le mosko

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  1159 views

le řadyo zanîman «şewwaf» û çend efserêk, be dine danî nasir le qasim hełgeřawnewe; qasim beseryanda zał buwe. řojnamey mosko nûsyan: «barzanî twanî heray şewwaf le naw berê».

şyû’î wexo kewtibûn. dadgay gelyan le mûsił pêk hanîbû. ’ebduřeḧman qesab nawêkyan kirdibuwe dadistanî dadgay pirolîtarî. be sedan kesyan le xełkî mûsił paş dû deqîqe miḧakme be darî çiraberqida heławesîbû. le kerkûk wenaw şar kewtibûn, her turkimanêk û kurdêkî naḧezyan ber çing hatbû, be gurîs řayankêşabû; qetił û ’amêkî zor besamyan kirdibû. bo nimune: her dû laqî naḧezyan be dû cîpewe bestuwe, cîpekan her yek bo layek lêxuřawin ta kabra leberyek hełqiłîşawe. îtir qasim geywete êskanî; çend zelamêkî lê girtûn û leser řadyo hicûmî bo kirdûn.

celal bêtûşî nameyekî le birlînewe bo nardim; namey cewdet mela miḧemmed nawêkî şyû’î kwêy bû. dełê: «... celal nazanî çend xoş bû: herçî le mûsłida demangirt û demanzanî hewał nîye, ber şeqman deda; darkarîman dekird; demanda dest meḧkeme, des becê deygut bîben be darî daken. bew sere şîrînet swênde ke hêndem şeq de murtecî’an hełdawe êstaş laqim dêşê!...».

kiçêkî zor cwan û zor nask û nazdar, ke demdî car car degeł «’esker il ’êbî»da degeřa, be minî gut: «min ḧazirim degeł ’esker biçme beẍda, xoy lê tûře kirdûm. to pêy biłê!».

- ’esker ew kîje le bab û bapîrîşt zyade, bo naybeye beẍda?

- kake bezeyîm pêda dêtewe. ême le beẍda zaẍenşîn û yekcar feqîrîn. ew kiçe ḧemamî dewê; awî xawênî şêrey lazme; fêrî sînemaye; her dû řoj mał û ḧałî min bibînê diłî detoqê. gutim aferîn bo wîcdanit... paş geřanewem bo beẍda, be çend mangêk, kuřêk hate lam; gutî: ’esker gileyît lê deka. bo çî kartî de’wetim bo narduwe nehat?

- kartim nedîwe, de’wetî çî?

- xeberit le çîye? qesrî le geřekî wezîrîye kiřîwe. jinî hênawe; pitir le pêncised kesî le utêl beẍda ke cemêkî be pênc dînare de’wet kirdibû!

- axir ew deygut zaẍenşînim û zor řût û řecałim.

- bełê, ewsa wabû, êsta waye. ’esker xałî mine...

têgeyştim zaẍenşînî kirêkarî sadey karxaney cigere, xwa boy řexsanduwe bigate mosko, bote ḧacî û lay şyû’yan weqedir kewtuwe; destî be kunî pûłda çuwe. êsta bote ew pyawe û nawîşî nirawe: «mamosta ’esker».

hestim dekird řûsekan hîç xoşîyan le nejadî zerd nedehat. eger fîlim çînî ba, kes cige le namokan nedeçûne timaşay. çwar çînî û jine japonîyek û yekî vêtnamî lê bûn. kuře çînîyekan herçend hatbûne îstiraḧet, hemîşe seryan beser kitêbewe bû. neyandeperja hewałetî kes biken. vêtnamîyeke le ’ekasî dezanî, min ke le ’ekasîm dezanî parûm kewtibuwe řon. hewałanî asayşga debû derman û kaẍez û fîlmî negîrawî xoyan bênin, wek dukturî taranî wextim bo dadenan. eger řojî baran bê, fiłan se’at boyan çap dekem, bewe zor memnûn debûn. kuře vêtnamîyeke be dûrbîn û fîlmî xoy ’eksî degirt, be kaẍezî xoy boy çap dekirdin. le cwabî minda ke bo wek min nakey gutî: «min zerdim; to esmerî çawřeşî. bew ḧałeş herçendî dekem lêm řazî nîn û hewałetîm naken!». le asayşgada jûrî tarîk û maşênî ’ekis gewre kirnewey têdabû.

