kar le řojnamey «xebat»

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  1266 views

çûme mektebî syasî le «hełşo». ḧebîb û duktur meḧmûd gutyan debê le řojnamey xebatda kar bikey! gutim: min le ẍełetgîrîy řojnamey ’arebîda zor mahîrim. eger qibûł deken ẍełetgîr debim. eger xoşim be kurdî şitêkim nûsî, le ser ḧîsabî karekem nebê; çunke lewaneye ewî min deynûsim řazîtan neka û mecbûr nîym be heway kes binûsim. ewî netanewîst «małî qełb ser we saḧîbyetî!». pêk hatîn û be nawî ẍełetgîr emirim bo nûsra. qerarîş dira mangê pazde dînarim le beẍdaye bo biden be mindałekanim. çapxane le «sunê» bû; çûme ewê. binkey eḧmed tewfîqîş lewê bû. şerîfzade, salarî ḧeyderî, suleymanî mu’înî, ḧemedemîn sîřacî, mela seyîd řeşîd, ḧesenî îsḧaqî, mela qadrî laçînî, mam ’elî ’ecem û zorî tirîş ke êsta le bîrim nîyn lewê bûn.

sunê zor gundêkî xoş û be řez û darubare. kargerî çapxaneş şeş nefer bûn. ber lewe min biçim, yekê tirî be nawî awřeḧmanî mela meḧmûd be serřa geyştibû. řojêk melayek le qeładzewe hatbû, çûbûn cêgey çapxaneyan nîşan dabû. we sibeyřa teyare bombaranêkî xestî kirdibû, bełam be selamet derçûbû.

le ser coge awêkî piř le darubar, sekoyekî zor xoş le berd hełbestirabû; beřastî şa’îrane bû. řojane cige le karî řojname, bo xom şî’irim denûsî û fikirim dekirdewe; ḧezim nedekird kes bête lam. bełam kuřgel le kołim nedebûnewe. tercemey xeyamim lewê tewaw kird. seretay berew mukiryanîşim lewê hondewe û le paşan le şwênêkî tir tewawim kird. çend meqale şî’rîşim bo řojname nûsî û çap dekira. şî’rî «marmêlke nîym» yekêk bû lewane û meqalatekem nemawe.

řojêk xawen miłkekey dewrî cogeket hat. gutim: mam ḧemed bayîy řub’e dînarêk tirêman bideye! ser darêkî zor berz û barîk kewt ke mêwî lê hałabû.

- mame dekewî! hîç nebê kiłaşekanit dakene!

pêkenî: bo pêtan waye minîş wekû êwem? ew dare bo min wek cade waye!

tozêkî tir serkewt; dar dahat û mam ḧemed kewt û dengî le ber nehate der. xwa ’afûy ka!

zor car demdî pêşmergekan dehatin nanî wişkyan werdegirt û çêştyan nedexward û deřoyştin. kewtime şwênyan, xoyan be naw diřke tûtřikanda dekird û hengiwînî şemetrêlkeyan dexward ke şaney be diřkanewe hełdebest.

le sunêwe hatuçoy hełşoyem zor dekird ke mektebî syasî lê bû. teyare ḧecmînî le hemû kes hełgirtibû. keşîşêkî aşûrî zor pîrman degeł bû, zor le teyare detirsa; kunêkyan bo kołîbû. řojêk teyare hat û «ebuna bîdarî» řaykird bo kun. pêş ew segêk xoy tê xizandibû; lêy miřandibû. hawarî kird: řemezan ’eqrawî were segim le koł kewe!

’elîye sûrêk xełkî gundî «kanî sêwê» gewrkan, pêşmergey hełşo bû. pyawêkî zor aza bû ke le dwayîda degeł seyîd fettaḧ û çwar kes le kêwî «ḧacî kîmî» pişt qeregwêz şehîd kiran. ’elî agay le kepran debû. boy gêřamewe: şêx miḧemmedî hersînî- ke ’elî deygut: nesrînî!- ’elî û çend pasewanêkî dîkey kepranî ko kirdotewe, suxenřanîyan bo bika:

- kuřim! pêşmerge nabê bitirsê; nabê hewałî xoy le tenganeda becê bêłê. way danên êsta teyare bê desřêj bika, yekman birîndar bê. nabê řakeyn; debê birîndar řizgar keyn û gwê be teyare nedeyn...

lew demeda teyare hat. şêx le pêş hemuwanda hełat! detgut kerwêşke û tajî tê berdirawe. çuwe pişt dare beřûnêyek û heray dekird:

- hełmeyen!

- kake şêx be xwa êmeş çaw le cenabit deken! hełatîn...

mamostayanî mekteb syasî û tenfîzî le naw diřk û dałî zor çuẍurda keprêkyan kirdibû ke hergîz teyare neydedît. nîweřoyek layan bûm, teyare qirmandî. le keprewe hełatin bo naw berdełanî naw çem. heram kird: teyare řoyewe; wernewe! kak samî wek tîtrî sermeqaleyekî řojnamey ke min nûsîbûm deygut: «be qur’an nayeynewe!».

şewêk le keprî sałḧ yûsfî bûyn, gutim diłim xeber deda ke şitêkî na’asayî heye. hestam ḧesîrî binexom hełdayewe, marêkî têda bû!

şeř le dewrî qeładze řojbeřoj tunditir debû. biřyar dira mektebî syasî û çapxane bigwêznewe bo lay naw deşt. deste deste beřê dekiran.

beyanîyek haşim ’eqrawî be hanke hank hatewe ke şew tûşî leşkirî ’êraq bûyn û hewałekanim bêseruşwênin. lekin sengeser cîpekey yûsif mîran û xoy têda buwe,

tûşî çiray cîpêk bibûn ke řûbeřûyan dê. dabezîwin ke eger dujmin bû şeř biken. haşim be yek hełatin şeş se’at bêwçan hełatbû; ke ew xeberey da. keçî ne dujmin, ne teřemaş!