le mosko

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  809 views

heşt mang le gêrtisin zor be xoşî řambiward. hatme mosko leser ḧîsabî nûseran le utêl mîtropoł damezram. řojêk birdyanme binkey yekyetî nûseran. serok nawî mîdwêdof bû; temenî sî sał debû nedebû. pyawêkî yekcar řûxoş, qisexoş û zor zîrek bû. lew meclîseda nîna ’erebî zanekey heweł car le fiřge dîbûm lewê bû. «tursunzade» ke şa’îrêkî meşhûrî tacîke, zorî xoşî û boşî degeł kirdim.

gutî: min kurdim hemîşe xoş wîstûn û êstaş her zorim xoş dewên. min çûme ’êraqîş, wa taze geřawmewe.

gutim: mîrza dezanim to ke hênde kurdit xoş dewê, çûye besra neçûye silêmanî û hewlêr. le beẍdaş zor nûser û şa’îrî kurd hebûn hîçyanit nedît. şyû’îyekan neyanhêşt xoşewîstekanit bibînî. areq û řeqsî beẍda û besra le kurd xoştir bû...

gutî: ewe îhanete be min; debê ’uzirim lê bixiwazî.

mîdwêdof le nînay pirsî: dełên çî?

- nazanim. be farsî qiseyan kird.

min be ’erebî bo nînam şerḧ da. mîdwêdof gutî: tursunzade to debê ’uzir lew karey xot bixiwazî. yan debû nełêy kurdim xoş dewê, yan debû biçîye lay kurdanîş. ḧeqî hejare...

her lew meclîseda yekêk pirsî:

- to komonîstî?

- nexêr nasyonalîstim.

dîsan mîdwêdof gutî: hejarî nasyonalîstim pê le zor komonîstan baştire. şî’rî ew zorî hawar bo çînî çewsawe kirduwe. şoloxofîş komonîst nebuwe û pyawî çakîşe.

zor carî tir mîdwêdofim dîtewe. carêk lêy pirsîm:

- çûye bazař? pêt çon bû?

- şit zor girane.

gutî: yanî heye û girane. bira le zemanî şeřda û dû sałîş dway şeř, pûł le gîrfanda hebû, bełam hîç nebû pêy bikřîn. şukur bike ke êsta heye û girane. le kopînewe dû cût gorewîm berkewtibû, le bazařî řeş firoştim. min ke ḧîzbî bûm naçar çûm îqrarim be gunah kird.