lenaw eşkewtanî çyay birandost

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  817 views

çyay birandost eşkewtêkî zor gewrey hebû, sałon sałon, le şwênêk awî têda bû. nemanzanî ta kwê řoyîwe; çunke pyaw eger zor çûba nefesî teng debû, pişûy lê debřa. pitir le sed pêşmergeyek lew eşkewteda dejyan; ke eger naçarî ba, cêgey çwarsetîşî têda debû. dû sê eşkewtî piçûkî tirîşî lê bû ke zor tengeber û le baraneda diłopeyan dekird. le tawsawda le derê dejyayn û her çend kesêk lebin darêk, sîpałî be zewîda deda. řûnakayîy şewman agir bû. leber agir nanman dexward û řodenîştîn ta xewtin. be nizîkey çwarsed pêşmerge, fanûsêkî keçman hebû; bêşuşe. newtî têdabû; serî cê newtekeş nebû. her kes çexmaxî agirî cigerey bênewt buwaye, deçû le kunewe de newtekey hełdekêşa. seyr leweda bû řadyo beẍda beyanîy řesmî biław dekirdewe ke be ḧîsabî kîlomîtir benzîn û be ḧîsabî xêzanî mał newt biden; newek yaẍîyekan behrey lê bibînin!

řojêk baran dayda. ba bigeřêyn û enwa peyda keyn. degeł mistefay kake řeḧman bo eşkewt degeřayn; mela baqîş degeřa. kunêkim dozyewe be ḧał cêgey hełtirûşkanî dû kes debû; ewîş diłopey lê dehat. gutim: were ba be lay mela baqîda biřoyn û tûřey keyn! be sirteyekî wa ke gwêy lê bê gutim: ewe şwênî min û to, nabê kesî tir bê!

mela baqî gutî: bełê, êwe necîmzadekan cêtan hebê, ême be cehennem! şerte le daxî êwe emşew leber baran binûm!

- mamosta mela baqî be qur’an debê ew eşkewte î to bê; tûře mebe!

pîlman kêşa, małî necîmzadanî dît. le daxan pêkenî:

- eger xêrî têdaba we ber minû nedexist; mimbarekî xotan bê!

degeł dû hewałan- êste nazanim kê bûn- kune berdêkman dîtewe; têy xizayn. zor newî bû. carêk hestam danîştim, serim şika.

mela mistefa xizabuwe kune eşkewtêkî lewey gutim xiratir; diłopey dekird; xoy hełwêznîbû diłopey wê nekewê. lew demeşda kabrayekî řannide taksîy hewlêrî deyneřand:

- debê her biçim şikayet lay mela mistefa bikem; zułmim lê kirawe.

le derkî eşkewtewe gutim:

- axir gałtey lewe xoştir çon debê? barzanî deyewê şikayet le destî diłope bika û em kabrayeş şikayet lay barzanî.

barzanî zor řojan bewe pêdekenî

le zor le mêjewe ke sûrçî û sofî şêx řeşîd dujminî barzan bûn, şêxekanyan mirîdî xoyan wa têgeyandibû: her kes tûşî mêzer sûran- yanî barzanî- bibê û bitwanê û neykujê, kafir debê. ew şwêney êmey lê bûyn naw cergey sûrçî bû. neyandetwanî bimankujin, lêman detirsan; bełam le şeytanyan naxoştir dewîstîn. gwêm lê bû jine sûrçîyekî řewend didan kewtûy çirç deygut: xwaye bo xatrî merqedan û şêxî çawbełek! teyare bên û ew kafrane bikujin; ba ḧewyanî demîş berkewn!

sirûdêkim le ziman caşanewe nûsî ke le dîwanekemda çap kirawe û serbendekey «caşîn kuřî keranîn»e. boyan gêřamewe ke caşekan dawetyan buwe û em şî’raneyan be goranî gutuwe û leberî hełpeřîwin!

řojêk legeł eḧmed çûyne cil şutin; şwanêkman belada hat:

- kake! biřêk şîrman nadeyey?

- defirim wê nîye.

- ême wêmane!

- nazanim bidoşim.

min milî meřêkim girt û eḧmed milî le doşîn na; qet jine bołî way ḧeywan nadoşin.

- ewîş dezanî?!

eḧmed tewfîq deste pyawêkî belebarîkî cwan çak, sipîlkełe, mûy le řeşîyan birîqey dehat. qet le karkirdin mandû nedebû. zor pak û xawên û muretteb bû. kes be pê degełî dernedebird. řoj û şew bêwçan be şax û kêw hełgeřaba, nefesî teng nedebû. neydehêşt berdestanî satêk bêkar û tenbeł řaybiwêrin. le ẍardanda pêm wa bû kewrêşkî le ber dernaçê. carêk caşêkî dîl hełatbû. caş wek tajî řaydekird; maweyekî zorîş dûr kewtibû. eḧmed kewte serî; girtî, tifengiçîy çak bû; neydezanî tirs çîye. hemû gyanî huner bû. ’eybî ewe bû zû tûře debû. zor sextigîr bû; xetayekî çikołey le jêrdest qibûł nedekird; neydebexşî. be çawî bedbînîy deyřiwanye zor le hewałekanî êranî; zor detirsa ke sawak nardibnî. ke le ser ew wirde ’eybaney lomem dekird; carî wa bû le ser ew lomekirdine lêm deřenca; bełam zor zû aşt debûynewe. pêşmergekanî barzanî û hî tirîş- ke deyannasî- zor leber azayetîyekey xoşyan dewîst. eger pişûkurtî û zû tûřebûnî nebwaye, bo karî zor gewre zû amade bû. dîsan lam wa bû le ayndeda debête pyawêkî gewre; bełam zeman mołetî neda...