teşqełey mamostayanî partî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  693 views

řojêk dûbedû degeł zebîḧî çûyne ḧemamok bo lay barzanî. qisekanî meclîsekem le bîr nemawe; bełam her le dewrî kêşey fikirî mamostayanî partî û barzanî degeřa. zebîḧî gutî: eger kes le dewrî barzanî nebê, min tenya kesêkim ke be cêy nayełim. yan gutî: eger be tenya leser bedêk bimênêtewe, deçme tenîştî, çunke dezanim ḧeq bewe.

řojêkî dî ’ebdulḧusên feylî û yedułła feylî - ke herdûk le lêjney merkezîda bûn - le ḧemamok be mela mistefayan gut: emane (menzûryan biraym û deste û bestey bûn) xeyanet be meseley kurd deken. to wek serdarêkî be biřişt miḧakemeyan bike û şayetî le ême û ewaney wek ême şareza bixiwaze. eger be gunahbar derçûn gullebaranyan ke! ke be gunahbarîş derdeçin.

min - ke ne partî û ne řesmyetêkim hebû - le xomewe hełmidaye:

- cenab be bîrî kurtî min, dûr be dûr yektir mutehem meken! řaste pirs û weramêk ba le nawtanda bê. eger xeyanet naken xwa hełnagrê be xirapyan bizanî. eger xeyanetîş biken ba komełî şayet bizanin û le řîz derkewn. lam waye hîç şořşêk eger le ser zewyekî sext û be mitmane řanewestê, binî boş bê, têk deřûxê.

barzanî gutî: be qisey hîçtan nakem. byankujim debne şehîdî azadî û dekirêne pyawî gewre le lay diłpîsan. bełam lêm řûne bo xoyan abřûy xoyan deben. min xoyan tê nageyenim, çi deken ba biken.

le bîrme şewêk «’umer debabe» hat, çemedanêkî řeşî pê bû; day be mela mistefa. dway dû řojîş gutyan dwazde tifengî biřnoy hênawe. wek min gwêbîst bûmewe: ḧîzbî partî, bebê pirsî mela mistefa, degeł êranîyekan peywendî girtuwe. ’îsa pejmanî sawakî hatote layan, biřyarî dawe êran be dizîyewe yarîdeyan bida; bew şerte barzanî - ke dujminî sersextî şa û komonîstî moskoye - lenaw xoyan derawên. pûł û tifengyan hêndêk wergirtuwe.

barzanî bewey zanîwe. bo řazî kirdinî barzanî hêndêk pûłyan hênawe û gutûyan eme beşî to bo leşkirkêşî û ême fêłêke le êranî dekeyn û her muxlîstîn. ke barzanî gutûye: tifengekantan çi lê kirduwe? çûn ew dwazde tifengeşyan hênawe.

wa dyar bû êranî le ’eqîdey komonîstîy partî řazîye; bełam le barzanî detirsê. çunke partî biraym bernamey ḧîzbekeşî hemûy biřwa be sîstimî markisî bû. hemû tekyeşî le ser ewe dekird ke ’ereb biramanin û moskoş qîblemane. ew hemû çekey řûsya ke be destî ’ereb le dewranî qasmida le kurdistan dekar kirabû, tozqałêk le îmanî ḧîzbî kem nekirdibû.