lankî nyaze, tifengî dewê!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  820 views

«bêcan cindî» be çend pêşmergeyekewe le nizîk ême bû. řojêk mindałêkî yazde dwazde sałaney wirdî be dwawe û hat:

- kak hejar! em hetîwe hatuwe dełê bimke pêşmerge. eger lankêktan heye bimdenê ta têyda bixewê!

mindał girya, gutî: nawim ḧusêne; babim nîye; hetîwim. le qawexaney dyana şagirdim. hatûm bimkene pêşmerge; mame bêcan gałtem pê deka!

gutim: lêre bimênewe û nan û awêk heye; bełam natwanîn tifengit bideynê. to hêşta zor mindałî...

kuřeke be diłişkawî řoyşit. wa bizanim şeş ya ḧewt řojî pê çûbû, kêşkigrî lay dyana heray kird:

- yekêk berew ême dê, tifengî pêye û kurte bałayeke.

- çawedêrî be û dengî mede! ba bizanîn...

ḧusênî çikołe be tifengêkî biřnoy dirêj û dû fîşekdan be ser şanewe, hanke hank peyda bû:

- kwa mam bêcan?

- çote barzan.

- be xwa çûbête ’asmanîş debê xomî nîşan dem. lankim dewê?! edî ew tifenge çîye?!

- řastî le kwêt bû?

- çûmewe ser karekem le qawexane. em beyane taze semawerim agir kirdibû, geskî qawexanem deda, sofîyekî caşî şêx řeşîd hat gutî: agirêk pêke deçim le kanî mele dekem; řoyşit. bangim kird: mame natirsî çek û cilekanit leser ’erz teřayî bikêşin yan xwa nexwaste yekêk piřyan pêdaka? bo le qawexaneyan dananêy? eger hatîyewe be kawexo deberyan kewe! ewe çaş degeyenmê. gutî xeberî teye. her ew carêk xoy le kanîda qum kird, dû fîşekdan û tifengekem hełgirt û dame çya. ta sofî pêy zanî zor we ser kewtibûm. çend tifengêkyan pêwe nam; bełam min derbaz bûm û awa bûm û ewa hatûm. dey beřêm ke bigeme bêcan!

xoy geyandibuwe bêcan le barzan û zor be diłxoşî degełya hatewe. dway eweş ke lêk hełbiřayn, ta bêcanim dedî zorî tarîfî azayetîy ḧusênî dekird. dwayî xeberim lê nema.

maweyek bû le eḧmed tewfîq û hewałanî tozêk dûr bûm û kemtir yektirman dedît. le hawdyanewe berew piştî xelîfan hełkişam û tûşî yektir hatînewe. her le çendêk pêşewe kuřêkî sabłaẍî be nawî qadir- ke ême pêman degut «qedo»- le ser fermanî eḧmed tewfîq bibuwe pasewanî min. zelamêk, cûtêk simêłî babiř, mêzerêkî sûrî barzanîyane le ser, sertapa nuqmî çek; pyaw ke ew serusîmayey dedît lay wa bû befir be kałî dexwa! qiseşî barzanîyane dekird ta be azay bizanîn. qiroşkeyekî çaxwardinewey lebatî îstîkan be qedewe bû, qorîyekî ça debird.

řojêk ke berew berzayîy çyay «birandost» serdekewtîn, wek hemîşe min leber tenbełî becê mabûm; qedom degeł, serdekewtîn. çend carêk teqey kulle dehat. gutyan: çakêke le biłindayîy kêw be nawî «pîrî xeł»; zemanî xoy řawçî buwe. her kes be layda biřwa dibê teqey bo bika. maweyek serkewtibûyn, dû teqe le ser yek hat. şitêkî wek giryanim bîst; kemêk bepeletir serkewtim. birîndarêk lebin darêk řîxołey řijawne ser ’erz û jinêk boy degrya.

- çi buwe?

- ew pyawe xałme, how dû kese kuştyan û řayankird.

řakirduwekan hêşta nedîw nebbûn.

- qedo řake, eger řanewestan byankuje.

qedo řaykird û lepiř geřawe:

- kak be xwa lewanebû minîş bikujin, nemwêra!

řenge biłêy edî bo xot bo hîçit nekird? min çekim pê nebû. ta direngîş her bê çek řegeł kewtibûm. xełkî tirîş kobûnewe. kabraman be darbest narde xelîfan û le řêge gyanî derçûbû. hatîne serî çya. degeł hewałan şwênman girt. gutim: mam ’elî (mam ’elî ’ecem ke be tenya basêkî dewê) biço pîrî xeł tałan ke! lesayey teqekirdin bo ewî pyawêkî feqîr kujra.

mam ’elî hatewe. kolke û çekuç, kelle û nîwêk qend, tûrekeyek şekkir, dînarêk û sed fils pûł, yek dû mist ça, qorî û îstîkan û maşe û miqełî û çend wirde kelupelêkî hêna. gutim: qedo her em ceme degeł minî! kak eḧmed ew xêrubêre her bo xot!

pîremêrdêk be nawî «mela baqî» le ’esłî xoyda xełkî sine, peřewazey wiłatî mukiryan, lay serdeşt buwe; hatote dîwî pijder. zor sałan mîrzay şêx ḧusênî boskênî û pijderî dîke bû. tewaw be zarawey pijderî qise deka. karî bo ḧîzbî dêmukiratî êran kirduwe. le komoney eḧmed tewfîqda le silêmanî jyawe. bo ḧurmet le pîrîyekey nawyan nawe «bawkî komone!». farsî dezanî. beřastî cuẍrafyayekî zîndûy kurdistanî mukiryan û erdełan û beşe soranîyekey ’êraq bû. hemû şwênêk û hemû aẍayek û bin û bineçekey hemû ’eşîret û hemû małanî denasî. kesî waşim nedîwe ewende bergey naxoşî û birsîyayetî û be pyade řoyştin bigrê. kewawpatołî xakî deberda, kurtebała û çawêkî daqłîşabû. řadyoyekî de bergî xakî gîrawî hemîşe be laşanewe bû. lawaz, řengizerd, mûy pêşewe werîw, kiław û camaneyekî pijderîyane le ser, laytêkî sê pîlî de bergî xakî gîrawî degeł xencerêkî kiřuz be qedewe bû. qutûyêkî şukułatî deber piştênde şiře çwarqefekey deçeqand. ew qutuwe wek ’asay mûsa wa bû: tûtin û peřî têda bû, çay têda lê dena, goştî dest kewtaye têyda sûr dekirdewe. le paş ça yan çêşt, be desreyekî çwargoşey zelamî sûrî qet neşoraw deymałîyewe û tûtin û peřî tê dekirdewe. qiroşkeyekîş bo ça xwardinewe be xoyewe hełwasîbû. turbînêkî qumaşî xakîşî hebû le kołî qaym dekird. pêşmerge nawyan nabû «îzge şiře». zor demşiř bû; hemîşe ẍeybetî xełkî dekird û paşmile cwênî deda. zor diłnask, be kemtirîn şit tûře debû. minîş gyanêkim bewe bû; serim dexsite ser, qełsim dekird; bełam be têkřayî zorî xatir degirtim.