çend pałewanî nenasraw

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  770 views

le bîrme řojî 1963/6/7 têlêgrafêkî sałḧ yûsfî hatbû ke: «ême le beẍda zor serkewtûyn û karman be arezûy dostane. tahîr yeḧya le berîşim hestawe; çaşim degeł xwardotewe. destî bo be qur’anda dawim ke nyetyan degeł kurd başe. tikaye em teqeteq û gêreşêwênîye řabgirin ta xom dêmewe». beyanî ew řoje seyday mimbarekyan girtibû; lebatî ça û swêndî be qur’an, de zîndanyan pestawtibû; be pankeyanda kirdibû; pankeyan sûřandibû; dû hezar şeqyan tê hełdabû. îtir gîra ke gîra!

řojî noy şeş, ’eskerî hêrişber - bebê ewe bizanê kesî le ser řêgeye - le sipîlkewe ḧereket deka. destewyexe tûşî pêşmerge dêt û teqe dademezrê. «ḧusênî ḧemedaẍay mêrgesûrî» degeł pêşmergeyekî êranî, xełkî řeḧîm xan - ke deygut nawim ’ebdułłaye - bêxeber be řêda dên û hest deken le pêşyanewe şeř û teqeye. le dway ’eskerewe ewanîş mil lê denên. min ewem dît ke ’ebdułła no serbazî ’erebî we pêş xoy dawe, wek gařan lêyan dexuřê û hênanye binkekeman le «hawdyan». leşkirî hêrişber şeq û şiř kirabû.

- dey kake ’ewła to çon be tenya em no keset hêna?!

- degeł ḧusênaẍa lêk hełbiřayn; nazanim ew be kwênda çû. min le pişt berdêkewe şeřim kird. nazanim çendim kuştûn; bełam ewane ke destyan hełêna û tifengyan dana, çexmaxî tifengekanim derêna; eweta lew desreyedan, gutim her kese tifengî xoy deşan katewe û pêşim kewê û le dwawe lêmxuřîwin.

ba bizanîn ew pałewane bênawe nenasrawe kê bû: werzêrêk le řeḧîm xanî nêwan bokan û myandiwaw, pyawêkî be dest zaye buwe; hełatuwe xoy geyandote lay şêx eḧmed le barzan: «ẍerîbim û demewê lêre bijîm...», darî sûtanî bo małî şêx hênawe. daway tifengêkî kirduwe, şêx eḧmed gutûye tifeng nadeyn be ẍerîbe; eger bo xot peyda key qeydî nîye. le barzan řoyştuwe çote lay şêx řeşîdî lolan. lewêş karî darkêşî û nokerî kirduwe. le řêgey hawînehewarda sofîyek tifnigî be berdêkewe hełpesarduwe, mîz deka. ’ewła piřî pêda kirduwe; sofî kuştuwe; tifengekey řifanduwe û hatotewe barzan; be çekdar qibûł kirawe. le şeřî ser ’eqre zorî azayetî nwanduwe. le sengerîşda ta yekêkî le dujmin kuştuwe, heray kirduwe: «xulamî ḧusênî ḧemedaẍam!», wek ew nokeraney temałî kerwêşk debînnewe. ḧusên řegeł xoy xistuwe. îtir ta ma, azayetî û becergîy ew kuře bibuwe çîrokî naw pêşmerge. le şeřî «çyay pîrs» şehîd kira. zor miroyekî sade bû. carêk le barzan hate lay mela mistefa, gutî: qurban nyazêkim heye.

- biłê, herçî biłêy bot dekem.

- ba kes ew kiłaşînkofem lê nestênê; zorim xoş dewê...

be hoy hawwiłatî bûn, zor car dehate lay ême, zimanekeşî gořabû. ke demangut: «kake ’ewła xeber û bas çîye?», deygut: «xudê ez miroyeke sewrîme, ’eqił meqił nîne; tu tişta nizanim!».

min kewtibûme binkeyek le çałayîyekda le pişt «gełî ’elî beg», ke şeřî zor sext le ser padganî gewrey xelîfan bû. kanî û awêkî xoşî lê bû; topî lay řewandiz û dyana neydegirtewe. keçî wek mamendî çwardîwarî gutenî: «zîndewer be ḧencełe», řojêk nîweřo leber taw, kozîlkeyekî çarde neferî xerîkî çêştilênan û cilşutin bûyn û yekêk řankekey xoy pîne dekird, gulle topêkî qews hat - le naweřastî hemuwanmanda - kabra řank pînekerî pêka û ême hîçman lê nehat. lenaw hemû pêşmergeda, dû topî xumpare’endazî dû girê û sê girê hebû; ke tenanet yek gulleşyan nebû. eger her taqe topêkman be gullewe heba, be hasanî padganî xelîfanman degirt, ke ême lay serûman lê girtibû.

êwarane xeberî şeřî ew řojem ke le nizîkmanewe dekira denûsî û demnard. řojêk nawî çwar şehîd hebû ke yekyan «şeroy xerbende» (karwanker) bû. nûsîm xwa ’afûyan ka û namem nard. řojî dwayî nizîk nîweřo dû pêşmerge hatin, laşey birîndarêkyan be ser şanewe. şeroye û bînêre dermangay şořş. şero ça buwe, bełam le řanîda deşelî. ca ba boxoy bîgêřêtewe:

- barî êstirêk fîşekim bird, dam be pêşmerge. wîstim gurîs hełwêznim û biřom, le xirmey şêst tîr êstir řewyewe; derpeřî. gurîs de laqim hałqa. serekey be kurtanî îstirewe bû. řaykêşam be ser berdełan û be naw daristanî gełîda. bêhoş bûm û agam le dinya biřa. le şewda hoşim hatewe ber xom. kirasekem be leşmewe nûsabû, xwênî pêwe wişk hełatbû. wîstim hestim, laqim ledû nehat; binî řanim janêkî dekird nebêtewe. zorim tînuwe; xuřey zê dête gwêm; bełam çonî bigemê? destim kuta řêzełe maranem we ber dest hat: «demirim!... ba bimirim!». milim le řêzełe xwardin na, tînwatîm şika. wirde wirde be qûnexşike xom berew zê xizand. janî řan biřistî lê biřîbûm. be qingexşikê geyme ser lateberdêk zor biłind; demřiwanye çom: «de ca ba bimirim, ew jane her demkujê...». xişkem kird û serewnxûn de zêye kewtim. bêhoş bûm. berebeyan çawim hełêna: nîwey xwarûm de awda teketekyetî, le singewe leser řemiłim. janî řanim kem buwe, bełam piştim dezûrêtewe û çiłk deda. demewê le aw bême der, řanim ledû naye. awa mam. taw taze hełdehat gwêm le ẍełbeẍełbêk bû. nizîk bowe, be kurdî qiseyan dekird. «dyare caşin ke dwênê lem naweda bûn». min ke le jyan weřezim, milim le cinêwdan na: «hey caşî bênamûs! bêşeref werin! ez şerome, şero barzanî! werin eger ḧîz nîn bimkujin!».

hatne serim; hewałî xoman bûn. dyar bû le şeřî dwênêda serkewtibûn û le zor cêge gełî kewtibuwe dest xoman.

ce’fer nawêk, lawêkî kełegetî zor cwançak, bîst û pênc sałe, be êstirewe le ser pirdî gełîyewe şew kewtibuwe naw zêye, aw birdibûy. êstir her çû, bełam ce’fer be saẍî derkewtibû. paş çend řojêk ew ce’fere le êware direngêkda çote ser berdêkî biłind biřwanête şeřge, gulleyekî wêł pêkay û kujra!