fetḧî gutî: «leser babekî xuřemdînî şitêkim nûsî; çap kira. êsta demewê şitêkî lê zyad kem ke dîsan bom çap kenewe. le tewrêzewe karwan be kurdistanda berew beẍda biřwa, tûşî çend cê debê bom binûse». deygut: «ay nawî genedar, afan, dołesîryan çend pê girîng buwe!». boyan çap kirdewe.

duktur řeḧmanî ḧacî baẍir nameyekî řesmî le «voloşîn» naw ke le kumîtey merkezî ḧîzbida û beser syasetî řojhełatî naweřast řadegeyşit, bo hênam: «tikaye ḧał û eḧwałî ’êraqman de meqalêkda bo binûse». be kurdî nûsîm:

- dey duktur be řûsî tercemey ke.

- kurdîyeke nazanim; birya farsî ba.

kirdime farsî.

- bexwa řûsîyekeş nazanim!

sełmasî tercemey kird. le mecelley (edebyat û jîn)da çap kira. çwar hezar řuwbiłyan bo nardim. bełam lecyatî nawî nûser, voloşîn dandirabû!!

zoryan le asewarî nûseranî řûs be ’arebî bo hênabûm. le nawyanda namîlke şî’rêkî «mayakofsikî» hebû; lezetim le xwêndinewekey nebird. meselen (hewr le patołda) be lamewe qiseyekî seyr bû, wek (zîqey mor)deçû! dawam kird farsîyekeyan bo hênam; ferqêkî nebû. «xwaye çon ew kabraye debê wek gogił û maksîm gorgî û çîxof û kê û kê ḧîsab kirabê û zyatrîş?!». lam waye her çunke dełê: «şanazî dekem ke lawêkî komonîstim» ew řêzey lê gîrawe û kotełî le kotełî hemû nûsere benawbangekanî řûsî beriztire. řengîşe min wek lazmîyetî têy negeyştibim û ’eqiłim her ewendey biř kirdibê...

řojêk dû zelam, be barêk dûrbîn û zebtî sewtewe wejûr kewtin:

- cêjnî oktobre, şitêk biłê le řadyoda biław bikirêtewe.

- debê şî’rêk binûsim. sibey wernewe. sibey lêm peyda bûnewe. gutim şî’rekem kurdîye.

- to farsî yan ’erebî nazanî?

- le farsîda melewanim; le ’erebîda tam le dinyada nîye.

- ca çunke kurdî cêgey le řadyo moskoda nîye, be ’erebî tercemey ke.

- bira min kurdim, be kurdî detanewê mimbareke, dena kesman le kes.

herçî qunecuře û mince mincyan kird faydey nebû. řoynewe. dway dû řoj hatnewe:

- başe be kurdî biłê.

- axir pêşekîyekî pexşanîşim bo nûsîwe ke xełk de şî’reke biga.

- başe ewîş biłê!

şewêk le řadyo biław kirayewe. têgeyştim bo çî tałebanî be ’arebî qisey kird...

de’wet kirame sefaretî ’êraq ke cêjnî damezranî kûdeta bû. be cilkî kurdîyewe çûm. cilkî kurdî sîḧre, ewendem lê ko bûnewe û ewendeyan ’ekis girtim û pirsyar lê kirdim ke sefîrî ’êraqî ’ebdulwehab meḧmûd gutî: «beřastî to sefîrêkî le min çaktirî bo ’êraq nasandin». lew cêjneda kuřêkî ’êraqîm dî be nawî «ḧeme ferec» ke deyangut lew sûraneye be nawî kurd û kurdistan cûte hełdexatewe. hat be lamewe, řûm lê wergêřa. girya, gutî: «hejar řaste min dijî mîlletî xom bûm, bełam hemîşe diłim bo kurd û kurdistan sûtawe û nemwêrawe řastî diłî xom biłêm». gutim: «birader to zor serxoşî; sibey lebîrit deçêtewe û peşîman debîtewe ke basî xoşewîstî gelî xot kirduwe...».