hebasaẍay mamendaẍa

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  1053 views

le řojî 18y mangî yazdey sałî 1963 selam ’arf- ke serkomarî be’sîyekan bû- le be’sîyan hełgeřayewe û dem le pûşî kirdin. ew deme le hîran bûm. le paş pênc řoj degeł mîran- be leweř û dê be dê- xoman geyand «dołe řeqe» û bûyne mîwanî hebasaẍay mamendaẍa. hebasaẍa ře’îsî ’eşîretî gewreye û pitir le penca gund mułkî hebû. sereřay eweş ’eşayrî bołî û babołî- ke le lay qendîl germên kwêstan deken û yekcar zorin- de ber ḧukmîda bûn. her le şarî řanyewe ta gełałe, ře’yet û aẍa xoyan ser be hebasaẍa dezanî; nîmçe padşayek bû. hewwełîn aẍay ke bibuwe yarîkarî şořş, ew bû; bełam hîç xûy qoředemaẍî aẍayaney nebû. zorî ḧez le gałte û pêkenîn bû. heta biłêy řoḧsûk û xwênşîrîn; zelamêkî zor biłindibałay cwançak. sexîyek bû ke bawkî ḧatemî tey debû wirtikey małî ew biçnêtewe. zorî mîwan bûm, qet nemdî le sed mîwanî kemtir hebê. řojî wa hebû pitir le dûsed mîwan leser sifrey ew ko debûnewe. nexwêndewarêkî yekcar zîrek û syasî bû. keçesîwatêkî kemî hebû. ḧîzbî şyû’î û partî û qułe ḧîzbî tir hemûy lê řazî bûn û tarîfyan dekird.

carêk celal tałebanî lêy pirsî: hebasaẍa to be nexwêndewarî ewende zîrek û bekarî, eger xwêndewar bay, çi debûy?

min gutim: wek ḧîkayetî «semaşî somirist mom» êsta micêwrî kilîsa debû!

be çawenořî mela mistefa, le dołeřeqe maynewe. mîran petuwe tûknî turkyay be dyarî daye; hebasaẍa her le meclîseke gutî: kak hejar ewe le bo to!

gutim: namewê.

gutî: ax le daxî to wezgim dawe! hemû kes ḧetta mamosta gewrekan şitim lê dexwazin. min le koye pêçit dedemê, natewê; řadyom pêşkeş kirdî netewîst; petûy mîranit nawê; wa dyare to le diłda şyû’îyekî zor ẍelîzî; dełêy małî fi’udał giławe!

’ewnî yûsfî wezîrî qasim, hemze ’ebdułłay kone serokî partî û ḧemîd ’usmanî ře’îsî pêşûy ḧîzbî şyû’î mîwanî bûn û maweyek bû dayankutabû. řojêk ’ewnî gutî: kake bas biłê kirasêkim bo bênin!

- kwa kirast diřawe?

’ewnî kot û cilîqey dakend. kirasêkî şiřî çiłkinî nîşanî meclîs da.

- kak ’ewnî! xanûyêkit le hewlêr heye, pênc hezar dînarit dedemê bimdeye!

- herçend dewłet dagîrî kirduwe bełam be de hezarîşî nadem.

- maynêkit heye, pêncised dînarit dedemê bimdeye.

- ḧay! be xwa muşterî hezar dînarî heye!

- pole sipîndarit le gełałe hen, be çwar hezar dînar lêt dekiřim neẍd û to dînarêkî lê bide be kiras!

- qisey hîç! sipîndarekanim bayî dwazde hezar dînarin!

gutî: ca ew car musteḧeqî!... heřûn dû kirasî le bo bênin!

giłose cigerey cimhûrî le pêş bû, beşî mîwananî lê deda. hemze daway kird, paketî bo dirêj kird. hemze destî bo debird, destî dekêşawe û pêy pêdekenî! tawêk mişk û pişîley pê kird, ewsa dayye. serim birde bin gwêy: taze têdegem çonit ew qoře demaẍane wa řam kirduwe. detewîst be řadyo û petû ew derdeş be ser min bênî! zor pêkenî.

zor degeł min germî girtibû. pêkewe deçûyne řawê. şewane mîwanî her gundêk debûyn le mizgewt denûstîn. degeł ře’yetan wek bira çûke decûła û dedwa.

řojêk be dûy kerwêşka espiman taw dabû. espekey min- ke ewîş î hebasaẍa bû- wîstî le kendałêk baz da, be řûda hat û ber lewe bikewê xom hełdaşte qeraẍ kend û cût pê çeqîm. hebasaẍa pêy seyr bû; deygut: min tom be şaristanîy xawîlke denasî ke nawêrî swarî kerîş bî; bełam herçî bîrit lê dekemewe wa dernaçê!

