basêk le xom û mindałekanim

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  860 views

lêreda demewê basêk le xom û mindałekanim bikem:

miḧemmed kuřim ’umrî çwar mang kemtir bû ke becêm hêşt. le małî ’ebdułłay biram bexêw kirawe û daykî wek dełên be bêwejnî çawedêrîy kirduwe. ke hatne beẍda, kuř ’umrî le no sałda bû, neydenasîm. zor car ke min dyar nebûmaye, le daykî depirsî: ew pyawe kêye degełman le małêkdaye?! her kes qełs debû, derdepeřî: deçmewe małî xoman!» ke menzûrî małî mamî le sabłaẍ bû. mistefam- ke le şeqławe bibû- temenî le sałêk kemtir bû becêm hêşt û çûme sûrya. paş sał û nîwêk ke degeł daykî hatin bo lam, neydenasîm, pêy degutim: «’emû» (mame). kak miḧemmed îmamî û daykî kerîmî le bîr nedeçûn û lay wabû ewan kesukarî ewn. katê zagrosim hate dinya, le mosko bûm. eweş bextî min degeł mindałanim... ew çend sałeş le beẍda ke çûnete medrese, zor kem dîtûmin, min her be şax û kêwanewe bûm û tenya dayk agay lê bûn. ca eger ulfetyan degeł min zor negirtibê, ḧeqe û kemtir twanîwme hestî xoşewîstîy bawkaneyan bo derbiřim. ew ḧałe ta biłêy tał bû, bełam ’îşqim be azadîy kurdistan lewe behêztir bû ke xom tenya nezrî xoşewîstî û serperistîy mał û mindał bikem...

le mawey ew derbederîyemda- ke eger de ser yekî xeyewe, pitir le pazde sał le mał û mindał dûr kewtûmewe- wa buwe be mang û dû mang layan bûm û dîsan becêm hêştûn. ewî bêpsanewe buwe: heşt sałî hewweł ke le sabłaẍewe bo ’êraq çûm. sałêk le mosko, ewî tir le şořş. ke hewweł car çarde mang nemdîtnewe û carêkîş dû sał û çendêkî xayand.

ta bîrim le ḧałî xom û mindałim dekirdewe, diłim teng debû; nexwaza řojanî cêjin ke be bîrimda dehat kes nîye cêjnaneyan bidatê û diłyan xoş ka û jin, bêwejin û mindał, bê babin. bełam dîsan diłim be koşan le řêgey azadî û mîlletekem sebûrî dehat û hemû lawe kurdêkim be mindałî xom dezanî. zor kesî wa hebûn layan wa bû min qet xem naxom; bełam ewan agayan le dił û derûnî min nebû. min pêkenînim kirdibuwe swaẍî ẍem xwardin û hemîşe gałte û qisey qořim dekird û xem û kułî diłî xom pê dadepoşî. emma pyaw le heq la neda, hunerî gewre, hunerî me’sûmî xêzanim bû. dekirê biłêm firîşteyekî xuda bibuwe řefîqim... birsî bayn, řût bayn, bewpeřî řezayetewe, bê ewe gile le bext û zemane bika, wek daykî here diłnerim û babî here diłsoz, çawedêrîy mindałî xoy dekird û dûr le mêrd dejya û qet gile û lomeyekim lê nebîst. eger tenya nanî wîşkî heba, yan saz û teyar ba û bîtwanîba zor xerc ka, hergîz ferqit pê nedekird û hemîşe řûxoş û şukiranebjêr bû. her jinêkî dîke le cêgey ew ba, sałêkîşî degeł dernedebirdim. herçend min biřwam be bext hatin û nehatin nîye û lam waye çarenûs hełkewtêke û dête řê, bełam bew ḧîsabey ke dełên fiłan bedbext û fiłan xoşbexte, min eger le zor şit xirapim bo hatuwe, le jin û şerîkî jyanda bextewer bûm.

jinî pêşûm her zor baş û jinî dwayîm le başîş baştir û le wefaş wefadartir buwe û êstaş le pîrîmda mayey hemû diłxoşîy jyanme...

***