hewałî fistîwał

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  804 views

’ezîz şerîf ke le mosko geřabowe, le małî řewşen xanim be sirte pê gutim: «le mosko be dizîyewe mela mistefam dîwe; gutûye hejarim bo maç ke û siławî minî pê bigeyene». paş yazde sał, ewe heweł car bû xeberî barzanî bizanim.

necîb xefaf lawêkî ’êraqî ke çûbuwe mosko gêřayewe(webał bestoy xoy)gutî: çûyne lay nazim ḧîkmet, gutman: çon wabkeyn zor le lawanî dinya ko keynewe û derdî xomanyan bo biłêyn?

- ewe le milî min. min de’wetî giştyan dekem. xercîş dexeme ser lawanî şorewî. êwe çîtan dewê biłên, boştan terceme dekirê.

serî wext, se’at çwarî êware, pitir le pêncised kes numayndey destecatî řûsya û namo û lawekî le sałon ko bûnewe. çawenořîn mam celalî serokman teşrîf bênê qiseyan bo bika. çaregêk řabird nehat; nîw se’at pê çû nehat. nexêr herçî telefonman kird peyda nebû ke nebû. nazim ḧîkmet řûy kirde mîwanan:

- min kirawme wekîlî kurdekan qisetan bo bikem.

têrî hawarî kurd kird. zoryan bo le çepłe da. yek le qisekanî ewe bû: «min ke be kurdistanî azadda neçmewe turkye, lam waye turkye dewłet nîye û bonî azadî nekirduwe...».

mîwan beřê kiran û hatînewe menziłekeman. şew direngêk celal hatewe.

- le kwê bûy?

- karim hebû!

- karî lewe girîngitirke nehatî çîye?!

- karim hebû, biřayewe!

kewtîne pê û şwênî ew kare girînge. řûn bowe celal le asansorda muhendisêkî mêwîney dîwe. bûne aşna û lay dawete małî ew; le kobûnewe xoy bwarduwe. nazanim necîb diroy dekird yan na? xwa deyzanê...

zebîḧî hate cizîre gutî: demewê serêk le ’êraq bidem; bizanim bo partî hîç neşre û meşreman bo nanêrête şam.

- meço, xetere.

- na mela! mela ’elî kultepeyî le cwabî têlgirafmida gutûye bişyey qeynaka. caran her boy denûsîm nekey bêyewe.

zebîḧî le mûsłewe têlgirafî kird: «marî le bîmaristan za». xwa şukur be selametî geyşit. paş şeş řoj ser û kelley peyda bû:

- mela xirap qewma! çûme utêl le kerkûk. pyawêk birdimîye małe xoy. polîs řijabûne utêl min bigirin. nazanim çonyan zanîbû. bepele le řêy mûsłewe hatûmewe.

- edî ew ne’le qoře çîye de pêtdaye?! kwa kewşekanit?

- şew le małî ’erebêkî çołî mîwan bûm. beyanî gutî: «çun diłit qibûł deka mamit pêxwas bê? ew kewşanem deye!», nemdaba dehat le řê deykuştim!

- aferîm bo keremî ’ereb!...