le ’êraq kûdeta kirawe!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  807 views

tewaw lew jyane bêtame û em şeře çeqqey şyû’î û bêkarî û serbarî xom weřez bibûm. hîç humêdîşim be hîç nemabû. biřyarim da be małewe biçme mîsir û ḧewlî şagird ’ekasî bidem û hejarî xom bikem û kes nemnasê. her dew fikiraneda bûm, şew řadyo beẍda xeberî da ke sibey nûrî se’îd û melîk deçne turkye. beyanî me’sûm gutî: bo řadyo nakeyewe?

- řadyoy çî? ew segbabane deçne turkye daxwa çi dawêk bo kurd denênewe.

kirdimewe mûzîkî marş bû, bestim.

- ha nemgut? ewe xerîkin defiřn.

qesabêkî ’ebdo naw, ’erebî ḧełebî ke sî sałêk bû le tirbespî qesabî dekird û kurdîş baş fêr bibû, le ḧesar wejûr kewt û be lirfe û hełpewe pîlî kêşam:

- were biřeqsîn! melîk û nûrî se’îd kujran û kûdeta kirawe.

řadyo dekemewe, řaste. qedrêk degeł ’ebdo řeqsîm. xom geyande şam: dey kake ba biřoynewe beẍda. polîs gutî: to debê le qamîşlî pasportit taze keyewe, yan neqłî mesken bikey bo şam. eha dîsan wek pênasekem debê şeş mang toz bixom û mandû bim; ca demdenê yan namdenê. lay kurdêkî şamî aşna ew derde diłem kird; gutî: beynî xom û xot bê, biço îdarey berzî emnî ’am, biłê serheng ’ebdulqadirim dewê. pêy biłê ’ebdulqadir nardûmî; karit bo pêk dênê.

- ca xo to nawit ’ebdulqadir nîye!

- ḧeqit nebê, biço!

le dergay emnî ’am gutim: serheng ’ebdulqadir?

- biřo serewe.

be efserêkim gut.

- danîşe!

qaweyan hêna. gutyan biřo bîbîne. pyawêkî kełegetî çwarşane, ser zelam, çawřeşî, biro piřî, sipî û soł, cûtêk simêłî zor lebar.

- çît dewê?

- ’ebdulqadir nardûmî, eweş karekeme.

- her ewende?

- bełê.

le zengî da; efserêk hate jûr.

- em pasporte bere tazey kewe. be kamîlî bîhênewe, bełam zû.

- bełê qurban!

baweř ke, de deqîqey nebird pasportim wergirtewe.

- zor supas, xwaḧafîz.

- selam le ’ebdulqadir bike.

geyme ber dergay jûrekey. gutî: bo kes em neqłe megêřewe.

le biraderekey şamîm pirsî mesele çîye?

- kake ewe kurde; amozay mine. kes nazanê ’ereb nîye. îdarey emin ew hełîdesûřênê!

be kûdetay qasim zor şad bûyn. řadyo beẍdaman dekirdewe û gwê bigre û beh beh biłê! şewêk qasim nutqî dekird. gutim: zebîḧî xomaneyn, eger bwêrim dełêm ew kabraye delûkare, nîwe şête.

zebîḧî lêm derheł bû:

- mela qisey qoř meke! kwa pyawî wa gewre û zana?

- gałtem kird, bimbixşe!

zebîḧî xoy têk na le şamewe biřwatewe. minîş hatmewe mał, şiře û biřeman pêçayewe ke biřoyn. řemoy şyû’îm lê peyda bû:

- seyda! be hîç barêkda řazî nîn to becêman bêłî. to zor bo ême be faydey!

- kake her boye deřomewe ta bizanin min casûsî nûrî se’îd nebûm...