çend kurdî ewê
kurdekanî mosko û lînîngirad dehatne lam. «pirofsor qenatî kordêf» û «kolozî şero» û çend kesêkî tirîşim lewê nasîn.
zemanî nîkoła, le ermenistan, kuře kurd ke hemû şwanzade û feqîr bûn, neyantiwanîwe biçne medrese û ermenîş řikyan lê bûnewe. lazar nawêkî zor xêrewmend, mindałe kurdî ko kirdûnewe û kirdûnîye mindałî xoy û deber xwêndinî nawin. çendîn pyawî gewrey pê geyandûn ke «qenatî kurdêf», «ḧacî cendî» û çendêkî tirîş lewanen. kolozî şero le kurde yezîdîyekanî tiflîs bû. le zemanî mołotofda kirabuwe berpirsî bernamekanî řojhełatî (wek ’erebî, farsî, turkî, hîndî), bełam xwa hełnagrê hîçyanî nedezanî! le zimanî gurcî û řûsîda zor şareza û kurdî kirmancîş zimanî xoy bû. ewsa ke min demdî, řojnamey organî gurcistanî çawedêrî dekird. řojnamey (kurdistan) ke le êran sawak derî dekird, jimareyekî dedraye ke le çil û heşt se’atda tercemey bika. beẍar deçuwe lay sełmasî, tercemey dekird, bîst û çwar se’atekey tirîş min demxiwêndewe. koloz giley le duktur ’ezîz şemzînî hebû ke: «min le erşîwî wezaretî derewe sûjey têzekeym bo hênawe; keçî ew bê’însafe her basîşî le kitêbekeyda nenûsîwe! le sabłaẍyanîş «kerîm eyyûbî», «řeḧmanî ḧacî baẍir», «mistefa sełmasî», «sułtanî wetemîşî» seryan dedam. hemûşyan leqemî dukturyan hebû. kerîm eyyûbî hawgałtey kołanî sabłaẍim bû. lêm pirsî: to dukturî çî?
- ziman şunasî.
- řûsî û kurd baş fêr debê?
- na.
- ḧałî nabim, şitêkim bo biłê.
- le kurdistan wişey «g» le gafî jêr nîye, le zimanî řûsîda heye.
-hetîw «gî» le kurdî lay kerkûk û kifrî heye; be «gû» dełên!
- axir to le serangiwêlkî tereẍe bexêw kirawî, çon le min ḧałî debî?!
xanim duktur, mêrdî le şarêkî dûr û boxoy lew asayşgaye bû. řojê gutî: «mêrdekem hatote mosko. nîpał û to be maşênî xom debeme mosko; bełam paş se’atêk debê bênewe; min gîr nabim». minî birde ber adresêk ke gutbûm. kuřgelî sabłaẍî, ke dwanyan le bakoşewe hatbûn, gutyan piławî lê denêyn û nabê ta êware biřoy. gutim: «duktur xwa hełnagrê be se’atêk ew mêrde henase sardet becê bêłî!». řazîman kird paş çwar se’at bêtewe şwênman. nîpał çuwe sefaretî hînd û min degeł sabłaẍyan mamewe. bas damezra ke ême karêk bikeyn hemû kurd yektir bigirin. gutim: «bira! êwe hemûy şeş kes nabin. le nêw dûsed û penca milyon řûsda ẍerîbin. her yekêktan dyar nebê hemûtan cwênî pê deden. carê boxotan yek bigirin; bo kurdan xwa kerîme!».
êware degeł duktur degeřaynewe. le řê pirsî:
- mîstir nîpał! be to û hejarim gutuwe nabê hîç meşrûbêk, tenanet abcoş bixonewe. be qisetan kirdûm?
- bełê! ca çon fermanî to le ’erzî dedeyn? qetreyekîşman neçote derûnewe.
- hejar to çon?
- çit ’erz kem? tenya dû car degeł nîpał abcoman xwardotewe; le fiłan dûkan.
nîpał gutî: ay xecałet xom! to bo gutit?
duktur gutî: boye de pêşda le tom pirsî bizanim hîndî diro deken? demzanî hejar be zyanîşî bê diro naka. eger herdûkîş ḧaşatan bikirdaye, dûkandareke se’at û demî abco xwardineweketanî xeber pê dabûm!
nîpał basî şa’îrêkî bengalî bo kirdim ke le temenî bîst sałîda be sîl mirduwe. le yek le şî’rekanîda dełê: «hezaran kes hatûne seyrî mangî çarde, şa’îran be diłberî xoyanî deşbihênin, dewłemendan arezûyane hezar sike zêřî wayan bwaye, zor le řût û řecałekan pełey řeşî nawmang denasin ke wek parçe nane sûtawekanî xoyan deçin...».
řojêk leber derga wêstabûyn; jinêk le nîpałî pirsî: «le řojnameketda be îngilîsî fikir dekeyewe û be bengalî denûsî!». herdûkman pêkenîn.
