çon bibûme sûryayî?

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 11 minutes  1211 views

ke le ’êraqewe hatme małe ḧaco, gutyan nabê biçye naw gund; postî polîs lêreye; detgirin. sê řoj matem hełgirt; xom pê negîra, çûme qawexane. mudîr polîseke gutî:

- nayey texteyek bikeyn?

- ba bîkeyn!

- xeberî ’êraq çîye?!

- çonî xirape, waye! polîs wa załme, nûrî se’îd wa segbabe, her basî nakirê.

ew mudîr polîse nawî ’ebid bû; ’erebî lay ḧełeb. kirmancîy zor baş qise dekird. małî ḧaco - ke degeł ewyan dîbûm - nîgeran bibûn; bełam bexêr guzera û degeł ’ebid bûyne aşna û hawdem. demewîst pênas wergirim, bibme xełkî wiłat. ’ebid gutî: çendî le destim bê yarîdet dedem; bełam pênas wergirtin zorî zeḧmet dewê.

’erîzem da ke min le turkya bûm û xełkî cizîrem. pênasim nîye; bimdenê. hemû řojê biço qamîşlî, biço ḧeseke, hezar kunawkun bike. ta paş nîweřoyan zimanim dekêşa û hankem dehat. perwende ewende estûr bibû lêy detirsay. bîbe şam. hezar û penca kîlomîtir be utûbûs, nîwey řêga pitrî toz û xołî seḧra. çend řojêkîş le şam serim be sed îdareda kird û milkiz wêstam. biçowe qamîşlî, şayet peyda ke qebrî babit le gundî me’şûqe. polîs debê îmzay bika. çeçanaẍa deygut: tê nagem bo çî gořî bawkit bote merqedî mûsa pêẍember! deyanewê zyaretî biken! dîsan hełsûřê. ewende lenêwan qamîşlî û şarî «dêrîk»da hatuçom kirdibû, polîsekanî postî «çelaẍa» hemû deyannasîm û bew cołatenanewem pêdekenîn. ře’îs postî çelaẍa gutî: bezem pêtda dê! bêne min û polîsekan bot îmza dekeyn ke gořî babit le me’şûqe û ême le şardineweyda ḧazir bûyn.

bînêrewe şam. le şam dełên naqîse; bo xot biço! dîsan ew ser û ew ser, dûhezar û sed kîlomîtir be naw germa û tozda sefer bikem. lem defter bo ew defter hełê, bigeřêwe. le beyanewe ta nîweřo jan bike, bige karmendî gewre.

- perwendet natewawe!

- qurban çî natewawe?

tembirekanî yek qirşyan keme!

- bo yek şayî ew ’ezabem dirawe?! aẍay muḧterem! nedekira be xêrî xot - ke detzanî çendem zeḧmet dîwe û çend dûrim - taqe şayîyek temrî pêwe nûsênî?!

- min bo pûłî xom xerc dekem? xot hatûy temrî yekşayî bêne!

perwendeket berew ḧeseke. le şamewe çwarsed kîlomîtir ta ḧełeb. le ḧełebewe ta qamîşlî şeşsed û penca kîlomîtir, hêndêk kone îsfałtî be kend û lend û beşî zorî be naw tozî seḧrada ke berazîş dexnikênê. her řoje tenya utûbûsêk be nawî post weřê dekewê, degeł birdinî musafîr namey postîş deba. berebeyan hêşta nebote řoj, swarî post bûm û perwende kwêt le baweşda, le qawexaney «řeqqe» bo îstiraḧet dabezîn.

çûbûme ser pêşaw, hatme der gutyan poste řoyşit.

- çî? ey małî wêranim! perwendekey şeş mang le dûy wêłim leser cêgakem le maşênda becê ma. ew car çî bikem?

be cadeda ẍar de! henasebřiket bigatê; dest biłind ke! hawar ke! maşên dûre, dengim naygatê û le pêş kewtûm. lepiř dîtim maşên řawesta. we baw kewtimewe: oxey, gwêyan le dengim bû; řayangirt. geyştime maşên. boye řagîrabû çunke mindałêkî çikołe gûy kirdibû, dabezîbûn xawênyan dekirdewe. pirwendeyekî seyre: leser gû gumim kird, le sayey gû destim kewtewe! areqî řeş û şînim kirduwe. be diłekutê û hankehank swar bûm. be şofêrim gut: bira becêtan hêştim; xwa hełnagrê.

- leser kam kursî bûy?

- howe!

şofêr hesta, şagirdekeşî hêna; ’erebêkî ke letenîştimewe bû, milî girt û «çit xwarduwe tirş û çewender?», be şeq, be mist şilî kird; dimî de xwên hêna. le dirgay maşênewe hawîştye der:

- segî kuřî seg! debê lem seḧraye berełat kem. pêş ḧereket çwar car bangim kird: musafîr tewawin?

