çapemenîy şořş û hawkaranim
hêndêk le sałî 1965 û nizîkey heşt mang le sałî 1966 le «lêwje» le ser çapemenîy şořş mamewe. kak samî hawkarim bû. pêşmergey çapxaneman: «se’îd ebûşamîl»- ke mesîḧîyekî ’ereb bû- zor le karî çap zana bû; «seferî feylî»- ke basim kird- şî’e bû; «mecîd kesas»- ke ewsa mindałêk bû- êsta le şarî silêmanî le çapxane kar deka û çend carêk nawim le pişt kitêbî kurdîyewe dîwe ke supasyan lê kirduwe. bextewerim ke be hoy minewe fêrî pîşey çapgerî buwe; «şêx nûrî nawêk» û çend kesêkî dîke.
sefer zor tûş û cîngin bû, mecîd, lew qût û cîngintir! řoj nebû şeřêk neken. wek dersî medrese lîstem bo nûsîbûn: şemme: mecîd û se’îd, yekşemme: sefer û mecîd, dûşemme: şêx nûrî û sefer yan mecîd pêkewe şeř biken! řojî wa bû sefer dû şeřî dekird; deygut: mamosa, ba eme qerz bê le serim!
řojêk dîtim sefer dû mirîşkî be destewe.
- eme çîye?
- le jinêkim kiřîwe le gundî «yindize». yekî be dînarêk.
- ẍezebit lê barê! mirîşk yekî be ḧewt direme! (ḧewt timen)
- na mamosa, jineke witî her yekî ḧevde cûcełe hełdênin. sî û şeş mirîşk be dû dînar herzane!
paş çend řojêk, «sefer» tifeng le şanda berew yindize.
- bo kwê?
- mirîşkim lay jinêk nayewe, êse ewşê xakan giştyan fasd buwe. eçim ew jine dekujim!
- sefer carêk be keryan zanîwî besyetî! mirîşkekanit bike qesabî!
dwayî gutim: min be dînarêk lêt dekiřim, bo binke seryan bibře.
- mamosa xoyşim le goştekeyan exom?!
- ey çon.
- ke wa bê xase!
le meqalêkî «xebat»da nûsîbûm: dirokanî dewłet wek ewe waye ke gutûye ḧesen û ḧusên dû kiçî mi’awye bûn; ’elî le beẍda kuştunî! meqal ḧirûfçînî kirawe, nimûneyekî lê dirawe, sefer dîtûye:
- se’îd em ẍełete çîye? to mesîḧît nazanî, min ke şî’em dezanim: ḧesen û ḧusên kuř ’elî bûn; we dest yezîd şehîd kirawin! bêne bîgoře!
se’îd naçar gořîbûy. penca jimareyek le çap dirabû ke dîtim. ca were sefer ḧałî ke û le serřa ḧirûfçînî ẍełet bikewe!
dû serbazî ’erebî esîrî zozkîyan bo hênayn ke xizmetî binkeyan pê bikeyn. yekyan seyîd ’elî, xełkî ḧîlle û masîgrêkî şî’e bû; yekyan ḧemed, xełkî lay dîwanye, felaḧêkî sunnî bû. ke hatin zerd û ze’îf û lawaz. lûtit girtiban gyanyan derdeçû. zor zû lay ême qełew bûnewe û zor we keyf hatin. telîsêkî piřim tûtin degeł peře ciẍare lay ḧemed dana. her do’ay bexêrî dekird, deygut: têre tûtin bûm; xwa řawestawit ka! zorman xoş dewîstin. ḧemed zor gêjûke bû; dû îstîkan çay bihênaye be selamet nedegeyştin! gutman to ke werzêr bûy, bêstanman bo bike! baweř ke bêstanêkî nimûney bo saz kirdîn.