řadyoy şořş

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  908 views

barman kird. mektebî syasî çuwe «siłê» û min û kak samîş beřê kirayn bo lay bałekayetî. sałḧ yûsfî kirabuwe serperistî řadyo; ke taze peydaman kirdibû. le pişt «wełaş» le naw cengełêkda ke «gořî gacûtan»yan pê degut çûyne kepranewe. degeł ’usman se’îd û diłşad mesref û celal ’ebduřřeḧman- ke her sê goyndey řadyo bûn- le keprêkda bûyn û çend keprêkî tirîş hebûn. nan hebû, pêxor nebû. dewruberman hemû řez bûn; xawenyan bibûne caş û becê mabûn. ca were tirê řeşke bixo! hemîşe sewetêk tirê le kepir bû. kes nebû řojê çend car zergetey pêwe neda!

le tirê řeşke weřez bibûyn, gutman ba biçîn tirêy sipî peyda keyn. le řezêk peydaman kird û qertałeman dagirt. kabrayek be têłayewe lew lawe hat. gutim: kuřîne tûřey ken têłakutman deka. min cwabî dedemewe. kabra singî da ser têła: erê kake! ew řezeştan be řezî caşan zanîwe?

- nexêr, gutman řezî pyawane û be têřadîwî hatûynê!

- de eger wa bê noşî gyantan bê; řezî xotane!

tirs û lerz le wirç pitir bû ta teyare. şewane wirç dehatne naw kepran û lêman deqûlandin.

řojêk taze taw serî kêwanî zerd hełdegêřa, pênc teyare xut û xafił hatne serman û ber tîrbaryan dayn. qet dîmenî hênde cwanim nedîwe: zerdayîy agirî mûşekan wa be hendese û řêk boman dehatin ke nebêtewe...

seyda sałḧî serperistiman fe’ley girt û çend qułkêkî hełqend ke le ayndeda eger teyare hat xoy têda weşarîn. qułkeyekyan nîşan min da ke eme bo toye: qebrêkî tengî barîkî tarîk. gutim: sed car be teyare bikujrêm naçme naw ew qebrewe. řojane deçûm, şwênêkim peyda kirdibû le naw řezêkda. kes pêy nedezanîm. be asûdeyî demnûsî, teyareş neydedîtim. şî’rî berew mukiryanim lewê tewaw kird û zorim şî’ir û meqale bo řadyo denûsî.

qerar dirabû bernameyekî turkimanîşman hebê. mamosta celal ’ebduřřeḧman, yekî nûsî û bo xoy xwêndyewe. be řoj bername zebit dekira û şew le řadyo gwêman lê degirtewe. celal zor xo be zil zan bû; nedekira gałtey degeł bikirê. ke gwêman lê girt gutim: xudaye bo xatrî em mewlûdname mibareke řuḧmêk be kurd bikey!

hemû pêkenîn û celal tûře bû; dengî lê gořîm. we sibey şew ke destî pêkird, bêdeng destiman bo du’a hełêna û hîçman negut. bo xoy le fiłqey pêkenînî da, gutî: bira řast deken, her wek mewlûdname deçê!

cige le nan û carubare çêştêk sawar, yan birînc ke małe «xidirmenguř» nawêk boyan saz dekirdîn, řojane yekî bîst fils, yanî çwar qiřanman xercî dedraye ke beşî tûtin û peřî nedekird.

«elbêr» nawêkî aşûrîman degeł bû; ḧiqûqî bû; sed û penca kîloyek weznî bû. çûbuwe dengî şeř zebit kirdin. şew hatewe û zebit û řadyoy pê nebû.

- ha, mamosta!

- tarîk bû! zor tirsam; dabezîm. be bîrimda hat le ser ’erz mar heye. swarî êstirekem bûmewe. zebit û řadyom win kirdin!

dû mindałî heş no sałey lewê bûn. gutim: biçin! her kes dozyewe sed filsî dedeynê. zorî nebird şitekanyan hênayewe ke le dem řê becê mabûn.

- mamosta elbîr! bitxeyne terazû barteqay de mindałî kurd dêyewe. bo debê ewan netirsin û to bitirsî?!