- bełê. bew sagbabem gut: kwa kabray tenîştit?

- řoyşit bo şarî řeqqe, gutî çîdî nayem. tomez temaḧî kirdote ew perwende; lay wabuwe pûłî têdaye. eger maşên řanewestaye, ew bêçare çî dekird?

be tika û řecay min û çend kesêk, dizeyan swar kirdewe û sê çwar zille û şeqî tirîşî xward.

germayekî sext bû. tozî maşênîş gałey dekird. nefesim zor teng bibû, pencerey lay xom kirdewe, toz hate jûr. lew sermewe kabrayek gutî:

- dayxe!

- le germa hełnakem, demewê bay bê.

- dayxe be toz xinkam.

- daynaxem! were cêman bigořînewe, eger to twanît xot dayxe.

- ma fîkirî te çîye?

minîş gutim: ma fikirê te çîye?

em qise wek dindûk le ’erizdanî dû kełeşêran bû ke deyanewê pêk hełpiřjên.

- hestim tenbêt dekem!

- to heste ta başt bîraz bikem!

- řabe!

bo wêstawî?

kabra mat bû; serî hełêna: to hejar nît?

- ba.

- xełetî wa nakem degełit be şeř bêm. bełam pêm nałêy: toy le êran qaçaẍ, le ’êraq qaçaẍ, le sûrya bê kes û bê ’aşîret, çon dewêrî şeř bikey?!

- axir her boye le dinya řaw nirawim ke le ser xom we cwab hatûm û dîfa’im le ḧeqî xom kirduwe. be xwa hestabay, be pêlaqe leser zigit hełdepeřîm!

geyştîne ḧeseke. lam waye pitir le şêst ḧenbałî kurdî milestûr, be kurtan û gurîsewe, hatbûne bexêr hênanî kabray temaman bû lêk deyn. şûtî û tirê û dyarîy tiryan bo hênabû. tirsam ḧenbałanim lê deng da, kewłim daken. ew pyawe «biraym metînî», serokî metînyekanî awarey lubnan û sûrya bû; ke ’eşîretêkin û awarey ew nawe bûn. îtir lew sawe degełya zor bûme dost û êstaş ke le bêrûte, selam bo yektir denêrîn.

le ḧeseke ḧewałey lêjney nîzamî kiram, ’umrekem berawird ken. çwar efserî gewrey şan be birîqe lêmyan řwanî:

- diro meke! ’umit çil sał nabê; detewê serbazî nekey. řast biłê çendî?

-qurban minyan boye nardote latan ke êwe hemû pispoř û le temen zanin. xotan eger be ’îlmî xotan ’emel biken, dezanin ke řast dekem; qisey min zyadîye.

keyfyan bew tarîfe hat. yekyan hesta, detgut ker dekřê: timaşay piştî gwê, lamlî kirdim.

- diro naka! ’umrî çil û dû sał û çend mangêke!

nûsra; keçî ’umirim sî û şeş bû!

- biço dêrîk, meḧkeme qerar bida û pênas wergire.

hatmewe tirbespî. basuxwasim gêřawe.

- min nûsîwme jinim nawî me’sûme miḧemmede; kuřêkim miḧemmed, kuřî çikołem nawî agirîye; mał û mindał le beẍdaye. çon bikem?

ḧemeşerîf ḧaco - ke karî êdarî lelayen ḧesenaẍawe pêk dêna - xoy geyande dêrîk û hatewe.

- ḧakmî dêrîkim be bertîlêk řazî kirduwe ke seng û sûkîman degeł bika û bête małêk bazcûyî bika. bełam debê jin û mindałekan ḧazir bin, jineke xoy cwabî ḧakim bidatewe.

- dey jin be mindałewe çon peyda keyn?

jinêkyan le ’eşîretî koçer dîtewe, fêryan kird xoy be nawî me’sûmey kiçî miḧemmed û «nazê» jinî «’ebduřřeḧman» û daykî miḧemmed û agirî be ḧakim binasênê. jin ewende zîrek bû, her be dû sê car gutnewe leberî kird û mindałî baweşî amade kird. şahîdî pyawîş debê dwan bin. ḧemeşerîf yekêk bû, ’ezîz nawêk ke aşnay małe ḧacoye fêr kirê û kuřêkî de sałey le cêy miḧemmed bê. jinê - ke êstaş nemzanî nawî çîye - be mindałî xoyewe.