şewêk le gundêkî pişt řanye bûyn, çwar aẍay pijderî- yekyan cwanmêraẍay naw bû- bo hatin û karyan be hebasaẍa bû. şew ke řakşabûyn, hebasaẍa le xwî hestandim û gutî: ba qisey qoř bikeyn! ḧemîd ’usmanîşî řast kirdewe, nardî çwar mirîşkan bibirjênin. qisey qořman dekird û deḧîlkaynewe. aẍay pijderî ke be qełangîş gûyan nagate dem! be tûřeyî seryan hełêna, bizanin kam bêşerme xewî lê têk dawin; ke hebasaẍayan dî xoyan mat kirdewe.

gutim: hebasaẍa, êsta leber xoyanewe dełên hebasî mamendaẍay segbab be řefîqayetî ser řûtî ḧîzî şaristanî, pyawetî xoy le dest dawe! êmeş ke karman kewtote ew, hem abřûman deçê, hem lewaneşe ew şelatîye boman pêk nehênê!

pîre ermenîyekî feqîr le sabłaẍ, kasbîyekî řejî dabêjtin bû. gutyan «tiłîş» musułman be! pûłit bo ko dekeynewe, xanût bo dekřîn, jinit bo dênîn. her ke şadew’îmanî hêna, sunnetyan kird. bełam jin û mał û xanû nebû. tiłîş zor be kuł le sûçî dûkanekey degrya, deygut: «kîrekeşim çû, dînekeşim çû!».

hebasaẍa- ke zor pêkenî- gutî: de ca şerte karekeşyan bo nekem ta tewaw bibne tiłîş!

şew bû; de swar bûyn. kabrayek le koxêkewe - ke tenya małî le çoł bû - heray kird:

- hebasaẍa dabeze! qawirmem heye.

dabezîn. qawirmey kabraman xelas kird. le řê gutim: axir ew bestezmane qawirmey sałî le kîs çû, nedebwaye la dey.

gutî: na be serî to, lamnedaba diłî dêşa!

çend řojêk dway ewe, kabra le dołeřeqe bû. hebasaẍa gutî:

- fiłan to ew sał çełtûkit lê nekřîwim, dyare destit quçanduwe.

- aẍa carê parem bo hełnesûřawe.

le kaẍezêk şitêkî nûsî û day be nokerêkî. nûsîbûy şazde teneke birîncî bidenê û heqekey geywe!

řojêk le dołeřeqe çûme řanye. şew le małî mam qadir baẍewan bûm. sibey wîstim be pê biçmewe dołeřeqe; çemedanêkim pê bû. mam qadir gutî: bazařî darfiroşan hemû xełkî dołeřeqen. çemedaneket bo bernewe; xot be pê biřo.

çûme meydaneke, le kabrayekim pirsî: kake! xełkî دەۆڵەڕەقە nîyt?

- na!

- edî kesî dołeřeqeyî nanasî?

- bełê deyannasim; bełam kes emřo nehatuwe.

geřamewe. bangî kirdim:

- xełkî dołeřeqet bo çîye?

- ca ke lêre nîyn hîç.

- axir biłê.

- gutim: cantakem bo bernewe.

- xecerit pêye?

- boçîte?

- de wirgimî řake bizane xwênî lê dê?! kuře hejde řoje le dołeřeqe kê çat bo dadenê? kê cêt bo řadexa? kê awit bo dênê? kwêřa be řojêk namnasyewe?!

- ay bibexşe, řast dekey! çonî? çakî?!

- dey nawim çîye?

- ha, çî, bibxişe?

- biraym!

- ay kak biraym gyan çonî?!

- biraym na û quzełqurit! detewê êstirit bidemê û detewê cantat bo bermewe.

çemedanim daye û degeł ce’ferî kuřî menafî kerîmî sabłaẍî- ke zelamêkî be heykel bû- be pê berew dołeřeqe çûyn. şew dahat; gutim ba biçîne piłingan.

- axir seg heye û min le seg detirsim.

- kake min segit lê derdekem.

xoman le segan xelas kird û çûyne małî mela ’usman. qîřey mirîşkim bîst, gutim herçî hetane ewe dexoyn û nemhêşt mirîşk ser bibiřn. dokłîwî keşkanî ser be řonyan degeł hêlkewřon hêna.

- ce’fer to kamyan hełdegrî?

- dokłîw naxom.

nizîk hejde sał bû dokłîwî keşkim nexwardibû. ewendem xward şew xewm lê nedekewt.