berew «zînwê» û bew nawçeda
degeł serheng nafîz çûyne «zînwê»y şêx û bûyne mîwanî şêx ’ubeydîlla. şêx bo řojê řeşmałêkî dewr be kełeke berd gîrawî hełdabû. be şewîş dehatînewe gund. şêx ’ubeydîlla mamî şêx ’ela’eddîn û newey şêx kemal bû; şêxayetîy nedekird. pyawêkî zor mîwandost û be nanuxwan û zorîş qisexoş û leberdiłan bû. sê kuřî gewrey be mał û jinî bû: ’umer- ke xwarzay ḧacî miḧemmedî şêx řeşîd bû- degeł sofîyan dejya. seyîd ’elî feqîrokeyekî sade bû. mistefa ke hemekarey karî aẍayetîy zînwê bû. şêx ew kate kiçî kake řezay daymawî jin bû; ke nizîkey penca sałêk le şêx kem tementir bû. mindałî le şêx nebbû; bełam zor kaban û xanim bû; dest û puxtî lewpeřî pesnidîda bû. nafîz û min pêman seyr bû ke şêx le ser ew hemû mîwandarî û sexawetey, zorî ḧez le de’wet dekird. her řoje be dûkandarêkî degut: key de’wetim dekey? tacîrî zînweyîş be nawî de’wetî şêx, gîskêkyan lêdena û penca kesyan pêwe de’wet dekird. dway pazde şew be nyazî kwêstanî berde paney binarî qendîl çûyn û mîwanî şêxey ḧacî řesûł bûyn ke aẍay gundî qemteranî bîtwên û xawen meřêkî qewẍa bû. pênc řoj le hawîn řabirdibû; her çend şew le naw xêwetêkî zor kîpda û leber agir û be pêxefî zor nûstîn, ta beyanî le serman le bin çingî xoman da. beyanî hemû aw bibûne sehoł; dest û çawman bo neşora. be swênd û qur’anî xawen mał, dû şew maynewe. gutyan eger berew qeładze deřon, be kwêstanî qendîlda zor nizîke; bełam çwar se’atêk be ser befirda deřon. biçîn? neçîn?... naçîn! sibey ke weřê kewtîn tûşî şîwe pełeyekî piř befir bûyn ke mewday bîst mîtir nedebû. pilekanî lê pike! kewş dakene! be nîw se’at be qîře derçûyn. hełî kirde wiře; dinya le mij tarîk dahat. le serman delerzîn. hemûy se’atêkî nebird be dîwî «înê» û «mijdînan»da hatîn. lew dîw zistanî sext, lem dîwî ’eynî kêw, leber mêş û megez û germa weřez bibûyn. herdûkman êstir swar bûyn. nîweřo çûyne «xuşkan» û şew geyne «wełzê», bûyne mîwanî şêx řezay gułanî ke kone efserî polîs bû. êstirekey min swarî bûm, fêre bazdan bû; qet le derawî asayî nedepeřyewe. em ḧîzbab xêwe manî degirt; debwaye kendałe cogey zor hîlak peyda ka û baz bida. le ser berejêranîş be anqest berdêkî biłindî dedîtewe, xoy hełdeda! ew sefere geymewe qeładze. cige le eḧmed tewfîq û deste û dayrekey, zor kesî dîkey sabłaẍîm dîtin. degeł mîneşem çûyne «hêro» bo lay kak se’dî ḧacî bayzaẍa û seyîd miḧemmedî acîkend û çend kesêkî tir le xizmanyan. seyde şîney xałozaşim lewê dît û no řojan mayewe û zorim xeber lê pirsîn ke bo min taze bûn. bełam emey xoş bû her kesî lêm depirsî çone, deygut: pêrê yan dwênê dîtûme. no řoj řabird, tarîx le lay ew negořa!
çend carêk çûyne kwêstanî cemaleddîn bo małî ḧacîyaẍay meḧmûdaẍa. êwarane degeł kak se’d degeřam û şewan û řojanman be gałte û cefeng řadebra. ’ewnî yûsfî kone wezîrî qasim le kwêstanî cemaleddîn bû. řojane deçuwe ser řêy qeleřeşey swêsnyan, her ker û barêkî kurdî êranî dedît, tarîfî şahenşay le la dekird. gutyan ewe çote taran mîwanî sawak buwe; řojane sê butił wîskî lê dizîwin. le ser ewe deryan kirduwe. êsta ke tarîfî şa bo kerdarî swêsnî deka, be humêde şa bêtewe û dûbare biçêtewe ser ew axuře çewre!
ḧesenî kuřî řeḧîmî qazîm dî taze bibuwe pêşmerge, lay wa bû pêşmerge debê pîs û çiłkin û řût bê. kałe şiřeyekî de pêda bû segî lê detora! be hezar gîře kewşekanî xomim daye ke her le kałekanî çaktir bû. çûbû le qeładzewe cûtêk kełaşî tazey hewramî bo nardibûm.
řojêk le kwêstanî cemaleddîn bûm. kak yûsif mîran- ke řutbey sergurdî le erteşda bû- degeł babekir pijderî hatin le kêw dîtyanim. gutyan: ḧîzb dełê karman degeł bika. gutim: nehatûmewe bo kar kirdin; demewê bêkar řaybiwêrim. gutyan me’mûrîn her degeł xomanit berîn.