eḧmed tewfîq
bo hewweł car «eḧmed tewfîq» yan biłêm «seyîd ’ebdułła îsḧaqî»m le şam dît. lawêk bû dwazde sał le min kem tementir. gutî deçme çîkoslowakya.
wirde kêşeman kird: ew ke zor markisî zana bû, lay wa bû ew dewłetaney lewberî deryawe dên wiłatan dagîr deken, îstî’marî û seg û segbabin. min demgut: ferqî çîye le wişkanî û le deryawe bê? eger bimxiwa. segbab û załme. xwardin û xwardine; be kewiçk û kêrd û çengał bê, yan be çing û nînok û gaz bê! deygut: ême debê wêřay êranîyekanî tir weber řeḧmetî şyû’î kewîn û kurdî ’êraqîş wêřay ’ereb û kurdî turkya wêřay hemû turkekan. min demgut: bira! min biřwam wa nîye kurd, êranî û ’êraqî û turkyayî hebê. min xełkî wiłatêkî gewrem nawî kurdistane. sê çwar dewłet dagîryan kirduwe. deyxon. dewłete gewrekanîş yarîdeyan deden ke be zarî ewan bimanxon. ba ême xoman le bîr bê, gelanî hawsaş eger yarîman biken supasyan dekeyn... zorman lew qisane dekird. ne ew le bîrî xoy dehate xwar, ne minîş berew ’îlmekey ew serdekewtim! le paş hatnewey barzanî, le beẍda tûşî bûmewe. wa dyar bû le sabłaẍ leser kurdayetî, xoy le girtinêk řizgar kirdibû; hatbuwe ’êraq. be nenasyawî le silêmanî xoy girtibowe; çend biraderêkî kurdî êranîy hełatûy dest jandarim û polîsî êran, lêy ko bibûnewe. be nawî «komone» komełêkyan pêkewe nabû; eḧmed serokyan bû. dyar bû serokayetîy ḧîzbî dêmukiratî kurdî êranîşî dekird. le silêmanîyewe be dizî hatuçoy dîwî êranyan dekird. mudîr emnî silêmanî (ḧusên şîrwanî) - ke kurdêkî baş bû - le girtinî ’êraqî deparastin. be hatnewey barzanî zortir xoyan aşkira kird. le beẍda demdîtewe û bûynewe aşna.
şeřî barzanî û qasim germ bibû. eḧmed hate beẍda û pêm seyr bû çon twanîwye lew řêge dijware xoy derbaz ka. gutî hatûm cilk û derman bo barzan berim; ke hîçyan nîye. wêkewtîn cilk û dermanî zorman peyda kird. êstaş nazanim çonî geyandinewe barzan ke beřastî karêkî azayane bû. herweha çûbû le bêrûtewe «dana adam şimît»y peyamnêrî amrîkayî geyandibuwe lay barzanî; ke le kitêbekey (seferêk bo naw pyawe azakan)da zor be çalakî û netirsan û karzanî eḧmed tefîq hełdełê. carêkîş le beẍda pêkewe çûyne sefaretî mîsir; wek basim kird. ’erebî nedezanî min tercumanîm dekird. le qisekirdinî syasîda be wiryam hate ber çaw. le çwarquřneş dîtmewe; bełam em care ew felsefe û fiłtefłitey pêşû nemabû; ke min têy negem. bibuwe kurdîkî xomałî û hatbuwe ser ew biřwaye: her kes kurdistan le kurd dagîr bika, le beraz û îstî’marîş pîstire...
le kobûneweyekî deşt, çendêk le hawkaranî êranî xoy pê nasandim ke «selaḧî muhtedî» (be nawî mistefa), «miḧemmedî simaylî meḧmûdaẍa» (be nawî kawe), «suleyman mu’înî» (be nawî fayq emîn), «minye şem» û çend kesêkî tirîş bûn.
eḧmed gutî: eger le xoman bî zorman pê xoşe.
gutim: eger metłetib eweye le ḧîzbî dêmukiratî êran bim, nabim. çunke min ewa bîst û ewende sałe le êran dûr kewtûmete; hîç şarezayîm nemawe. min le kurdistanî ’êraqda wexte biłêm wird û dirşityan hemû denasim û deşzanim le çend menziłda têpeřîwin. leber ewe wek hewałêkî naḧîzbî be dostim ḧîsab ken! gutî zor řazîn.