kiřînî çapxane bo ḧîzbî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  974 views

her le şeqławe beytî seremeř û lasayîy seg û mangeşewm nûsîbû; ke yekem terceme le «sebaḧeddîn ’elî», nûserî turkewe û dûhem numayşinameyekî yek perdeyî dijî amrîka û şa û «celal beyar» û «sîngiman řî» bo nûrî se’îd bû. le şam le çapxane qaçaẍekey tereqqî çapim kird. çwar formeyek debû. degeł zebîḧî nusxeman bo çend kesêk nard. baqîyekeyşîm - ke hezar nusxe û şitêk bû - birdewe cizîre.

ḧîzbî partî xeberî nardibû ke bełkû çapxaneyekî çikołey herzan bikřîn û bo mûsłî binêrîn. le şam her çonêk bû kiřîman. řojêk min le cizîr bûm, namey zebîḧî hat ke lûle sopekanim degeł barî tîcarî be adresî ḧacî mîrza bo nardûy; bo xeberî geyştinit nedawe? ey xuda! çapxane wa qaçaẍ, ḧacî kûtałfiroş, çî be ser çîyewe?! çûme řaste bazařî qamîşlî, dûkanî ḧacîm dîtewe; tawêk be matî danîştim. nazanim biłêm çî; nawêrim. ḧenbałêkî garaj hat:

- mam ḧacî dełên kirê barekey sindûqman bo binêrê.

ḧacî gutî: ne îy mine, ne dezanim kê nardûye, ne dezanim çî têdaye; çon kirêke bidem?!

gutim: kirêkey çende? ḧacî têgeyşit. destî bird şeş lîrey da be kabra.

- bira! degeł ’ebdułłay kuřim timaşaman kird. min gutim maşênî berdehařîne; ew gutî motořî berqe!

- bełê motořî berqe; bo eḧmed ḧusênim kiřîwe ke řayspardbûm!

miḧêddîn ḧacom be cîpêkî serdapoşrawewe hêna derkî bazař; çapxane qułeman bar kird û birdimane tirbespî. le řê têmgeyand maşênî çape û qaçaẍe. birdî le kadênêk bin kay da. kaẍez le ser kaẍez be řemz binûse: «werin şiteke berin!», cwab nedehat. dway dû mang yezîdîyek hat; namey ḧîzb û namey yezîd xanî yezîdî - ke demzanî endamî partîye - hêna. ḧîzb dełê maşêneke biden bew; yezîd xanîş dełê dû giłos cigere û çwar butrîy areqim bo binêre. min ke nembû, cemîl ḧaco boy nard. miḧêddîn debwaye boy berête ser sinûr û teslîmî ka. tikam lê kird her le ’erzî sûrya daybinê; neçête nizîktir.

- boçî?

- nazanim, her wam pê başe.

- çapkirawekey xoşim degeł çend kitêbêkî ’erebî basî kurd, wêřay çapxane nard. dway dû şew řadyo beẍda gutî: çapxane û neşryatî ḧîzbî partî le musił gîrawe. wextê le zemanî ḧukmî qasmida geřamewe, zahîd miḧemmed - ke beçke kurdêk bû, bibû be ’ereb û efserêkî sinûr bû - gutî: min danîştibûm, yezîd xan hate lay mudîr emin: qurban! çapxanekem le fiłan cê danawe. min xeberim bo kesêk nard ke lam wa bû partîye: neçin be layewe ewanîş degirin; yezîd xan casûse.

her ew zahîde bibuwe acudanî selam ’arf û degeł ewda le teyyareda sûta. îtir hem kitêbî min, hem çapxane fewta. seyrî xoş lewedaye ke emnîy sûrya bê ewe bizanin nawerokî kitêb çîye û çend gałte be nûrî se’îdî dujminyan kirawe, her le nawekey quşqî bibûn; beytî seremeř be «bî. tî. sî.» zanrabû! mirad nawêkî kurd ke munşîy bexşidarîy dêrîk bû gutî: namey nihênî hatuwe, dełê govarî bî. tî. sî le ’êraqewe hatuwe; men’î biken!

zebîḧî - ke gutman nawî ’îsa ’erefat bû - wiłamî bo nardim deyewê neqłî mekan bika bo şam. yanê şunasnamekey le ser şam binûsrê; ta bitwanê behasanî daway pasport bika. çûme dêrîk, le hemû îdarekanewe řampeřand; małyat mabû.

- kwa me’mûrî ew kare?