çend qisey xoşî mam nûr

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  858 views

pîremêrdêkî dîkey biray kak be nawî «mam nûr» hebû, demuçaw çirçî lût awławî şil û şewêq, ewende qisexoş bû nebêtewe. pyaw mirdûy le gořê ba, mam nûrî dîba, dehate pêkenîn. zorim qisey xoş lê bîst; zorîşyan bo degêřamewe ke bedaxewe le bîrim çûnewe. dû sê şitim le bîr mawin:

* mam nûr lenaw aẍawetî dezeyî le deştî hewlêr mîwane. pyawêkî hîranî dê, lêy depirsê:

- tû negeywe?

- bełê qurban «sexore» buwe (taze dega).

mam nûrî dełê: hetîw wis be! êsta aẍayanî dizeyî hemû hicûm debene ser tûy hîran!

* le xaneqay seyîd eḧmed le kerkûk, mam nûrî deçête awdest. dîwarî awdestekan newîye û be ḧał ta nîwey leşî pyaw dedapoşin. aẍayekî boşnaẍîş deçête awdestî tenîştî. mam nûrî dełê: bexêratî babe! xełkî kwêy?

ciẍareyekî pêşkeş deka û le ser dîwarewe boy dadegîrsênê û mil le çak û xoşî û basî kasbî û kar deken! be seyîd eḧmed dełên dû şêt le awdest çeqe û herayane. dezanê fîkî mam nûre.

- mam nûr ewe çit kirduwe?

- qurban be xuda pyaw şerim le mîwanî xoy deka neydiwênê û ciẍarey nedatê!

seyîd dełê her emřo dîwarekan biłinditir ken!

* komełêk aẍay dizeyî degeł mam nûr deçne mele le cogey gewreda. lîbasî mam nûr defřênin. ta deyewê derkewê xołî pêda deken. mam nûr mandû buwe, zimanî kêşawe û qaqaş pêdekenê.

- be çî pêdekenê?

- xom her wek berazêk dête ber çaw penca seg dewryan dabê û de quř û lîtey werden!

***