kobûnewey koye

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  981 views

qerar dirabû hemû ḧîzbî û lagranî şořş - le aẍawet û řoşnibîran - le koye ko binewe û leser basî ḧeqî kurd qise biken û degeł dewłetî kûdetay be’is bikene wituwêj. çûyne koye. mela mistefa le gundî «topzawa» le nizîk şar, menziłî girt. řojane deçuwe ser awî ḧemamok. eger karêk hebwaye dehate małî «kake zyad» le şar. êwareyek demdî mela mistefa leser kêwêkî řijdî kuřî řojaway ḧemamoke. be pê wirdewrde pê hełgeřam.

ke serkewtim, dîtmî; gutî: xwa şukur to le wehabaẍa zor baştirî, dyare degełman derdebey!

leşkir û mîwan le małanî şar damezran. zebîḧî û min çûyne małî mam qadrî baẍewan; ke lepêşda le mehabad nawî seyîd ḧemeqale bû. le paş zor ḧebis û cizyakêşan kewtibuwe koye û baẍewanî kake zyadî dekird. tahîr yeḧyay serokwezîr û komełêk le pyawmaqûłanî be’is bo wituwêj hatne xelekan (jîgey îbnuxelekanî mêjûnûs). wituwêj damezra. ber le her şit gutyan cêjnî newroztan bo dekeyne qanûnî. gutyan êwe waz le xudmuxtarî bênin, lamerkezîtan dedeynê. qise zor hat û çû; ke min hîç agaşim lê nebû ta biłêm çon bû. ḧîzb qibûłî kird û qerar dira bîxene ber bîruřay giştî û kongire le koye teşkîl biden. hatîne «řanye». nazanim çend řojêk lewê maynewe, ewende dezanim kêç neydehêşt bixewîn. kewşe lastîkekanîşyan lê dizîbûm! le řanyewe berew koye hatîn.

le sabłaẍîş ke nawim şa’îrî mîllî û le nizîkanî pêşewa bûm, le paşanîş heta êstaş, keyfim be de’wet kirdinî syasî nehatuwe û naye. pyawe dewłemendekanî koye de’wetyan dekirdim. deyangut: çit pê xoşe bot lê nêyn?

- dokłîw! le dokłîw zyatir naxom!

xwa bitḧesênêtewe! tûře debûn û deyanzanî çend nanecîbim! zorbeyan wazyan lê dênam.

cengey kengir û gya bû. beyanîyan mam qadir deygut: deçme bazař çi bikiřim?

- kengir û mast, gyadokłîw!

ewîş be qed minî ḧez lê dekird.

řojê be ser cadey koye mîranî sałḧ beg - le mîranî şeqławe - bangî kird:

- hejar were! gencêk hatîye derê sabraẍîme. hîç de zimanî nagem. her derê:

«mezûrim! mezûrim!», eto bizane derê çî?

bełê genc nawî ḧesene; birazay eḧmed tewfîqe. le mamî xoy depirsî. xoşnawêk û sabłaẍîyekî deq neşkaw, têk negeyştûn. ḧesen wişey «menzûrim» be kar deba, ew lay waye mezûrim debê çi bê!

le koye topênman dekird; topêkim le piştî mes’ûd barzanî da. barzanîyek hat:

- çon top le piştî mes’ûd dedey?

- kake ewe teqłeye; aẍa û nokerî têda nîye. lêdedem û çatrîş!

zorî pê seyr bû!

zebîḧî lem beyneda boy gêřamewe ke řojî kûdetay be’is, padganî kerkûk xeberyan dawetê: be top û tank û hemû çekêkewe debne yarîkay şořş û qibûł naken jêrdestî be’is bin. bełam ḧîzb qibûłî nekirduwe; gutûye: ême le ḧebsida qewl û qerarî xoman degeł be’is biřîwetewe; be gijyanda naçîn. cwabî pirsyarekem le celal - ke le beẍda lêm kird - dest kewt.

hatuçoy barzanîş û kak biraym eḧmedîşim dekird. řojêk yekêk be biraymî gut: kabrayek le herdûk laqan seqet, be swarî ker le dêhat çerçîyetî deka. zorman xeberî zor girîng bo dênê; hîçîşî le ḧîzb nawê. dełê karbedestan dełên to debê ḧaşa bikey le ḧîzbî partî, dena řêgey kasbît nadeyn. dełên çî bo mesłeḧet binûsim min partî nîym?

biraym gutî: êwe pêtan çone?

- zorman pê xoşe ew ḧaşa bika, çunke zor behrey heye. be qamkî şadey řasa: debê ew segbabe î’dam kirê!

- çon?

- ba bo mesłeḧetîş bê ser bo dujmin newî deka!

carêk dûbedû bûyn. gutim: bira ḧeyfe êwe diłî barzanî bişkênin. hêz û heybet û fermandeyî ew boye nabê be karî hîçupûç le dest xotan biden.

- wek çî?

- wek ewe êwe deçin lebnewe pûł deden be «’ebdulwaḧîdî ḧacî melo» ke degeł xoman be û le barzanî bitekewe. qumarbazî koye her ew şewe pûłekey êwey lê debenewe û aşkira debêt. wek ewe ke «keko»y barzanî - ke mirîdêkî gyanfîday barzane - bang deken, pêncised dînarî dedenê ke waz le barzanî bênê. keko pûłeke lenaw desřekeda le pêş barzanî dadenê dełê: ezbenî evî dane min, nizanim çende, dibêjin te bimeřa be! barzanî dełê: bo xotî hełgire. lewîş pîstir: şellatî suleymanî çekdarî êwe dełên: mindałêkî mêzer sûrî ’eqrawîman birdote ḧemam; her çunke wek barzanîyan deçê...

biraym ḧaşay lewane kird. bełam gutî: barzanî bote çiqłî çawî ḧîzb, kwêrî kirduwe. eger çiqłekeş derbixeyn her kwêr debîn.

- kak biraym! ewaney bom gêřayewe barzanî hemûy bîstûn. eger wek defermûy natwanin xotan kwêr ken, agatan le xotan bê...