beşî kurdî le řadyo qahîre û řadyo kurdîy kirmaşan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1060 views

be her fiř û fîşałêk bû, ew duwane gutyan fikirê başe. fu’ad çawî be «sidîq şenşil» û «fayq samrayî» kewtibû ke ’êraqî û dostî nasir bûn û degeł ’ezîz şerîf deçûne qahîre. xwawřastan tîrî kwêrî girtî. beşî kurdî le řadyo qahîrewe kirayewe. emcar xeyałman kird ke řenge şay êranîş leber nasir kêçî bikewête kewłî û řadyoy kurdî damezrênê.

maweyekî pêçû řadyo êran gutî: «leser menûyatî şahenşa, řadyoy sed kîlo watî le kirmaşan dademezrê, kurdî leser biław dekirêtewe».

şewî dest pêkirdinî řadyo, gwêman be řadyowe nûsanduwe bizanîn dełê çî? ayetułła mirdox be witarêk kirdîyewe, ke eger ’erebîyeket lê bijardiba, farsîyekey řût demayewe û dû sê (kirge) û (bûge)y têda bû. le qise û goranîyekanî tirîş her kurde û demî xwar dekatewe ta wek farsî biçê. bedaxewe...

nameyekî biłindibałam lewbareyewe nûsî ke: «babe hîç kurdêk dew zimane denaw farsî hełşêldirawe naga. be hezaran le kurdî sûrya çawenořî merḧemetin, êwe hîç nebê goranîyekan ba kurdî bin û meyangořn. îmza: muḧsîn êrandust». paş çend şewêk řadyo kirmaşan le basî namey geyştûda gutî: «aẍay muḧsîn êrandust! nameket geyşit. daman be lîjney taybetî...».

nameyekim bo «se’îd qezaz» nûsî ke wezîrî daxley ’êraq û kurdêk bû, ke: «fiłan! min bîstûme dełên kurdêkî be şerefî. řastit dewê baweřim nekirduwe; çunke berdestey nûrî se’îdî. řadyo beẍda le pesta cinêw be nasir deda; qet carêk nałê ew kurdaney sûrya çend be destîyewe zelîln; nawêrin gwê le řadyoy kurdî bigirin; sefḧey kurdî lîden. lebatî ewe basî wiştir biken, basî eweş biken ke zor karîgere û abřûy nasrî pê deçê. eger ewe bikey baweř dekem ke şerîfî. îmza: babekir». leser paketekem nûsî: «xisûsî». le bêrût xistime postewe. wa bizanim pêy geyştû; te’sîrîşî bibû. çunke zor zû beẍda leser kurdî sûrya, nasrî weber ḧemle û cinêw da.

fişar ta endazeyek leser kurdekanî cizîr sûk bû. bełam lat wanebê ew namanem be tenya kirduwe. zebîḧî û min wek mela şêxyan, dûman be yek pyaw ḧîsab bûyn.

celal tałebanî û destekey le mosko geřanewe. gilem lê kird ke bo çî leser řadyo mosko witarî be ’arebî dawe û be kurdî nebuwe.

- řêgey kurdî xwêndinewe nebû; bełam waman kird, wa biçê, zorman xizmet be kurd kird...

- kake nûsrawekey êmet da be kê?

- ay bexuda lebîrim çû! êstaş her le çemedanekem daye!

- dekirê bîdeyewe be xom?

- bo çîte?

- wesyet dekem degełmî de qebir xen! ême ewendey pêwe mandû bûyn, to lebîrit biçê!...