wituwêjî řanye û biřyarî agirbes
celal tałebanî hate dołeřeqe ke çawenoř bê ta çawî be mela mistefa dekewê. le serbanêkî gund hatuço û qiseman dekird. destî pê kird ke barzanî le ḧîzbayetî tûřeye û dujminî tenzîme, çend kes le hewałanî ḧîzbî le lay gełałe derkirduwe. be dûrudrêjî ḧîkayetî kare xirapekanî ḧîzbim bo gêřawe ke diłî barzanî êşanduwe û hemû gunahêkîş le biraym eḧmed dezanê. eger biraym eḧmed be ře’îsî ḧîzb nemênê û hîç nebê wek mistefa kemał nawî binên bawkî kurd û le małe xoy danîşê, barzanî le yarîdedanî ḧîzb dirêẍ naka; qewl dedem ḧîzb be to despêrê ke toy zor xoş dewê.
gutî: eger řast bikey be şerefim min hewweł kes debim ke dijî biraym ała hełka û le ḧîzbî laba. debê şexsêk- herkê bê- bikirête qurbanî de pênawî mesleḧetî giştîda...
barzanî geyşte cê. şewêk dûrudrêj basî hatin û qisey xom û celalim bo kird. gutî: min mwafîqim biraym laden, celal le cêgey ew bê û be dił yarîdey ḧîzbeke bidem.
celal be diłxoşî û qewlî merdane řoyşit; bełam nek her hîçî lew barewe nekird. bigre le dijayetîy barzanî koşatir bû. webał bestoy xełk, deyangut celal ’aşiqî «hêro»y kiçî birayme û hêro ḧezî lê naka. dyare biraym qewlêkî pê dawe. le dwayîşda eme we řast geřa. biraym heřeşey le hêro kirdibû: eger mêrd be celal nekey xom dekujim. êsta çend sałe celal zawa zêřîney birayme...
hebasaẍa tikay bo haşim ’eqrawî kird ke le xořa binkey bêtwatey çoł kirdibû; hełatbû. barzanî ’efûy kird.
«seyîd ’ezîzî şemzînî» nameyekî bo «ḧacî miḧemmedî şêx řeşîd»- ke dujminî sersextiman bû- nûsîbû: «to were ba pêkewe mela mistefa le naw berîn û to serokman be!...». kaẍez gîra û seyîd ’ezîz û çend kesêkî dîkey wek ’elî ḧemdî gîran. dwayî leber xatrî seyîd ’ebdułła efendî, seyîd ’ezîz berdira. ’elî ḧemdî kujra.
şewêk degeł mela baqî û eḧmed tewfîq le «sipyawê» bûyn ke gundêkî çikołeye le dołeřeqe. mela baqî her şewî zor mabû çay lêna. xanexwêkeman (kwêxa řesû) şêtokeyek bû:
- mela baqî ewe çîye deyxoyewe?
- hehû çend fizûlî! dermane zige û duktur boy nûsîwim!
- de be xwa minîş zig’êşeme, lo minîş têke!
- zor bêselîqey, dermanî nexoşêk bo yekî tir nabê!
- be xuda debê û debê bom têkey!
eḧmed gutî: mela baqî geyştûye gun řeşî xot! boy têke ta bew befir û sermaye derî nekirdûyn!
kwêxa dwanî xwardewe û her deygut: dełêy çay xomane!
pêncised çekdarêk degeł barzanî bû řojaneş xêzerey mîwan bo dîtî barzanî nedepsawe. goşt û piław û nwênî hebasaẍa biney nedehat û qet nemdî řûy girj bê. zor maynewe û lewêwe berew řanye hatîn. mela mistefa medresey sengeserî kirde binkey xoy. gutyan xełkî em gunde zor birsîn. boyan kewte swałî genim; zor zû le birsayetî řizgarî kirdin.