yadî çend kesêkî ew serdeme

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  893 views

řojêk çûbûyne řawe masî, zorman masî girt bełam çikołe bûn. birjandiman. ême degeřayn diřû bijêrî bikeyn, seyîd ’elî- ke kone masîgir bû- qaqa pêman pêdekenî ke êwe fêr nebûn masî bixon. dyar bû ewîş hunerêk bû. her kilkî masî degirt û be didan daydemałî. qet diřûyêkî de gerûy negîra! bełam êstaş fêrî fêłekey nebûyn.

ḧemed ke hîç, seyîd ’elî çend denkê kurdî fêr bibû; nardibûm gwêlparêk bigrêt. heray dekird: mamosta hişar! ewe şête! şête!

dway pêk hatin û giftugo degeł bezaz û ’ebduřřeḧman ’arf, esîrekan nardiranewe. min beyanîyek le serbanî gundî qesrê bûm, em dwane hatne xwaḧafîzîm. herdûkyan zor be kuł degryan ke lêman cwê debnewe û deyangut birya de sałî tir esîrî berdestî êwe bayn...

«’ebdulḧusên feylî» pyawêkî kurtebałay lawazî zor zît û zîrek, le beẍda le nizîk medresey mustensirîyey qedîm, dûkanêkî xeyatî û cil û ferşifroşî hebû. kurdêkî zor muxlîs bû; betaybetî degeł eḧmed tewfîq û min. ta le beẍda bû, zor saz û teyar bû. be tometî tîrorî «bedreddîn ’elî» estandarî hewlêr, ewîş têwe dirabû. paş ḧebis û cezrebedanî zor, berdirabû; hatbuwe naw şořş û maweyekî zor le lay suleymanî kirabuwe emîndarî deẍił û dan û dahatî pêşmerge. dyar bû carêk be seferêk nardirabû, lem beyneda dizîy zorban lê kirdibû. hate lêwje ke biçê dadî xoy le mekteb syasî bika. mecîde mindałekey degeł bû. gutî: ewe mindałe û zorîş cwan û berçawe, bawkî be minî siparduwe ke agadarî bim. minîş diłim her be to mitmaney dê. ba lay to bê û le çing pyawî xirap û bê’exlaq bîparêze!

pazde şewêk ḧusên mîwanim bû. şewane basî bo dekirdim; kurdîy êmeşî baş nedezanî. ke basî yekêkî dizî bê’akarî bikirdiba, deygut: bełê mamosa, em pyawê xerawe, hey le’net le qebrî babit bem! demgut bełê fermayşteket řaste!

ew deme cengey řêwasan bû. mecîd degeł pêşmergekan çûbûne çya. xeber hat mecîd diłî le xo botewe; xwêy bo berin. bestezmane ke mindałî şaristanî buwe û dîwye řêwas bê pûł le kêw zore, bê xwê hêndey xwardibû bûrabowe!

řojêk be destî gel deçûyn mele bikeyn. zor dûr le piştî gund, mindałî cewher hîranîm dîtin lebin berdêkî gewreda bûn. gutim: kak cewher! bin ew berde hîlake, eger xwa neka teyare lêy bida, her be tiłîşe berd mindałekanit berdekewn. ba le naw how mêrge, lebin ew dare gewreye bin, ke eger bomba we mêrg kewê, nateqêtewe û bişteqê piřîşkî zor lê biław nabin. nwêjî şêwan ke le mele geřaynewe, hemû małî dê baryan lênawe û řû be kwêstan deçin:

- bew şewe bo kwê?

- ay, xot be cewherit negutuwe emşew bombarantan deken! xotan řizgar ken?!

- nemgutuwe û xwa řûy dirozin û ziman hełe řeş ka!

le gundî lêwje gyanêkim be «pile»y daykî sergurd yûsif mîran bû ke binkey kuřekey le ême nîzîk û lewberî dołêk bû. (pile yanî pûrê). ew jine lêm řûne le hemû şêx û meşayxî gewreş sałiḧtir û le hemû kes beřuḧmitir û le hemû merdazayan merditir bû; xałe xeme bû.

carêk le hewlêr, dukturêk řojêk serî çwar nexoşan deda, le hemuwan piley lebin serî nexoş debînê ke mîwey bo hênawe û diłdarîy dedatewe. duktur gûşîyekey fiřê deda, dełê: pile! eger to dukturî min çikarem?! wexte biłêm minî be qed taqanekey xoy xoş dewîst. her çêştêkî xoşî lênaba, deynarde dwam. ke deçûme mał cêgeyekî nûstin řaxrawe.

- pile! ewe çîye?

- qelender detnasim, her nanit xward xew be lata debatewe. nanit bixo û binû!

řojêk pêş nîweřo le małî pile bûm- kak yûsfî kuřî lemał nebû- teyare hat. pêşmergekan- ke cêgeyan řûten û pêş małan bû- hełatin xo bişarnewe. pile derpeřî gutî:

- hey daweşên! tifengekantan biden be min, êwe bo pyaw nabin!

le xecałetyan geřanewe û kirdyane teqe le teyare.

kem pêşmerge hebû nawî pile nezanê û be ḧurmetewe basî neka. tenanet kuřekey xoşî wek hemû pêşmergeyek pêy degut pile. min ke hemîşe û êstaş le xoşuştin be sabûn û awî germ zor tenbełim, řojêk pile- ke de’wetî kirdibûm- hełîpêçam aw germ kirawe debê xot bişoy. çarî naçar paş qîře û heray zor çûme jûrêk, teneke awêk le ser agir û berdêkî bo şorke lê bû. pêm le berdeke na, teneke aw wergeřa naw agir. be wişkî cilim de ber kirdewe û hatmewe gutim başim xo şişt! her deygut be qesten wat kirduwe!

hebasî mamendaẍa û şêx letîfî şêx meḧmûd hatne lêwje û mîwanî cewadaẍa bûn. şew çûme layan. hebasaẍa gutî debê de’wetêkman bikey. dû gîskim kiřî û de’wetim kirdin. meclîsêkî gewre bû. qise dekira û «bełê qurban» degutra. serim birde bin gwêy hebasaẍa:

- kake êwe pyawe gewrekan le naw ře’yet û jêrdestanda her qise dehawên; diroy zor gerwe deken. ewane zor zîrekin. herçend le tirsan bełê qurbantan bo dełên, ke dyar nebûn lîçtan lê xwar dekenewe. be bê abřûtan dezanin. tozêk agat le xo bê! diroyan bo meke!

hebasaẍa le pêkenîn şîn bibowe, gutî:

- yeqîn řast dekey. bełam şukur şêx letîf le min diroznitire û diroy ziltir deka!