- na, min cokim negut. kesêk her le mindałîyewe zimanêkî xwêndibê, cumley nûsînî bew zimane le mêşkida gełałe debê û tercemey deka.
nîpał gutî řaste. min wek le xew řampeřênin: «bexwa şitêkî seyre: hemû kurdêkî nûser, yan be ’erebî, yan be farsî û turkî cumle le mêşkî dadeřêjê. boye herçî deynûsin fiřî beser kurdîye asayyekewe nîye». dersêkî gewre bû...
le řûsya zor dermanî qedîmî (ke ême dełêyn dermanî piř û pîrêjnan) bekar dênin. tenanet ew kone ḧekîmaneyan kirdûne mamosta le danişgay bijîşkî. pyałe le pişt girtin zor bawe. řojêk le řêy meley çom baran teřî kirdim; leşim řeq bibû. çend parçe mişemmayekyan de leşim girt, be çarege se’atêk ça bûmewe. duktur gutî mişemmay xerdelman bekar hênawe.
nîpałî awdengim řoyşit. xemim bû, le jûrekemda kiz damabûm; bîrim lê dekirdewe; le pencereyan da, gutyan pyawêk bangit deka. ke deçim «hemzey xuşkinabî»ye. le tewrêz nûserî azerbaycanî zemanî pîşewerî bû. le tewrêz birader bûyn; çarde sał bû lêk hełbiřabûyn. lew řojeda ke nîpałim nemabû, hemzem deskewt ke hatuwe bo dû mang lew asayşgaye îstiraḧet bika; şoretîşî «fetḧî» bû. ay lew xoşîye! hate wetaẍî nîpał. biřyar dira fetḧî û min řojê dû se’at le çemda belem lêxuřîn ke werzişêkî zor başe. min de pêşda deçûm belemêkim werdegirt û dûr dekewtimewe. fetḧî dehat: «kwa belemî min?», belemewan deygut: «ay bedaxewe degeł řefîqeket nehatî ta pêkewe belemêktan bidemê». naçar ewîş belemî destand û yektirman degirtewe. herdûkman sing û serşan û pişt piř le tûkî řeş, be řûtî tewaw detgut gorîlayn! pyawî řûs hemû bêtûkin. bibûyne seyrêk mepirse, be sedan le jin û kîjî řûs depařanewe swaryan keyn û seyrman biken!
řabwardinî here xoşî řûsan řawe masî bû. şemme û yekşemme deyan hezar meskewî û xełkî ladê le dem ew çome (ke le çomî sabłaẍ pitir nebû) yek le pena yek qulapyan dawîşt û be dyaryewe sîs debûn. her eger yekêk masîyekî beqed qamke tûtey bigirtiba, debuwe hera û huryayek deşt û der dengî dedayewe: «girtî! girtî!».
fetḧî pîrêkî řîşdarî bedî dekird, be anqest belemekey be lay ewda lêdexuřî û awî lê deşłeqand. pîre cwênî deda. fetḧî de barî cwênî řûsî leber bû, milî degeł pîre le şeře cinêw dena û dinyay dehêna pêkenîn.
le demî bê befrêda, topî sermêz û walîbał hebû; şetrenc hebû. gemey here lebrew domîne bû. hemû pyawêk daşî domîney de baxełda bû. detgut gullebendî kak eḧmedî şêxyan pêye! her debûne çwar kes û milyan lê dena. ke gutim domîne nazanim, gutyan nabê pyaw le řûsya bê û domîne nezanê, her debê fêr bî. gyanêkim be qubrusîye yonanîyeke bû ke leber ziman nezanîn bibuwe kilkim. domîney le hemuwan debirdewe û dizî lê dekirdin û min û ew şerîk debûyn. nawî mîxayl bû; pêm degut mîxaylos. demgut nabê yonay bê (os) bê!
piřayî xełkî ciẍarekêş sîẍarî (bîłomurkenal)yan dekêşa û herzan bû. carêk le dûkan mîxaylil ciẍareyekî dît ’eksî (layka)segekey feza peymay têda û dûqat girantir bû. dû paketî kiřî. le řêge cigereyekî damê; beřastî zor naxoş bû. gutî: «ha, çone?», gutim: «tûtin nîye; gûy laykayan tê kirduwe!», hênde pêkenî leser befir dirêj bibû deḧîlkawe!
le nizîkmanewe dîwarêkî biłind û zor dirêj bû; ke ew dîwî şarokey fiřokewanan bû. le hemû demî řoj û şewda, bêpsanewe meşq kirdin be fiřoke bû. wa dyar bû şwênêkî zor taybetî bû; çunke kemtir le seranî wiłate komonîstekanîşyan dênaye seyrî ew şaroke. girmey meşqî fiřokan xewî dezřandîn; bełam wirde wirde gwêman lê řahatbû.
ha ewedem lebîr nebû: ke fetḧî hate asayşga, le yek şemmey ayndeda, dû azerbaycanî ke yekyan nawî medḧet û ewî tiryanim lebîr nemawe, hatbûne dîdenî fetḧî; ke dîtbûyan minîş hem. fetḧî gutî: «min hatûme lay to, mîwem bo hênawî». çûyne deşt bo geřan. medḧet û min pêkewe le pêşewe, fetḧî û kabray tir le dwawe deřoyştîn. fetḧî bangî kird: «medḧet were qisêkit pê biłêm sirteban kird. gwê qułaẍ bûm, gutî: «hejar zor kere; taze le ’êraqewe hatuwe. komonîstêke aw danada. lay waye êre ’erzî muqeddese û hemû şit pîroz û mimbareke. to le heway ew qise bike ta boxom wirde wirde ’aqłî dekem!», gutim: kuřî seg kê kere?
