî řût firoştinit debê yan debî be pap le řom!

de’wetî kirdim bo kilîsayek; bangî kird çwar butił şerab bênin. gutim be xwa min legełta naxomewe. gutî: baştir! min emane bo xom dedzim! gutîşî eger degeł kemal deçne geřekî «san donî» - ke geřekî bê’abřûy parîse - min berin newek lat û pat řûttan biken! gutim: şukur parey cêgey waman pê nîye!

şewêk leber qawexaneyek leser kursî danîştibûyn. kabrayekî zor mest tilawtil hat daway pûłî kird ke areqim nemawe. firankêkim daye; gutim: biřo xoşî řabwêre! şefîq û kemal zor pêkenîn:

- axir be taqe firankêk çonî xoş lê řadebrê?!

duktur kemal gutî deçme hulend; cilk lewê herzane. coys têy geyandim ke meço!

kemal řoyşit. degeł coys swarî qetar bûyn û be «lyon»da çûyne qedî çyay «mon bilan». le şarêkî çikołe bûyne mîwanî kilîsayek. keşeyekman dît. min basî kurdî bo dekem û coys terceme deka. keşe girya û firmêskî be řîşe sipîyekeyda hatne xwar. çwar keşîşî tirîş hatin; dyar bû ew le dûy nardibûn. şerḧî eḧwałî kurdî mał wêran û kuř kujrawim bo dedan. ewane numayndey kilîsayanî ’alemî bûn. biřyaryanda ke be hemû twana le meř derman û komegî neẍdewe yarîdeman biden. gutyan her êste hêndêk pûłit dedeynê! gutim min namewê. wekîlî şořşiman le feřansawe dête latan; yarmetî bewda binêrin. keşey xanexwêman be maşênî xoy birdînye ser çyay mon bilan. beramber be dîmenî jinêwî swîs, neharêkî zor başî daynê. coys deygut ke giryandûte wayzanîwe êsta bo xot birsîte! şew le utêl maynewe. sibey hatînewe û be qetar berew parîs. le řêge be mezrada ke deřoyştîn, le hemû mezrayan lam wa bû tûtin kirawe. le şwênêk qetar wêsta ke paş se’at û nîwêk deřwa. çûme mezra. dîtim ewî min be tûtnim zanîbû řezî mêwin! her mêwey kemtir le mîtir biłînd; zor estûr û piř lik; zor řêkupêk. pêm waye hêştûy bîst kîloyî le zorbey mêwekanewe kewtibuwe ser zewî. cige le řez, zorbey çêdnidirawyan nîsk bû ke serekeyan be maşên biřîbûn û kayekeyan be maşên dedruwewe. neqłî ew seferem be kemal negut. degeł ewîşda zor cêgey wa çûyn ke daway yarmetîman bo kurd lê kirdin. zoryan cwabî diłxoşkereyan daynewe.

le çend małêk de’wet kirayn ke têgeyştim cûlekey zor payeberzî feřansan. betaybetî yekyan ke pyawêkî penca sałe debû; ’erebîşî zor baş dezanî; zorî lagîrî le kurdan dekird. qiseman dekird, gutî:

- xełkî şerqî hemûyan tenya îḧsasatîn. urûpayî seryan le zimanî îḧsasatit dernaçê. urûpa tenya jimare û amar dezanê. to hezar sał biłê dêhatman sûtawe; gelman, jin û minałman le birsan mirdûn; ber bomba dirawin; hemû bê dawderman kewtûnewe; hîç behre nada. biłê dû hezar û sêsed û şazde dêman ke ewende małe û ewende ser xêzan û lewanîş ende pyaw, ewende jin, ewende mindał, ’umrîşyan biłêy; agir degirin û serî kîse awałe dekenewe. bo nimûne: wêtnamî hawaryan le xełkî feřansa kirduwe, hemû şit be jimare û erqam. gutûyane dwazde hezar mindałî de ta sîzde sałey xełkî paytext be dengî top û bomba keř bûn. amrazî bîstinyan le feřansawe bo beřê کراûەا le bazarî saygonda firoşrawe...

şewêk lew de’wetaneda basî nemanî îstî’mar dekira ke bemzuwane xelas debê. ew cûlekey dełêm gutî: řenge îstî’marî xawen çek û leşkir le naw biçê, bełam îstî’marî pûł hergîz le naw naçê... bo dakutanî qisekey xoy, neqłî cûlekeyekî dewłemendî parîsî gêřawe ke par le seretay zistanda herçî berî daristan û baẍatî yugoslawyaye kiřîwye û xoy û bextî pûłî neẍdî dawe. êsta yugoslawya - ke hîçî bo namênêtewe - sedî penca qazancî pûłekey dedatewe be sermayewe, kabray cûleke hêşta řazî nîye!

çend řefîqêkî sadiq hebûn zorim keyf pêdehatin; ke sadiq tarîfî me’lûmatî dekirdin; êranî bûn. řojêk sadiq, kemal û minî birde çiłokebabxaneyekî êranî ke zerfekanyan hemûy kaşîy şîn û semawer êranîyane bû. bełam ewendeyan pûł lê sand ke le derewe demantiwanî sê cemî başî pê bixoyn. degeł kemal çûyne miẍazeyek defter û kîfî destî bikřîn; herdûkîş feřansî nazanîn. kabrayekim dî řîşêkî feřansîyaney serçenegey hebû. be ’arebî bangim kird, be mîsrî derçû. be arezû şitî xoman kiřî. řojêk serman be muẍazeyekî cilî ḧazirda kird, deste kot û şełwarêkî piř be berim hełbijard. kemal tercimanim bû ke be îngilîsî qisey dekird:

- be çend?

- çwarsed firank.

- girane.

- lêre mi’amle kirdin nîye.

- nakiřim. eger be sed û pencay deden demewê.

kabra telefonêkî kird, gutî başe hełîgre. kemal we temaḧ kewt, ewîş destêkî hełbijard:

- be çend?

- çwarsed firank.

- minîş sed û penca firank dedem.

- misyo hîç kes nîye tewaw be qed û gîpałî řefîqeket bê; le naçarî firoştiman. bełam bizane lêre sewda kirdin nîye!

ke hatbûşînewe beẍda her kes deydîtim deygut: ay lew dirûne çakey em destey pê dirwawe!»

jin û pyawî feřansîm zor be şîkpoşî dedît. dirûnî cil karêkî gewre deka. baweř ke jinêkim dît kot û şełwarekey xamî sipî bû, bełam cwan dirwabû her ḧezit dekird lêy biřwanî.

degeł sadiq çûyne bazař û geřekî «monmartir». be sedan dûkanî be ḧesîrî burya û teneke, piř le pyawî řeş û sûrî musłiman, piř le kitêbî du’ay ’arebî, şaxe mar, şitî cadûgerî û tiř û tewêłeyan defroşt. bo sadiq lewê le dûkanêkî cilfiroş destêk kot û şełwarman kiřî, ke le êran ba, nirxî nedehat; hemûy be sed û şêst firank.