wexokewtinî be’sî û karqayîmî pêşmerge
le sirêşmewe barzanî nardye cełdyan ke bîgenne sefaretî feřanse le taran. le cełdyanewe be xetî latînî û be kirmancî nameyekî bo nûsîbûm tewaw řêkupêk bû. nûsîbûy: zorim to xoş wîst. eger hatîye parîs bem adrese bimdozewe. daykimit lê mare dekem; cwane!
çend řemzêkî bêsîmî dewłetî řageyand ke: «ême hemû espabî hêrş birdinman saze û debê lepiř be ser barzanî dadeyn». le řemzêka dełê: «řojî noy mang amadey hicûm bin». pêşmerge kar qaymîy xoy kird û le gundan derkewtin û çûne pişt berd û sengeranewe. lew beyneşda destey wituwêjkerman le beẍda her řoje be corêk tefre dedra: fiłan wezîr nexoşe, fiłan le mał nîye, debê ’erebî dîke řazî bin ke ême ḧeq dedeyn be kurd... celalyan birde qahîre, nîşanî nasrî biden. carubareş le be’ze şwênêk ’esker û pêşmerge tûşî yektir debûn û teqeyan lêktir dekird; ke yekêk lew carane «hacer» nawêkî barzanî le ser kêwî «gulek» le nizîk cade nwêj deka, «bêcan cindî» - ke şikakêkî ’ebdûyî bû; degeł řewî barzanîyan le kutułewe degełyan çûbuwe řûsya û le danişgay taşkend zimanî řûsî xwêndibû; le beẍda bibuwe mamostay řûsî le danişga û her le seretay şořşewe degeł leşkirî barzanî bû - le dyarî hacer danîştuwe ta nwêj xelas deka. çendîn kamyonî piř le ’esker be cadeda dên; deyanbînin. dadebezin û ber tîrbaryan deden. bêcan lêyan dête dest; xoy degeyenête pena cade; ca were bikuje! sê kamyonî sûtandibû; penca û sê tifeng û dû tîrbarî girtibû; baqîy hełatbûn. le penca pitir kujrabûn. [bêcan le şeř degeł supay pasdaranî êran, sałî 1983 (1362) le selmas kujra] le çend şwênêkî tirîş lew tûşbûnane řûy dabû; ke hemû car dewłet zyanbar bibû.