- řastekey to! hetîw êreş wek dinyay tire. ew hemû beh behet le çîye?!
kiçêk lêy pirsîm: fetḧî dełê min kuřî fi’odałim. mîtroy gundekeman le azerbaycan le mîtroy mosko çaktire!
- fetḧî ew diroyane bo dekey?
- kake heweł car ke hełatîn û hatîn, be barêkî dîkeda dirom dekird ke be xeyałim ḧurmetim bigirin. demgut: «babim leser komonîstî kujra; xoşim de sał le zîndanda eşkence kirawim; xizim û kesim le birsan mirdûn...», dîtim kiçan bêzim lê deken. êsta ke bew bardeda xom hełdekêşim nanim kewtote řon!
hemze gutî: «babim (kerbelayî fetḧułła) şwanêk bû lew heşteroyye řûtaney ke wek wirç deçin! nanî şewî şik nedebird. min xwêndibûm; gutim: babe deçme tewrêz pûł peyda dekem. bûme nûserî řojname. řojêk gutyan kabrayekî şiřî pîseke nawit depirsê, bawkim bû:
- hemze kwa çit kirduwe?
- çingêk řojnamem nîşan da:
- ewe karî mine.
heta hêzî têda bû têłayekî be naw şanim kêşa:
- segbab ewe pûłe?!
milî na le řojname diřandin. her deygut: ewe pûłe?!
bîst timenim na destîyewe; xaw bowe:
- hemze! kuřim, were maçit kem!».
qisey şa’îrî ’ereb «’umer ebûřîşe»m bîr kewtewe ke nûsîbûy: «lawêkî danîşcû bûm. hewałanim tarîfî şî’ryan dekirdim. çaktirîn şî’rî xom bo bawkim xwêndewe ke: «pêt çone?», lêy wergirtim; naye baxełî; cwabêkî nedamewe. gutî: «’umer were biçîn baqley kuław bixoyn». dway baqle xwardin, bawkim be baqlefroşî gut: «ḧîsabit çende?». kabra swêndî xward ke hîçî nawê û fexir deka ke pyawêkî wa gewrey bote mîwan. babim şî’rekanî le baxeł derêna, gutî: debê her bitewê; ew şî’rane bo to! kabra ke dîtî babim gełtey pê deka zor nařeḧet bû. kaẍezî şî’rekanî fiřê da:
- qurban gałtem bo pê dekey? ewanem bo çîye?!
babim řûy de min kird:
- kuřim çaktirîn şî’irit çinge baqleyek naka; to be çîyewe xerîkî?!».
neqłî kerîm eyyûbîm bo fetḧî gêřawe. yek şemmeyek hate dîdenîm. fetḧî lew lawe hat te’zîmî bo kird. be «ustad, ustad» dwandî. kerîm qut bibû. fetḧî pirsî: duktur nafermûy zimanşinasî çîye? ḧez dekem têbgem.
gutî: nasînî hînekey daykite! têgeyştî?!
- bełê baş têgeyştim!!
řojêk le geřanî naw cengełda tûşî gořistanêk bûyn. jinêk ’eksî jinêkî be qebrêkewe dît. gutî: ewe haw ’umrî min buwe ke mirduwe. řûy kirde min:
- bo biřwat be xuda heye?
- bełê.
- laşt waye paş mirdin zîndû debîyewe?
- bełê.
- min biřwam nîye. kamyan baştirin?
- hî min ke biřwam be zîndû bûnewe heye, çunke umêde; hî to nahumêdîye.
- na, hî min baştire. çunke lam waye her em jyaneye û yekcarî debřêtewe. ḧewl dedem lem jyane kurteda zor le dinya bizanim. bełam to be hîway ewla, zor gwê be xoşî dinya nadey û kem fêr debî.
- dey başe; herkes leser dînî xoy!
pêm seyr bû: řûsekanî řoşnibîr û zor xwêndewarîş le sebir hatin -pişmîn- detirsan. řojêk le naw cengełda pepûsîmaneyek deyxiwênd. hewałe řûsekem be qamk deybijard.
- nyazit çîye?
- pepû sîzde carî xwênd. wa dyare min sêzde sałim temen mawe!
gutim: na, ewe ḧîsabî ’umrî minî dekird; ne î to...