ḧukmî nasir degeł kurdî sûrya

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  768 views

wek hemîşe î’lan kira: sedî newed û no û no le de (99.9%) nasryan hełbijard!

ḧukmî nasir zor degeł kurdî sûrya xirap bû. tenanet lêdanî sefḧey kurdî le qawexanan qedeẍe bû.

tirs û lezir peyda bibû. xeber dakewt polîs dêhat degeřên bo kitêbî kurdî û herçî basî azadî kurd deka. małe ḧaco nîgeran bûn ke tûşî herayek bin. gutim: «ew core kitêbane mesûtênin, deyanbeme małe xom. amadem sałêk le pênawyanda zîndan bikêşim. bew şerte komełe mecelley hawar, ke de berg gîrawe, bîden be xom». nabê, debê, sewda serî girt. kitêbim hênane mał, leser taqe řîzim kirdin. jinêk hat gutî: «xêzanî ḧesenaẍa dełê eger şitêkî way heye le fewtanî detirsê bom binêrê min deyşarmewe». defterî şî’ran û defterêkî yaddaştî ’umrî xom nard. polîs be dê werbûn; milyan le pişkinîn na. bełam bo tûtin bû; ne bo kitêb. her ew řoje baranêk barî, sîław hat, amanetîyekey minî bird; ke jinî ḧesenaẍa le dem kendałî çem şardibûynîyewe. mecelleke bû be î xom; bełam řojê ke berew beẍda dehatmewe, bom birdinewe, gutim: ḧeyfe le kitêbxanekey xotanda nebê.

ta eweşim lebîr neçuwe: carêk zistan, le şam, le kołanêk tûşî duktur eḧmed ’usman hatim. befir debarî. gutî her debê şew mîwanim bê. le řêgey çûnewe małda, zorî goştî birjaw kiřî û çwar butłîş şerab.

- eḧmed, ewî to kiřît beşî çwar kes pitre.

- qeynaka.

ke serim be jûrda girt: cemal ḧeyderî, ře’îsî ḧîzbî şyû’î ’êraqe, ke řiqî zorî hemîşe le nawî kurd û kurdistan buwe. danîştîn. be kurdî qisey dekird! lîwanêkî şerab xwardewe, řûy kirde min:

- kak hejar! to debê şî’rî başman bo biłêy. ewaney ta êsta nûsîwtin baş nîn. basî korya û dinyay derewe bekarman naye. basî kudayetî, azadî kurdistan binûse!!

bêdeng lîngim ta pişt ejnom hełkird, řast bûmewe û tife destêkim kird.

- bo kwê? çi dekey?

- kak cemal! namexwa be pyałeyek şeřab ewende kewtûye ser mîllet perwerî, bexwa wa nekem natgemê!

le şam degeł zebîḧî ke hemîşe fikirî qoř û xeyał piławman dekirdewe «fu’ad qedrî»man dît. çûyne lay ’ezîz şerîfîş ke ḧiqûqî û çepîyekî benawbang bû, zorman bo řistin: « nasir ewende dijî nûrî se’îd û peymanî beẍdaye. şeş milyon kurd le ’êraq û êrane, eger ewan le xoy diłxoş ka û dineyan bida, çaktirîn çekî be kar birduwe...».