ḧemeşerîf cîpî lêxuřê, çûyne dêrîk, małî ’ezîz. ’ezîzman fêre şayetî kird. kuřêkî de sałey her nawî miḧemmed bû, fêrman kird eger ḧakim pirsî, dest bo min û jinekey řadêrê, biłê ewe bab û daykimin. ḧakim paş se’at dû hat. ḧemeşerîf her pêm dełê: seyda baş cwab bidewe, meşłejê. be jineke dełê: detirsim demit têk hałê û lebîrit biçê ke debê biłêy çî. ’ezîz agat zor le xot bê ẍełet nekey.

ḧakim qaweyekî xwardewe û fermûy ba dest pê bikeyn.

- nawit?

- ’ebduřřeḧman

- bawkit?

- ḧesen.

- daykit?

- fatme.

- ’umir?

- çil û dû sał.

- le kwê tewelludit buwe?

- me’şûq

kwa jineket?

eweta!

***

- nawit?

- me’sûme

- bat?

- miḧemmed

- daykit?

- nazê

jinî kêy?

- ew kabraye ke nawî ’ebduřřeḧmane

- mindałit?

- miḧemmed (kuřî ’ezîz heray kird: min) û agirî ke be bawşimeweye.

jin wek awî řewan, bê girê gutî. norey ’ezîzî xanexwê hat. ewîş hîçî lebîr neçû. norey ḧemeşerîf hat ke hêndey řadespardîn sehu nekeyn.

- nawit?

- ḧemeşerîf ḧaco

- nawî em pyawe?

- ’ebduřřeḧman

- nawî babî?

ha, he! bibexşe le bîrim çotewe!

- kuře! bawkî ’ebduřřeḧman ḧesen nawî çi bû?

baweř ke lebîrim nemawe!

- ḧemeşerîf! to ḧemeşerîf ḧaco, yanê babit nawî ḧacoye. dey ’ebduřřeḧman ḧesen, babî nawî çîye?

- qurban be serit demzanî; êsta le bîrim çotewe!

ḧakim le qaqay pêkenînî da; babe şayetîyeketim qibûłe û kar tewawe!

wereqey daynê biçîn pênas wergirîn. çend řoj her bewe pêkenîwîn jinekoçer wa ziman řewan û ḧemeşerîf em gułey be awda da. bełam bertîlî karekey řapeřandibû. çûyne îdarey şunasname. lewêş efserêk pênasî denûsî. nawî «agirî» qibûł nekird, gutî debê nawî ’erebî bê. gutim: eger nawî binêm kîlab (segel) çone?!

- nawêkî xoşe! nawî yekêk le ecdadî pêẍembere!

- edî «şêr» çone?

- şêr çîye?

- yanî esed.

- qibûł nîye!

- desa binûse mistefa.

lew sawe nawim bû be «’ebduřřeḧman ḧesen»; bełam xełkî qamîşlî nawyan nabûm «ḧacî».

ḧesenaẍa mezin bû; xoy de karubar nedegeyand cemîlaẍa karî deşt û baẍ û kasbî le mil bû. çeçanaẍa şer’î ře’yetanî dekird. ḧemeşerîf pyawî derk û dîwanan bû. pyawêkî zor qełewî zig zil, řûḧsûk, qisexoş, zor leserxo û pişûdrêj, qet tûře nedebû. hemîşe pêdekenî bełam be řoj lêt bipirsîba emşew çit xwarduwe, le bîrî nedema. lekin pyawanî dewłet le qamîşlî û ḧeseke zor xoşewîst û muḧterem bû. řojêk tîlgirafêk hat: «ḧemeşerîf ḧaco! dûşemme se’at heşt xot be dadgay ḧeseke binasêne».

yekşemme bû. ḧemeşerîf řoyşit. sibey êware hatewe.

- ha, xêr bû?

- xêrî lewe xoştir çon debê?! dadřes ’arebêkî ’egał beserî nîşan dam:

- aya wextê ke to le ḧeseke kilasî çwarî îbtidayî bûy, zewî jimare 256 le deştî berçyay ’ebdul’ezîz, be dest ew pyawewe bû?! dełê ḧemeşerîf şayetme!

- biray ’ereb! cige le min şayetî tirit nîye?

- ne be xwa.

- desa dořandit! cenabî ḧakim! bûme gałtecařî bira û amozakanim. beyanî lêm depirsin şew çiman lênabû? le de car, carêk nayzanim! sî û şeş sał lemewber, parçe zewî jimare 256, le deştî ḧeseke, xwa eyzanê deştî ber çyam le bîr nemawe ta jimare û kabray werzêřî, çi cay parçeyekî binasim!

ḧemeşerîf deygut: řojêk min û cigerxiwên - ke ewîş wek min zig zile - le dîwexan nustibûyn. kabrayekî gundî serî be jûra kird, gutî: ḧiḧim! xozî ew her dû gay min ban!!