mam ’elî ’ecem
lew hewałe êranîyane, «mam ’elî ’ecem» şitêkî zor seyr û xoş bû. dirêjêkî barîkî be cûtêk simêłî şa’ebasîy sipî û çawêkî sûrî birîqedar. wek «mitoşalḧî tewrat» kes neydezanî ’umrî çende! be xeyał be heşta sałman dadena. wa dyar bû řojêk le řojan tirkî azerbaycanî buwe. kurdîyekî zor çakî dezanî bełam tirkaney degut. tirkîşî baş le bîr nemabû. xwa dezanê çend sał bû le kurdistanî mukiryan û le kurdistanî ’êraq jyabû. le kêw neba nedejya. degeł pêşmergey cimhûrî sabłaẍ le lay serdeşt buwe. paş şikanî cimhûrî, degeł «’ele gawir» û «semedî çete» şew be kêw jyawe. le seretay şořşî barzanîşewe her degeł buwe. qet le karkirdin mandû nedebû. karîşî çêşt lênan û řêkupêk řagirtinî binke buwe. le hemû temenî şew be kêwîda û hemû gyanîşî hemû dem diro û fiřufîşał bû. diroy way dekird ke de qutûy hîç ’etarêkda nebê. nawî her kesî bîstiba- ca ba çwarsed sał lewe pêşîş mirdiba- deygut demnasî û zorî neqłî dostane lê degêřawe! bełam dirokanî ewende beřê û cê dekird, zor kesî pê hełdefrîwa û ta direnganêk beřastî dezanîn:
* lînîn? ey be řeḧmet bê! le mosko dîtmî serî çenegey maç kirdim; fermûy ’elî berne mûze be keyfî xoy çî dewê hełgirê! geřam, geřam, cûtêk kiłaşî hewramîm hełbijrad. hemûyan boyan le çepłe dam!
* gagarîn gutî: mîllet baş nîye!
gutim: eger to le ’asman degeřay le kwê diłit xoş bû?
- le ser mosko.
- ha, ewe toş mîllî!
le çepłeyan da!
* marşał tîto? ewê sałê emin le warşew nutqim dekird, mindałêk bû cilî marşałîyan deber kirdibû. zor mindałêkî xwênşîrîn bû;
* moşê deyyan? ew segbabe êstaş tûtin û peřim pê qerizdare! fe’le bû le cadey gelî ’elî beg, gutî: mam ’elî ciẍare çibkem? tûtin û peř û çexmaẍim daye. emma ew dem nawî mûsa dayan bû!
* kwêr bim, paş simaylaẍay simko min gedirim nemawetewe! her pêy defermûmewe: «dayî elî!». ew dem ew tifenge biřnoyem her be destewe bû!
ewey le kin min û eḧmed degêřawe ke min tifengekem bo le eḧmed estandibû!
* bapîrim- babekî xuřem dîlî!- kurd bû. şeşsed, ḧewsed, heşsed sał pêş, hîzbî susyał dîmukiratî dirus kird!
* le tewrêz leşkirçî setarxan bûm. saçmey topman nemabû. řeḧmetî meştî memedalî xan, kołî penca ḧenbałî dû giranî û pênc giranî nard, kirdimane saçmey top!
carêk deygut mudîr pistî emnye, carêk serleşkir; îtir herçonî boy hatba!
* cizîrey xark çwar beḧre; piře le tîmsaḧ. kê biçête dem aw, tîmsaḧ deyxiwa. taqe pirdêkî heye; tenya zîndanîyek le dinyada twanîwye lewê hełê; ewîş min bûm; dîtim yekêk le bin kamyon teketek deykatewe, minî be lîbasî hebsî dît; gutî: elî! ewe lêre çi dekey?! cilî şagirdîy damê; degełî swar bûm. hênamî ta nizîk şîraz. lewêwe be pê be sehrada dû mang be řêzî dartêlanda hatim ta geyştime abadan. çûme gawexane; yekêk gutî: elî! lêre çi dekeyewe?! goran bû. birdimî dû mang le serdaw- le pena kûpe şeřaban- bexêwî kirdim!
em diro zilane û hezaranî dîkey way denexşand her ḧezit dekird gwêy lê bigrî. gyanêkman bew diro nexşînaneyewe bû. her basêkîşî bikirdaye ke le zemanî cimhûrî sabłaẍda ba, deygut: «ewe hejar dezanê!»; demwêra biłêm na?! kelîmey «segbab» le kin ew qisey xoş bû bo her kesê kemtirîn řexney lê bigirtaye.
çêştî lêdena, bełam degełî nedexwardîn. řojêk birincî sî kesî lênabû, xwêy tê nekirdibû. kakeḧmed gutî:
- mam ’elî wa bizanim kemêk bêxwêye!
- aferîm! her demgut bizanim segbabêk dezanê xwêm tê nekirduwe? tecrebem kirdin; to zor zîrekî!
bełam be pał ew hemû diro nexşînaneşewe, yekcar zor çîrokî naw kurdan û mesel û řabirdey gewrepyawanî dezanî. zor car wa buwe nemzanîwe be kurdî be şitêk dełên çî, ew deyzanî. her eger demdî tozêk kize, demgut: xem mexo, ba şořş xelas bê, dûbedû debîne çete be şaxanewe, her ḧacîyan řût dekeyn! we keyf dehatewe. natwanim hemû bas û řeftarî mam ’elî lêreda binûsim, çunke kitêbêkî gewrey dewê. emanem bo çend nimûneyekî- kem le zor- gêřawe ke bizanî çend werwêrke û awdengîyekî xoş bû lew çya û çołe.